Li gorî daxuyaniyên Temerxanê Yazîcî, serlehengê “Mîrname a Hekariyan” yê herî pêşketî Mîr Îmadeddînê kurê Ehya Begê ye.
Dîroknasê mîrgeha Hekaryan ê ku sedsala 16’an de jiyayî Temerxanê Yazîcî, bûyerên Hekaryan ên wê serdemê, bi navê “MÎRNAMEYA HEKARYAN” bilewnê beyîta bi zimanê farisî nivîsandiye û gihandiye roja me. Ev berhema navdar destê malbata Mistefa Begê Atêsî de bû. Atês, gundekî Elbakê ye. Malbat ji xwe digehîne binemala mîrekên Hekaryan. Ez pêşiyê binemala qedirbilind ji can û dil pîroz dikim ku ew berhema giranbuha gişt 300 salan di nav şert û mercên giran de, rojên mihaciriya şerê cîhanê a yekemîn a ku herî kêm sê salan dever ji mirova hatî valakirin, ew rojên civak û çanda herêmê bi karesatên mezin ve rûbirû mayî de parastî, wekî nirxekî giranbuha veşartî û mirinê rizgar kirî.
Rêza duyemîn de ez nivîskar Seyda Xalid Sadinî jî pîroz dikim ku encama kedekî zor û zehmetkêşanê ve ew berhem zivirandiye zimanê kurdî û nifşên nû re kiriye diyarî. “Mîrname ya Hekariyan” ya ku ji 10 hezar û 570 beyîta pêkhatî du cîlde û ji aliyê weşanxaneya Peywendê ve hatiye çapkirin.
Nivîskar Temerxanê Yazîcî bi giranî cih daye bûyerên serdemê Zekeriya Begê, Ehya Begê, Mîr Şerefxan û kurê Ehya Begê Mîr Îmadeddîn desthilatdariya Osmaniyan piştî cenga Çerdêranê ji bona ku pêşberî neyarê xwe yê rojhilatê Safewiya ku li kêleka xwe de bigirin, rayedariya hin mîrekên Kurdan asta herî bilind de naskirî bû. Ew mîrekên xwediyê desthilatdariyekî xweser, pere(drav) li ser navê xwe didan çapkirin û xudbe li ser navê xwe didan xwendin. Sê ji va mîreka, ya Cizîra Botan, Bahdînan û Hekaryan cîranên hev bûn. Rêveberiya azad ve ew serweriya xweser pêhtir derxistibû pêş. Her sê mîrekan jî di navenda erdnîgariya Kurdistanê de cih digirtin.
Bêguman qasê erênî, neyîniya rayedariya xweser jî alozî çêdikir. Wan mîreka salên xwe bi giranahî dijminahiya hevdu ve diborandin. Xwîna xwe şerên navxweyî ve didan rijandin. Bes di pişt wê neyariya domdirêj de jî destê kedxwerên Osmanî û Safewiya hebû. Agirê pevçûn û bê tifaqiyê wan dida hilkirin û xweş kirin. Hîmê şerê desthilatdariya herêmê bi aliyê dagirkera ve hatibû avêtin. Tawanbarkirina mîrekên kurdan hêsan bû. Rayedarên Stenbolê mîrekên kurdan piranî bi alîgiriya Safewiya, rayedarên Îranê jî ew bi hewalbendiya Osmaniyan ve sûcdar dikirin. Kur kirîbûne dijminê babê, mam bûbû neyarê biraziyan. Ev tekoşîne di nav beytên dîroka Temerxanê Yazîcî de jî bi awayekî berfireh tê dîtin. Ew dost û welatparêzên dixwazin wê karesat û birakujiya çêbûyî nêzîk de binasin, dikarin berê xwe bidin daxuyaniyên dîroknas Temerxanê Yazîcî. Ew mijar ji ber ku berfirehe, ez nikarim gotarekê de cih bidim wan kiryarên çêbûyî yên nebaş.
Li gorî daxuyaniyên Temerxanê Yazîcî, serlehengê “Mîrname a Hekariyan” yê herî pêşketî Mîr Îmadeddînê kurê Ehya Begê ye. Yê ku babê wî sala 1617’an zayînî, pevçûnek a navbera wî û Waliyê Wan ê Tekelî Mehmet Paşa de jiyana xwe ji dest dayî. Îmadeddîn mirovekî şerxwaz bûye. Desthilatdariya kelata Çehriqê ya ku niha mayî dinav tixûbê rojhilatê de dibit rayedar. Pêşiyê yexme û talana ve gencîxane a xwe tijî dikir û hêzekî çekdar a lewnê nijdevana pêk tîne. Bi sazkirina wê yekîneyê ve hêza xwe a leşkerî rojbiroj xurt dikir. Bi taybet xenîmetê hêla Elbakê dest xistî ve zilm û zordariya xwe herêmê de dide nîşandan. Zordestiyekî mezin deverê de dide domandin. Zagonên desthilatdariyê baş dizane.Nîveka zivistanê Kelata Pîzanê ya rojava a Elbakê û kelata Colemêrgê dagir dikir. Mîrê Hekaryan ê wê serdemê mamê xwe Şerefxan Beg dikuje. Êrîşekî dijwar dibit ser kelata Çelê. Keviyên berfê yên bilindahiyên Serê Talê bi hêza mirova dide kelaştin. Topên histirî barkirî derbaz dikir û kelata Çelê dide topbarankirin. Ziyanekî qewre dida hin eşîretên kurd û asûriyên herêmê. Piştîvenêrîn kirina xakê Hekaryan vê carê jî êrîşa dibir ser Kelata Bêtenûr û Nêrwe. Yên herêma Bahdînan.
Dagirkirina kelata Nêrwe de du xalan bala min kişand. Ez dixwazim wa herdu kevneşopiya li gel xwendevana parve bikim. A yekemîn Mîr Îmadeddîn dixwaze ji bo aşîtî û lihevhatinê helwesta xwe nîşan bide, desthilatdariya Kelata Nêrwe, gustîrkekê ji wî re bişînin. Xelekeyên lewnê gustîrkê, çaxê pêşiyê dinav eşîretên Zagrosî yên bingeh Hûrî û Lûrî de jî nîşana serketinê hatiye zanîn. Xuya dibe ku ew kevneşopî 350 salan beriya roja me, herêma Hekaryan de derbasdar bûye. Ev xwesteka Mîrê Hekaryan, cîlda duyemîn rûpela 451’an de bi va rêzika ve hatiye nexş kirin:
“Bide wan û bihinere gustîkekê
Da ku piştî cengê bikeyn aşîtiyê.
Ji ber ku girîngiya aştiyê neêt bîrvekirin gustîrka tiliyê de hemû dema ber çavan, nîşana aştiyê bijartine.
Mijara duyemîn a girîng, Mîrê Hekaryan Îmadeddîn, ser radiweste û fermanê dide ku, peymana navbera herdu Mîra bi zimanê kurdî bihêt nivîsandin. Heman cildî rûpelê 448’an de ew rêzik jî bi va peyva ve hatine nivîsandin:
“Ferman da nivîsendeyê xwe Xanî
Gotê binivîse emrî bi zimanê kurdî.”
Li vir de jî em dibînin ku hin mîrekên kurdan ên xwediyê desthilatdariyekî xweser, peymanên aştiyê yên navbera xwe de, ne bi zimanê dewleta Osmanî û Safewiya, bi zimanê kurdî kar anîne.
Mîrname a Hekaryan ya bi hezaran beyîta pêkhatî, em nikarin gotarekê an jî çend gotara de şîrove bikin. Dema derfeta min çêbe, ez ê li ser hin xalên din ên girîng de jî dîtinên xwe bînim ziman.