Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Bi hêvî me ku bi dilê we bin. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin da ku em wan jî biweşînin.
1- Mamê mino mamanî
Bizina kal e
Li ser mal e
Ne didoşin
Ne difiroşin
Kî dizane ew çi ye?
2- Tiştek min heye
Bizina kal
Ser girê evdal
Hir ho dikim
Hey ho dikim
Nayê xwar
Hûn dizanin çi ye?
3- Tiştek min heye
Bûka mîrê Hesena
Heft kur û heft keçê destan e
Ne şîr e ne pizwan e
Ew çi ye gelo?
Bersivên me ev in:
1- Mêşa hingiv
2- Spî, sipih
3-Mirîşka kurd û çêçikên wê
Çavkanî: Mamikên Botanê