13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kobanî li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan

Şêniyên kantona Firatê meşek girseyî li dar xist û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişa 23’yê Tebaxê ya li Silêmaniyê ya li dijî rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn meşek li dar xist. Meşê ji Qada Jina Azad a li Kobanê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn, dayika Xalîde Mihemed Şerîf û kurê wê Hejar Ednan Silêman ku di teqîna duh a li taxa Enteriyê ya Qamişloyê de şehîd bûne, hatin hildan. Meşvanan pankartên “Bi îradeya jinên azad em ê dawî li polîtîka qirkirin û dagirkeriyê bînin” vekirin û dirûşmên “Qatil Erdogan” hatin berzkirin. Meş li Qada Aştiyê sekinî. Li vir endama Koordînasyona Rêxistina Kongara Star a Kantona Firatê Zozan Bekir axivî û diyar kir ku ew ê bi “Jin Jiyan Azadî” tola şehîdên xwe hilînin û got: “Bi van êrişan nikarin îradeya me bişkînin. Em ê bi hêza jina dawî li zîhniyeta dagirker û qirker bînin.”

Zozan bal kişand ser hewldana Rûsyayê ya pêkanîna dewriyekeke hevbeş bi artêşa Tirk re û birîndarkirina jinekê li Çilaxa û wiha domand: “Bi destê hêzên gerantor jî êriş dike. Divê em jî rabin ser pîyan. Em ê dawî li van komkujiyan bînin.”