4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo erka Meclisa Tirkiyeyê çiye?

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêş Meclisa Tirkiyeyê berdewam dike. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, li kurê Emîne Şenyaşar  Ferîd Şenyaşar geriya û got: “Qetlîam meclisê eleqeder nake. Ev çalakî itibara meclisê xera dike.”

Emîne Şenyaşar ku 3 sal in bê navber li Edaletê digere, ji ber edalet pêk nayê, niha nobeta xwe li pêş Meclisa MEZIN a Tirkiyeyê berdewam dike. Çalakiya nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê di roja 6’emîn de berdewam kir. Balkêş e Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş, li kurê Emîne Şenyaşar  Ferîd Şenyaşar geriya û got: “Qetlîam meclisê eleqeder nake. Ev çalakî itibara meclisê xera dike.” û xwest çalakiyê li pêş meclisê çênekin.

Kêliya ku Emîne Şenyaşar çalakiya xwe didomand, Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ê AKP’yî ku wir de derbas bû hat cihê çalakiyê. Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: “Xwedê alîkarê we be. Ev mesele wê li Meclisê were çareserkirin neyê çareserkirin bi wê nizanim lê belê Tirkiye hemû bi doza we hesiyaye û dizane.”

Paşê Emîne Şenyaşar li vir rûnişt û ewlekarên Meclisê xwestin wê asteng bikin. Şenyaşar bertek nîşanî hewldana astengkirinê da û got: “Gelo Meclisa mezin ev e?”