Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re, azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmeha 2023’yan di asta navneteweyî de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir, bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Beşên cuda yên civakî diyar dikin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin li cîhanê mînaka wê tune û dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe.
Herî dawî 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtin, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û bi daxwaza dawîanîna li tecrîdê name ji Komîseriya Bilind a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandin.
‘Êdî divê Abdullah Ocalan azad bibe’
Yek ji kesayetên ku mohra xwe daniye binê nameyê Xelatgirê Nobelê Kîmyagerê Fransî Prof. Jean Pierre Sauvage li ser mebest û armanca nameyê ji ANF’ê re axivî.
Prof.Dr. Jean Pierre Sauvage bal kişand ser mijarên ku di nameyê de hatin nivîsandin û diyar kir ku tiştekî li wan xisûsan zêde bike nîne û got: “Birêz Abdullah Ocalan bi rengê herî giran hate cezakirin. Êdî dem hatiye ku bê azadkirin.”
‘Rola Abdullah Ocalan girîng e’
Prof. Dr. Jean Pierre Sauvage bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û got, “Berdana birêz Ocalan wê ji bo têkiliyên navbera civaka kurd û hikumeta tirk gelekî baş be.”
Jean Pîerre Sauvage kî ye
Prof. Dr. Jean Pierre Sauvage di 21’ê Cotmeha 1944’an de li Parîsê ji dayik bû, kîmyagerek e ku li qada kîmya koordînasyonê pispor e. Sauvage sala 1967’an li Dibistana Bilind a Kîmyayê ya Neteweyî ya Strasbourgê mezûn bû, li Zanîngeha Strasbourg Louis Pasteurê doktoraya xwe temam kir. Sauvage li Zanîngeha Oxfordê jî post-doktora xwe çêkir, di navbera salên 1971-2014’an de li Navenda LêkoLînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) lêkolîn kir, di sala 2016’an de li Zanîngeha Strasbourgê weke profesor kar kir. Prof. Sauvage ku li qada kîmyayê mohra xwe danî binê gelek karên girîng, di sala 2016’an de li gel Kîmyagerê Skoç J. Fraser Stoddart û Kîmyagerê Hollandî Bernard Feringa bi karê xwe yê li ser makîneyên molekulan hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hate dîtin.