Karkerên kana Fernas Madencîlîk a li navçeya Somayê ya Manîsayê ku xwediyê şîrketê parlamenterê AKP’ê Ferhat Nasiroglu ye, bûn endamên Sendîkaya Kar a Madenê ya Serbixwe ji kar hatin avêtin. Pişti karker ji kar hatin avêtin dest bi çalakiyê kirin. Piştî karkeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin, leşkeran 70 karker binçav kirin.
Leşkeran Serokê Sendîkaya Kar a Madenê ya Serbixwe Gokay Çakir jî di nav de herî kêm 70 kes binçav kirin.
Karkeran li ser navê sendîkayê agahî parve kirin û gotin yên sûcdar nayên binçavkirin, lê karker tên binçavkirin. Divê esil patron bên binçavkirin. Çima patronan binçav nakin? Çima karkeran binçav dikin? Serokê sendikaya me Gokay Çakir ji di navde 70 kes binçav kirin. Em tu carî natirsin. Em ê dîsa bên. Em deng bidin hev û bi hevre bi ser bikevin.”