1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Di 1’ê îlona 1939’an de artêşa Hitler a Almanyayê Polonyayê dagir kir û rê li ber şerê duyemîn ê cîhanê vekir. Di şer de 50 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. Di şerê cîhanê yê duyêm de 7 milyon mirov di kampên mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî şer, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku careke din şer destpê nekin û aştiyeke gerdûnî pêk were, 1’ê Îlonê weke “Roja Aştiya Cîhanê” îlan kir. Êdî 1’ê Îlonê, li navênden cihanê yên curbecur bi çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin.Niha jî li Rojhilata Navîn, Kurdistan, Filistîn û Ukraynayê şer dijwar e. Her roj bi dehan însan tên kuştin. Bi hezaran însan ji cih û warên xwe koçber dibin.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçberan a Navneteweyî di 2020’an de 280.6 milyon û di sala 2022’an de li tevahiya cîhanê 281 milyon mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Li gorî Federasyona Bilind a Penaberên Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê îsal 38 hezar welatiyan koç kirine. Li tevahiya Iraqê 75 hezar welatî koç kiriye. Bi minasebeta 1’ê Îlonê, têkildarî rewşa aştî û şerê li cîhanê Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn pirsên Xwebûnê bersivand. Pirs û bersiv wiha ne:
Çîroka 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê çi ye? Çima girîng e.
Roja ku me 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê qebûl kiriye, di heman demê de salvegera 1’ê Îlona 1939’an a ku Almanya Polonya dagirkiriye ye. Yanî roja destpêka şerê duyemîn ê cîhanê ye. Piştre Neteweyên Yekbûyî di 7’ê Îlona 2001’an de biryar dan û 1’ê Îlonê weke Roja Aştiya Cîhanê îlan bikin. Wê demê cîhan xwedî du enî (pakt) bû. Eniyên ku Amerîka û Yekîtiya Sovyetan serkêşiya wan dikirin. Van herdu eniyan 1’ê Îlonê wekî roja aştiya cîhanê pênase kirin. Her çend van eniyan 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê qebûl kirin jî piştre Neteweyên Yekbûyî 21’ê Îlonê wekî roja aştiya cîhanê qebûl kir. Niha hin derdor 21’ê Îlonê wekî roja aştiya cîhanê pîroz dikin.
Piştî 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê 42 sal in ji bo aştiyê têkoşînek heye. Heta niha çiqas aştiya cîhanê pêk hatiye. Ku pêk nehatibe çima pêk nehatiye?
Hêzên mêtinger û emperyalist ku serwerê cîhanê ne, astengiyên herî mezin ên li pêşiya aştiya cîhanê ne. Wekî hemû parazvanên mafên mirovan û siyasetmedarên demokrat em jî wisa dizanin ku hêzên mêtinger û emperyalist li pêş aştiyê astegn in. Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber ku heta niha di bin bandora hêzên emperyalist ku di serî de Amarîka heye, NY’ê heta niha bi awayekî rast têkoşîna aştiyê pêş nexist. Di vî milî de her tim rexneyên me hene. Heta NY hin şeran wekî muteber qebûl dike û hin şeran wekî muteber qebûl nake. Eger di şer de ew qas însan jiyana xwe ji dest didin û li dijî vê yekê tedbîr nayên girtin, sedema wê dewletên ku hiqûq û peymana şer binpê dikinin. Sûcê şer dikin. Dewletên ku Peymana Cenevre îmze kirine hiqûqê binpê dikin. Sedama ve yekê jî nebesiya NY’yê ye.
Erdnîgariya ku em lê dijîn erdnîgeriya şer e. Bi taybetî piştî salên 1985’an, şer û pevçûnek mezin pêş ket. Di navbera tevgera kurdan û dewleta tirk de pevçûnek mezin destpê kir. Niha jî didome. Lê divê mirov beriya wê jî bibîne. Beriya hebûna PKK’ê, nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan, çi bû? Divê mirov vê rastiyê bibîne û binirxîne. Bîrdoziya fermî ya Tirkiyeyê, yek nasnametiyê qebûl dike. Ev nasnameya tirk û mislimanên sunî ye. Ji xeynî vê nasname û baweriyê, hemû nasname û baweriyên din an tunekiriye yan jî tune dihesibîne. Ji ber vê yekê dema em li qetlîamên li Kurdistanê û gorên bêkes difikirin, em dibînin ku nêzîkatiya li hemberî meseleya kurd ji avakirina komarê heta niha, çiqas bi pirsgirêk e. Ez difkirim ku mirov wisa bifikire û li meseleyê binere. Divê mirov meseleyê bi damezirandin û beriya damezirandina komarê destpê bike. Ji 1915’an em binerin, polîtîkaya îtîata niştecihî, ji xeynî nasnameya tirk û sunniyan, hemû nasnameyên din tune dihesibîne û tune dike. Di esasê xwe de divê ev bê niqaşkirin. Mixabin ji ber ve polîtîkayê îro hêj rewşa şer û pevçûnê didome.
Têkoşîna ji bo aştiyê çiqas têr dike? Mirov nêzîkatiya hikûmetê ya bi gotina “Li welat aştî li cîhanê aştî” pesnê xwe dide çawa şirove bike?
Me di salên 1990’î de gelek binpêkirinên mafan ku ji aliyê dewletê ve pêk hatin dîtin. Wekî Komeleya Mafên Mirovan, wê demê me hewl da xwe bigînin hemû qadên ku şer lê heye, hemû qadên ku binpêkirina mafan lê heye, hebû kesên dihatin binçavkirin û kesên ji aliyê kontir-gerîla ve dihatin kuştin û heta şewata gundan, lêkolîn bikin û bikin rapor. Em bi xwe rastî gelek binpêkirinên mafan hatin. Gelek maf li pêş çavên me hatin binpêkirin.
Îro piraniya erdnîgariya Tirkiyeyê vê rastiyê nizane, yan jî naxwe zanibe. Ji ber ku li vê erdnîgariyê meseleyek esasî heye. Ew pirsgirêk jî kesên xwe wekî muxalefet ango îktidar pênase dikin, ji heman bîrdoziya îtîatî û terakî xwedî dikin. Ev beş çi çepgir, çi rastgir ne girîng e, hê hebûna xwe berdewam dikin. Bêguman ez beşek kesên çep naxim nava vê yekê. Beşek mezin a îtîatkar li ser vê axê serwer e. Ev beşa her çend bi gotina “Li welat aştî, li cîhanê aştî” aştiyê biparêzin jî, ev gotin li ser vê axê her tim di gotinê de maye. Neketiye meriyetê.
Li ser erdnîgariya ku em lê dijîn mixabin bi qasî em dixwazin polîtîkayek aştiyê nehat avakirin. Sedema vê yekê jî hem îktîdar û hem jî muxalefet a ku xwe ji çavkaniya heman hişmendiyê digire. Ez mînak bidim li ser vê erdhîgariyê bi taybetî li Kurdistanê, pêvajoya ku kurd hinekî aram bûn û hinek be jî rûyê wan keniyan, pêvajoya ‘aştiyê’ bû. Lê îro partiya CHP’ê ku muxalefeta sereke ye, li şûna rexneya ‘Te çima pêvajoya aştiyê bi ser nexist û te çima bi aştiyê bi encam nekir” bike, rexneya “Te çima ev pêvajo da destpêkirin” û “Tu çima bi ‘teroristan’ re rûnişt” li îktîdarê dike. Muxalefeta sereke, bêtir bi hişmendiya rastgir nêzî mesemeleya kurd dibe. Pirsgirêka esasî çawa nêzî meseleya kurd dibine. Ji ber vê yekê, muxalefeta sereke bi awayekî mexdûran li gorî xwe hildibijêre. Yên nêzî xwe wekî mexdûr nîşan dide, yên dûrî xwe jî wekî tevgera azadiyê qet nabîne. Binpêkirên li dijî mafê kurdan qet wan eleqeder nake.
Eger hemû kes aştiyê dixwaze çima şer heye? Çima balafir bajaran bombebaran dike. Şer çima û kêrî kê tê?
Mixabin her kes aştiyê naxweze. Li ser vê erdnîgariyê îktîdar û muxalefet, tenê dixwaze bi tîpa mirovên ku li gorî bîrdoziya xwe ya fermî ava kiriye re aştiyê bijî. Eger hûn muxalefetê bikin û bîrdoziya fermî rexne bikin. Bi taybetî hûn bixwazin meseleya kurd bi rêça aştî û demokrasî çareser bibe, mixabin ev hişmendî tu carî naxwaze bi were bê cem hev û polîtîkayên aştiyê li vir bi dawî dibin.
Şer herî zêde bandorê li ser kê dike?
Di şer de yên herî zêde bi bandor dibin, bêguman wekî hemû şerên li cîhanê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Bi taybetî piştî 1997’an û vir ve ez di qada tundiya zayendî ya li dijî jinan ku çavkaniya xwe ji dewletê digire de dixebitim. Jin ji van polîtîkayên şer çiqas bi bandor dibin, di qada şer de çiqas rastî îşkenceya zayendî tên, piştre ev şopa îşkence û travmayê heta dawiya emrê wan çiqas xuya dike ez baş dizanim. Ji ber vê yekê mexdûrên herî mezin zarok û jinin. Dema ku em dibêjin tundiya li dijî jinê polîtîk e, em qala vê rastiyê dikin. Tundiya di ziman û kiryarê dewletê de heye, bandorê li ser hemû beşê civakê dike. Ev tundî li ser jin û zarokan hebûna xwe berdewam dike. Min got di hemû şeran de herî zêde jin mexdûr dibin. Ez mînakekê bidim. Di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de, gelek jin ji aliyê leşkerên eniya hemberê ve rastî tacîz û tecawizê hatin. Gelek jin hatin kuştin. Lê mixabin piştî şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê, Dadgehên Navneteweyî yên Nuremberg û Tokyo ku hatin avakirin, tundiya li dijî jinan wekî sûcê şer nehat nirxandin. Piştî şerê Bosna û Ugandayê bi têkoşîna jinan êdî tundiya li dijî jinan, wekî sucê şer hat dîtin.
Bandora şer a li ser penaberan çi ye?
Yek ji encama şer jî penaber û koçberên li pey xwe dihêle ye. Ji ber ku polîtîkaya penebaran a dewleta Tirkiyeyê tune ye. Hebe jî pir cudakar û nijadperestî ye. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê sînorê erdnîgariyê danîye ser peymana Penaberan a Neteweyên Yekbûyî. Tirkiye dibêje; ‘Eger penaber ji welatên Ewropayê bê ez ê statuya penaberan bidim wan’. Mirovên ku ji Afrîqa û Afganistanê tên wê wan wekî penaber nas nake û statuya penaberan nade wan. Li gorî ku tu mirov ji welatên Ewropa koç nake û nayên Tirkiyeyê, hemû penaberên tên jî ji Rojhilata Navîn û Afrîqayê tên Tirkiyeyê. Ev penaber bêstatu li vir dijîn. Rastî hemû êrîşên nijadperestî tên. Bi taybetî jinên zarok rastî îstîsmarê tên. Wekî karkerên erzan didin xebitandin. Ew kesên ji bo xwe dibêjin muxalif, li şûna vê polîtîkaya cudakar rexne bike, ji îktîdarê zêdetir bi zimanekî nifrînê li dijî penaberan tundiyê pêş dixe. Polîtîkaya nifrînê bi rexistin dikin. Ev rewşek pir bi tirs e. Ev penaber bi cînayetên nefretê re rû bi rû dijîn.
Bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser şer û aştiyê çi ye? Hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê divê mirov çawa şirove bike?
Li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdek giran heye. Pergala tecrîdê ku li Îmraliyê xistine meriyetê, di zagon û hiqûqa dewleta Tirkiyeyê de jî tuneye. Dewleta Tirkiyeyê li girtîgehên din xwedî politikaya înfazê ye. Lê li Girtîgeha Îmraliyê polîtîkayek taybet tê meşandin. Ji ber vê yekê polîtîka tecrîdek giran li girtigeha Îmraliyê li ser girtiyan tê sepandin. Ev pir aşkere xuya dike ku li diji hiqûqê ye. Lê mixabin muxalefeta sereke tu carî ev rewşa li dijî hiqûqê neanî ziman. Ji ber vê yekê eger rojekê dê polîtîkayên aştiyê têkevin meriyetê, wê demê bi awayekî aşkere vê tecrîda li Îmraliyê di nava raya giştî de niqaş bikin û bikin rojev. Lê mixabin ev rewşa niqaşkirina tecrîdê hêj li ser vê erdnîgariyê nepêkan e. Ne muxalefet û ne jî îktîdar bi tu awayi nêzî vê mijarê nabin. Tecrîda li Îmraliyê nîşan dide ku li Tirkiyeyê polîtîkayên şer didomin û dê bidomin.
Ji bo aştiyê têkoşînek çawa heye?
Li dijî van polîtîkayan mixabin li ser vê erdnîgariyê, bi rastî yên têdikoşin tenê ji sedî 15 kes hene. Muxalefeta sereke mexdûran li gorî xwe hildibijêre û li gorî bîrdoziya fermî tev digere. Ji sedî 15 kesên li vî welatî ji bo aştiyek mayînde têkoşînek mezin dide û bedelên giran dide. Berdewamkirin û pêşxistina vê têkoşînê erka me tevan e. Wekî parazvanên mafên mirovan, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em ê her tim polîtîkayên aştiyê berdewam bikin û dest ji polîtikayên aştiyane bernedin.
Eren Keskîn kî ye?
Di nîsana 1959’an de li Bûrsayê ji dayik bûye. Malbata wê ji Sîwasê ye. Li Zanîngeha Stenbole Fakulteya Hiqûqê xwendiye. Di sala 1989’an de li Komeleya Mafên Mirovan dest bi xebate kir. Ji wê demê heta niha parêzvaniya mafên mirovan dike. Parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiriye. Heta niha zêdeyî 140 doz lê hatine vekirin. Ji ber nivîs û fikrên xwe bi salan cezayê girtîgehê û pereyan lê hatiye birîn. Heta niha Xelata Aştiyê ya Aachen, Xelata Duristî û Wêrekiyê ya Theodor Haecker, Xelata Hrant Dink û herî dawî Xelata Olof Palme girt. Niha Hevseroka ÎHD’ê ye.