Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an dest pê kiribû niha bi Xwendina Azadiyê berdewam dike. Her şev di pêşengiya partî û rêxistinên sivîl û demokratîk de gel li taxan kom dibin û pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwînin.
Amed
Di Xwendinên Azadiyê yên li Amedê de ji parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hin beşên mijarên “parastina cewherî” û “hevjiyana azad” hatin xwendin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Xana Axpar bi jinan re hatin cem hev. Jinên di malan de tên li cem hev, ji parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hin beşên mijarên “parastina cewherî” û “hevjiyana azad” xwendin û bi ser van mijaran nîqaş kirin.
Bismil
Li taxa Sergewrê ya navçeya Bismilê ya Amedê jî bi heman armancê bi tevlêbûna gelek welatiyan pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendin. Endam, rêveber û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê jî beşdarî xwendinê bûn.
Stenbol
Li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê jî li avahiya DEM partiyê kom bûn û pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendin. Komê ewil rêz girt û piştre dest bixwendinê kirin.
Bêdlis
Li navçeya Xelatê ya Bedlisê jî bi heman armancê pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendin. Welatî li malbatekê kom bûn û bi komî ji pirtûka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotarek xwendin û li ser gotarê fikrên xwe parve kirin.