12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Girtîgehê ji ber helbestên kurdî 11 roj ceza li girtiyan birîn

Girtî Enes Îlgen û Serdar Başaran li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê tên ragirtin. Reveberiya girtigehê ji ber di lênûskên wan de helbest û stranên kurdî hatibûn nivîsandine, 11 roj cezayê hucreyê li wan birîn.

Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)  serdana girtiyên di Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê de tên ra girtin, kirin. Girtiyên bi parêzeran re hevdîtinê kirine anîn ziman ku îdareya girtîgehê di 6’ê hezîranê de bi ser qawîşan de girtine, di serdagirtinan de bi hinceta di lênûskên Enes Îlgen û Serdar Başaran de helbestên kurdî hene, di 15’ê tebaxê de ji herdu girtiyan re 11 roj cezayê dîsiplinê hatine birîn.

Serokatiya Lijneya Dîsiplînê ya Îdareya Girtîgehê di biryara xwe ya bi hinceta “propagandaya rêxistinê” daye de ev tişt hatin gotin: “Di lêgerînên 6’ê hezranê de nîşeyên hatine bidestxistin de, hatiye nirxandin ku helbest ji gotinên merşan pêk tê, merş jî wek bîrdozî propagandaya PKK’ê û KCK’ê dike, ev yek moral û motîvasyona girtiyan zêde dike, biryardariya wan zindî digire.”

Parêzer destnîşan kirin ku ew ê ji bo girtiyên ceza li wan hatine birîn, serî li Dadgeriya Înfazê bidin.