Îro dîsa di tûrikê me de çend zûgotinok hene û em ê dîsa bi we hêjayan re parve bikin. De werin em dest pê bikin û pirsa xwe ya her tim bipirsin.
Gelo kî dikare sê caran li pey hev bêje:
Me qurmê darê birî
Jûjî ji bin gindirî
Xwe li hev kir girêk
Bû nola girêkek tirî
Heke nikaribî wê bêjî ka vê biceribîne:
Melayek ji wê va tê
Şaşa wî li serî
Şaşê tu çi şaş î
Heke ew jî nebû dê ji sedî sed ev çêbibe:
Mifta mitfeqê
Çavkanî: Mihemedê Kurdo