Her dîrokek xwedî zimanek e. Hin dîrokan ziman daye taht û latan, hin dîrokan ziman daye avahî, dar û beran û hin dîrokan jî ziman daye çand û hunerê. Dîrok di roja îro de veşartiye.
Em di dîrokê de, dîrok jî di niha de veşartiye. 13 hezar sal beriya niha bû. Mirovan ji bo karibin li hemberî birçîbûn, tîbûn û şerê xwezayê têbikoşe dest bi lêkolîn û lêgerînan dikirin. Hêdî hêdî bi cih û war dibûn. Ji jiyana koçber derbasî jiyana niştecihî dibûn.
Mirovahiyê yekem car li ser axa Mezopotamyayê dest bi jiyanê kiriye. Yekem car li vir dest bi seydvanî, neçirvanî û cotkariyê kiriye. Tavê ewil li vir li ser axê reşandine. Her wiha dîsa yekem car li ser axa Mezopomya dest bi kedîkirina sewalan kirine û derbasî şûnwariyê bûne.
Yekem car li vir kevir danîne ser kevir û diwar ristine/lêkirine. Ji bo ku mirov karibe bi zanistî li hemberî jiyanê têbikoşe û xwe bi rêxistin bikin yekem car li vir sinagog, perestgeh, dêr û zanîngeh vebûn û perwerdehiyê dest pêkir. Bajarê Nisêbînê ku bi bax û baxçeyên xwe, bi rezên tirî di cîhanê de navdar e serkêşiya zanistî, ol û perwerdehiyê kiriye. Di cîhanê de yekem car li ser axa Mezopotamyayê li welatê rengîn li Nisêbîna rengîn dêra ku wekî zanîngehê xizmet kir hate avakirin.
Berê perestgeh bû
Tê zanîn ku beriya Dêra Mor Yaqûp ango zanîngeh li vir ava bibe şûnwarê wê zîgurat û perestgeh bû. Beriya Zayinê nêzî hezar sal berê ji bo xwedavendan hatibû avakirin. Beriya ku dêr ango zanîngeh li ser vê perestgehê bê avakirin gelek caran hate girtin û hilweşiya. Lê belê piştî ku zanîngeh hate avakirin dersên felsefe, astronomî, wêje, matematîk, geometrî, tip, hiqûq û gelek dersên din dihatin dayîn.
Ji hezar xwendekarî re mezkenî kir. Vê zanîngehê zêdeyî hezar salî xizmet kir. Heta sedsala 13’emîn li ser piya ma û mamoste û zanist perwerde kirin û li cîhanê belav kirin. Li gorî çavkaniyên suryanan jî ev zanîngeh piştî mesîhê di sedsala 3’yemîn de li ser navê Mor Yaqûb hatiye avakirin. Mor Yaqûb di sala 307’an de li Epîskoposa Nisêbînê tê peywirdarkirin. Mor Yaqûb ji ber biçûkbûna dêrê di sala 313’an de ji nû ve saz dike û mezin dike.
Tê zanîn ku Epîskopos Mor Yaqûb û xwendekarê wî şaîr Mor Efram di sala 325’an de li Nîkîayê (Îznîk) beşdarî yekem civata (kongre) xiristiyanan dibin û di vegera Nisêbînê de bingehê zanîngehê davên. Zanîngeh di sala 326’an de deriyê xwe ji xizmeta olî û zanistiyê re vedike û xwendekaran hembêz dike. Mor Efrem 38 salan rektoriya Zanîngeha Nisêbînê kir. Li vê zanîngehê di navbera 800 û hezar xwendekarî perwerde didîtin. Li zanîngehê her çiqas zimanê perwerdehiyê yê fermî suryanî bû jî dîsa bi zimanê girekî jî perwerde dihat dîtin.
Gelek feylozof li cîhanê belav kir
Sazûmankarê zanîngehê Mor Yaqûp di sala 338’an jiyana xwe ji dest da û gora wî li hundirê zanîngehê beşa qrîpta di hundirê lehîtekê de hate veşartin. Berga vê lehîtê ji mermerê Çermûkê bi avayekî taybet hatiye çêkirin û ji navçeya Çermûkê ya Amedê birine Nisêbînê. Niha milê dêrê yê rojava hilweşiya ye û tenê navenda dêrê û rojhilatê dêrê li ser lingan maye.
Zanîngeha Nisêbînê gelek feylozof û alim perwerde kirin û li cîhanê belav kirin. Dêra Mor Yaqûp her çiqas wekî îbadetxaneya olê xirîstiyaniyê hate ava kirin jî di her warê jiyanê de mirov perwerde kirin û kir xwedî ilm.
Mîmarî û lêkirina Dêra Mor Yaqûb li gorî bawerî, çanda civaka Nisêbînê hatiye avakirin. Berê dêrê bi rojhilat û deriyê dêrê jî bi rojava ve ye. 3 salonê vê dêrê hene. Her salonek ji aliyê rojava ve bi deriyekî vedibe derve û bi 4 deriyan vedibin salona navendî. Her wiha salona navendî jî li milê bakur bi 4 deriyan, li milê başûr jî bi 4 deriyan vedibe salonên rex xwe. Niha tenê salona navendî û salona bakur li ser lingan maye. Salona başûr jî hilweşiya ye. Li ser her deriyekî salonan neqş û fîgurên cûda cûda hene. Ev fîgur ji goşiyên tirî, hinar, gulên spî, berû û çaman pêk tê. Li beşa navendî beşa keşe, rahîp û şamaz, beşa cimhetê û beşa vaftîzê heye. Keşe ango rahîp, li pêş cimhetê li ser dikê berê xwe didin Qudîş Qûtşîn-Apsîs ango mîhrabê û dest bi îbadetê dikin. Neqş û fîgurên li ser Qudîş Qûtşîn li gorî çand û kevneşopiya civakan tê guhertin. Li ser çember û jora Qudîş Qûtşînê Dêra Mor Yaqûp fîguherên team û sewalan hatine kolandin.
Li pişt keşe û pêşiya civatê 2 heb gûdo hene. Li ser van gudoyên ku ji kevirê mermer hatine çêkirin pirtûkê pîroz têne xwendin. Ev kevirên ku hezar û 700 sal berê wekî maseyan hatibû bicihkirin niha jî wekî destpêka xwe zindî ne. Li ser van gudoyan şamaz ayînan dixwîne.
Fîgûr çanda herêmê nîşan didin
Li ser çembera deriyên başûrê salona navendî fîgur û neşxeyên tirî, belê tirî, gul, qozalaxên darên çam û berûyan heye. Li ser deriyê yekem; kereng, kozalaqê çam û berû heye. Li ser deriyên duyem; pelên mêwê û goşiyên tirî heye. Li ser deriyên sêyem, gulên spî hatiye neqişandin. Li ser deriyê çaremîn jî; goşiyên tirî, pelên mêwê û gulên spî hatine neqişandin. Her wiha li ser deriyê salona bakur jî dîsa pel û teamên cûr be cûr hatine neqişandin û xemlandin. Ev fîgur û neqşeyên li ser van deriyan çand û daba wê demê her wiha bilindin û meşqaleya wê demê dide nîşan. Li gorî bawerî û çanda suryanan kesê ku keda wan û nirxên wan di parastina dêr û ol de hebe, dema ku diçin ser dilovaniya xwe li hundirê dêrê têne definkirin. Li salona milê bakur gora jina bi navê Şimonê Demîr a suryan ku 50 salî nobedariya dêrê kiriye û di sala 1973’an de çûye ser dilovaniya xwe heye.
Suryaniyan dêr parast
Li derveyî dêrê odeyên taybet, goristanek biçûk, pergala kêzîn (kanalîsazyon) û hewşa dêrê mîmariya wê demê û çanda wê demê li pêş çavan radixe. Ev beşên derveyî dêrê ku heta sala 2 hezaran di bin axê de mabû piştî erdkolojî û lêkolîna çend salan hêdî hêdî derket ser rûyê axê. Ji van xirabeyan jî tê xuyakirin ku zanistî û mîmariya wê demê gelek gelek pêşketî û di asta herî bilind debû. Di wê demê de stûnên mermer yên stûr û drêj bi hostetiyek pir zanayi û xasûkî hatiye avakirin.
Dîsa di avakirina dêr û beşên ode û avahiyên din de beton, çîmento û hesin nehatine bikaranîn. Hemû kevirên dêrê ji çiyayên bakurê Nisêbînê anîne. Tenê tê texmînkirin ku kevirên stûnê ku ji mermer pêk tê ji herêma Amedê ji Çermûkê anîne. Wê demê li şûna betonê, di lêkirina dîwaran de kils û nikar dikirin xerc û dîwar lêdikirin. Taybetiya vê xerca ku ji kils û nikarê pêk tê zexmbûn û emrê wê ye. Her ku sal derbas dibin ev xerç zexm dibe û emrê wê dirêj dibe.
Heta ku suryan li Nisêbînê dijiyan ev dêr û zanîngeha qedîm ku zanist, ol, ilm û hişmendiya felsefeyê li ser rûyê cîhanê belav kir ji îbadet û perwerdehiyê re xistem kir.
Lê piştî 1’emîn Şerê Cîhanê bi sazkirina komara Tirkiyeyê re suryan neçar man koçber bibin û berê xwe dan Mêrdîn û Mîdyatê. Vê bermahiya ku zanist, dîrok û ilm li cîhanê belav kir û kok û tovê şaristan, zanist û teknolojiyê avêt ser rûyê axê; ji ber ku nêzî 100 sal in bêxwedî ye, gelek dîwarê wê hilweşiyan e û di bin axê de mane. Serdemekê dîsa ji ber bêxwedîtiyê wekî gov hatiye bikaranîn. Lê belê piştî salên dawî kolandin destpê kir ji bo parastine derdorê vê zanîngeha dîrokî bi têlan hate pêçan û niha kirine bin parastinê.