19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê fikrên Rêber Ocalan bêtir belav bikin’

Berdevkê Însiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzendê Munzur der barê pêngavê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê nirxandin kir û got: "Em ê fikrên Rêber Ocalan bêtir li cîhanê belav bikin."

Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê û Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan, komxebatek bi navê “Tecrîd û pêşîgirtina fikrên demokratîk û civakî yên Abdullah Ocalan” li Qamişloyê pêk anî. Gelek rewşenbîr, mamosteyên zanîngeh û dibistanan tev li komxebatê bûn. Berdevkê Însiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzendê Munzur der barê pêngavê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê nirxandin kir.

Ferzendê Munzur, anî ziman ku pêngava cîhanî ya “Azadiya Rêber Ocalan û çareseriya siyasî ji doza kurd re” îsal di asta duyemîn de didome û got: “Me gelek çalakî li dar xistin. Çalakî di aliyê fikirî, hiqûqî, tenduristî û diplomasî de pêk hatin. Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji mîrasê fikrên Abdullah Ocalan gelek bi bandor bûye. Kesayet, fikir, berxwedan, felsefeya wî bandorek mezin li ser gel kiriye. Rêbertî nêzî 20 salan li vir ma.”

Ferzendê Munzur, bal kişand ser çalakiyen ji bo azadiyê û wiha axivî: “Çalakî ji bo azadiya rêbertiyê ne. Ev çalakî bi tevlêbûna ciwan, jin, partiyên siyasî, komîn, meclis û saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan û rewşenbîran pêş dikeve. Me panel, konferens li asta piraniya bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Ev çalakî li bajarên Heleb û Şamê jî pêk hatin. Yek ji çalakiyên girîng, me kampanyaya komkirina îmzeyan pêk anî. Me îmze ji serokatiya meclisa Yekîtiya Ewropayê û saziyên cîhanî yên din re şandin. Di vê kampanyayê de 3 milyon û 600 hezar îmze hatin komkirin.”

Munzur, bal kişand ser konferansan û got: “Me konferensek derbarê tenduristî, hiqûqê de pêk anîn. Ev konferens li ser pênasekirina fikir û kestayetiya Rêber Ocalan bû. Piştî vê konferensê me name ji Yekitiya Parêzeran, Meclisa Tenduristiyê, Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo saziyên cîhanî û Ewropayê yên bi karê tenduristî û hiqûqî radibin re şandin. Me di nameyan de xwest ku tecrîd rabe û Rêber Ocalan azad bibe. Li ser çareseriyê û li dijî komployê li Heleb, Minbic, Dêrazor, Hesekê, Qamişlo gelek panel pêk hatin. Di konferansan de bîrdoziya civaka demokratîk hat niqaşkirin. Me bi Meclisa Tenduristiyê re jî konferenseke tenduristiyê pêk anî.”

Munzur li ser xebatên navdewletî jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Me ji meclisê dewletên wekî Amerika, Kongreya Amerika, Rûsya, Hind, Sîn, Fransî, Almanî, Brîtanî û Yekitiya Ewropayê re name şandin. Me xwest tecrîdê rakin û ji bo azadiya Rêber Ocalan bixebitin. Me destnîşan kir ku bandora Rêber Ocalan a li ser çareseriya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn gelek e. Me disa ji meclisa gelên Rojhilata Navîn re jî name şandin. Me ji piraniya sazî, rêxistin û partiyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê re name şand û me xwest rola xwe bilîzin.”

Hezar pirtûk belav kirin

Ferzendê Munzur, anî ziman ku rewşa Rêber Ocalan ji nêzîk ve dişopînin û wiha pêde çû: “Dewleta tirk, her ji 3-6 mehan carekê cezayên dispilînî li Rêber Ocalan dibire. Em li dijî van cezayan daxuyaniyê didin û bertekên xwe tînin ziman. Em dixwazin gel, saziyên cîhanî rola  xwe bilîzin û vê rewşê bi dawî bikin.” Munzur, da zanîn ku malpera wan her roj peyv û gotinên Rêber Ocalan nû dike û wiha pêde çû: “Nûçeyên derbarê kampanyaya cîhanî, pirtûkên Rêbertî, bi zimanê erebî, kurdî, foto û çalakiyên cur bi cur parve dike. Di vê demê de, me zêdeyî hezar pirtûkên ji Manîfatoya Şaristaniya Demokratîk diyarî rewşenbîr, hiqûqzan û şêxeşîran kir. 650 romanên bi foto yên li ser hiqûqê li endamên însiyatifê belav kir. Me ji partî, şêx, pêkhate li hundirê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn û cîhanî xwest ku rola xwe bilîzin. Me serdana 33 partiyên ereb, kurd, suryan, asûr kir û ji pêkhateyan jî rûsipiyên kurd, ereb, çerkes, suryan, ermenan kir. Me di vê xebatê de dît ku gel bi Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û pir ji kesayet, berxwedan, fikirên wî hez dike. Me bi rêya van çalakî, nameyên zext li saziyên Ewropa cîhan, hiqûqî, siyasî kir ku erka xwe pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin.

Komên însiyatifê ava kir

Munzur, destnîşan kir ku hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê Rêber Ocalan, rêberê hemû gelên Rojhilata Navîn qebûl dike û bawer dike ku Rêber Ocalan Konfederaliya Demokratîk temsîl dike. Bawer dike ku dê azadiya Rêber Ocalan gelek pirsgirêkan bi rêyên demokratîk û ekolojîk çareser bike. Komîteyên Însiyatifa Azadiya Rêber Ocalan li Qamişlo, Hesekê, Tebqa, Minbic, Helebê ava kir. Endamên van însiyatifan pirtûkan ji ciwan, jin, hiquqnas, rewşenbîr, siyasetmedaran re dixwînin û niqaşan zêde dikin. Bi xwendina pirtûkan gel perwerde dikin. Dê xwendina pirtûkan berdewam bike û dê gelek kesên din beşdar bibin.”

Dê fikrên Ocalan kûr bikin

Ferzendê Munzur, bal kişand ser xebatên pêş û wiha bi dawî kir: “Ji bo plan û çalakiyên me yên dema pêş, em ê bi saziyên hiquqî, siyasî û tenduristî yên Yekikiya Ewropyê re niqaşan pêş bixin. Em ê bi saziyên hiqûqî, rewşenbîr û kesayetên Rojhilata Navîn re, nîqaşan zêde bikin. Em ê panel, konferensên cuda yê fikirî, hiqûqî û gelek mijarên din li dar bixin û Rêber Ocalan bêtir bidin naskirin. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê em ê xwe bigihînin gelek pêkhate, partî, saziyên civaka sivîl ji bo çalakiyên bi bandor û zexim çêbikin. Em ê hewl bidin dawî li tecridê bînin. Em ê Manîfastoya Şaristaniya Demokratîk ê Rêber Ocalan bikin broşur û belav bikin. Em ê çalakiyên cur bi cur li qada Rojhilata Navîn belav bikin.”