19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara şandin Êlihê

Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara piştî merasîma li Parka Azadî ya Silêmaniyê ber bi bajarê wê Êlihê ve bi rê kirin.

Malbatê, cenazeyê rojnamevana çapemeniya azad Gulistan Tara piştî 9 rojan ji Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê girtin. Li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi beşdarbûna rojnamevan, çalakvan û kesayetên civakê, ji bo pêşwazîkirina cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara, merasîmek li dar xistin. Di merasîmê de li ser navê şîrketa Chetir daxuyanî dan û gotin: “Ev êriş di çarçoveya wan sucên ku dewleta Tirk ên li seranserî Başûrê Kurdistanê de ye. Armanca van êrişan bêdengkirina çapemeniya azad a li beramberî tawan û dagirkeriya dewleta Tirk e.”

Di merasîmê de rêveberê şîrketa Chetir Kemal Heme Reza daxuyanî da û êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên çapemeniya azad şermezar kir. Heme, berovajîkirina bûyerê ya ji aliyê dije terora PDK’ê ve şermezar kirin. Heme soza şopandina rêbaza şehîdên çapemeniya azad Hêro Behadîn û Gulistan Tara dubare kir.

Piştî merasîmê cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara şandin şîrketa Chetir ku lê kar dikir bi û ji wir jî ber bi bajarê Êlihê ve bi rê kirin.