Di 15’ê Tebaxê de di navbera Iraq-PDK û dewleta Tirk de li Enqereyê civînek hate lidarxistin. Di vê civîna ku dewama hevdîtinên beriya niha yên li ser esasê hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd bû, bi hevkariya PDK’ê di navbera dewleta tirk û Iraq’ê de ‘peymana ewlekariyê’ hat îmzekirin.
Bi peymanê dest bi êrîşan kirin
Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê di 21’ê Tebaxê de hûrgiliyên peymanê belav kiribû. Di peymanê de li gel rolê xiyanetê ku ji bo PDK’ê hatî diyarkirin, tê famkirin ku Iraq jî teslîmî siyaset û lîstikên dewleta Tirk bûye. Armanca peymana hatî îmzekirin, bi hevkariya berê ya PDK’ê û bi erêkirina Iraqê, dagirkerî û îlhaqa li ser Başûrê Kurdistan û êrişên li ser destkeftiyên gelê Kurd rewakirine. Li gorî peymanê armanca sereke ya peymanê ji holê rakirina metirsiyên li ser serwerî, ewlehî û aramiya her du welatane, lê eşkere ye ku niha metirsiya herî mezin ya li ser welat, dewleta Tirke. Dewleta Tirk bi erêkirina Iraq û PDK’ê hemû Kurdên azad ji bo xwe metirsî dibîne û vê êrişa dawî jî ev yek piştrast kir.
Li gorî xalek din a peymanê, armancek din ya peymanê xurtkirina hevkariya leşkerî, ewlehî û îstixbaratê ye. Dema mirov li êrişa dawî jî dinêre, bêyî desteka navxweyî yan jî îstîxbaratî, ti balafirên bê mirov nikarin êrişek wiha pêkbînin. Bivê re jî derdikeve holê, dewleta Tirk bi hevkariya destên di nav Iraq û PDK’ê de êriş dijî rojnamevanan pêkaniye. Ji xwe dewleta Tirk ji Iraqê xwest ku PKK’ê weke ‘rêxistinek qedexekirî’ bibîne û Iraqê vê yekê jî qebûl kir. Li gorî xalek din ya peymanê alî bi biryarin ku ‘li dijî rêxistinên qedexekirî têbikoşin’ û dê rê nedin van rêxistinan ku xaka wan li dijî aliyên din bikarbînin.
Dema mirov li vê xalê jî temaşe dike, dewleta Iraqê bi xwe bingeha êrişên li ser rojnamevan, welatî, çalakvan, mamosta û şoreşgeran daniye.
Biryara êrişan bihevre didin
Li gorî xalek din ya peymana di navbera Iraq-PDK û Tirkiyeyê de, alî lihev dikin ku navendeke hemahengiya ewlehiyê ya hevbeş li Bexdayê ava bikin. Ev navend dê girêdayî Fermandariya Operasyonên Hevbeş be û bi beşdariya wekhev a her du welatan were birêvebirin. Li gorî vê xalê jî dewleta Tirk êdî ne tenê li Hewlêr û Başûrê Kurdistanê, xwe gihandiye Bexdayê jî bi êrêkirina Iraqê wê êrişî Gelê Kurd bike.
Dema hemû xalên peymanê tên xwendin, eşkere dibe ku dewleta Tirk bêyî Iraq û PDK’ê ti êrişek nake. Ji xwe di çend mehên borî de diyar dibe bê ka dewleta Tirk çawa êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk bi mehane sewqiyatek mezin ya leşkerî li Başûrê Kurdistanê dike, gundan vale dike, nasnameyan kontrol dike. Tevî dagirkeriya berçav jî, deng ji Hikumeta Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistan, bi taybet jî PDK’ê dernakeve. Bivê bêdengiyê re ispat dibe ku peymana li Enqereyê, ya bi PDK-Iraq’ê re hatî îmzekirin, dijî hemû Kurdane.
Bi îmzekirina peymanê re êriş zêdetir bûn
Bi îmzekirina peymanê re dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê berfirehtir kir û ji erêkirina Iraqê ya ji bo dagirkeriyê, cesaretek mezin girt. Bi vê cesaretê dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê, wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de, du rojnamevanên bi navê Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, herwiha 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.
Bi qetilkirinê peyman kete meriyetê
Bi vê êrişê re eşkere bû ku bi îmzekirina peymana di navbera Iraq-PDK û Tirkiyeyê de, li ser hesabê qetilkirina hemû Kurdane. Wek encam jî hat dîtin ku peymana di navbera Iraq-PDK û Tirkiyeyê de bi qetilkirina rojnamevanan ketiye meriyetê!.
Çavkanî: Rojnews