Li Îranê binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe. Li aliyekî rejîma Îranê mirovan darve dike, li aliyê din tacîz, tecawiz, tiryak zêde dibe. Li Îranê kesên ji bo mafê sisayî têdikoşin û xwe bi rêxistin dikin, têne binçavkirin û girtin. Gelek ji wan jî têne darvekirin. Yên ji bo aborî debara xwe bikin kolberiyê dikin jî li ser sînoran têne qetilkirin. Kesên kujer, tacîz û tecawizkar û tiryakê pêk tînin jî nayên cezakirin. Bi taybetî di rojên dawî de darvekirin zêde dibe. Her wiha xwekuştin jî zêde dibe. Herî dawî zarokê 14 salî Ferîd Sadiqî di 12’ê tebaxê de ji ber rastî tacîz û tecawizê hat dawî li jiyana xwe anî.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, diyar kir ku di 12’ê tebaxa 2024’an, zarokê 14 salî Ferîd Sadiqî, ji ber rastî êrîşa zayendî ya kesên 50 salî H.T û kesê 35 salî K.I, hatiye li gundê Çomeqilû Gencî yê bajarê Qurwê dawî li jiyana xwe aniye.
Endameke malbata Sadiqî têkildarî mijarê agahî da Hengawê û got: “Piştî xwekujiya Ferîd û lênêrîna telefona wî, me zaniye ku du kes bi navên “H.T” û “K.I” li torên civakî yên “Şad” û “Rubîk” salek beriya niha bi berdewamî gefa belavkirina vîdyoyan jê kirine ku li dema destdirêjîkirina zayendî li ser navbirî hatiye tomarkirin. Ew du kesane sala borî çendîn caran ew zaroke neçar bi qebûlkirina daxwaza nemirovane û ne exlaqiyên xwe û herwisa bacwergirtina malî kirine.”
Têkildarî mijarê Rojnameger û nûçegihanê beşa Farisî ya DW ya Alman Omid Berîn anî ziman ku mixabin, ev ne cara yekem e ku bûyerek weha dilşikestî diqewime û wiha got: “Ferîd zarok bû. Bi rastî jî bû qurbaniya pêkhateya kevneşopiya civakê. Bû qurbana pergala siyasî ya desthilatdar. Ew qurbanê baviksalarî, feqîrî û paşverûtiyê ye. Feqîrtiya ku navendê li ser Kurdistanê ferz kiriye.”
Sûcdar hêza xwe ji hikûmetê digirin
Rojnameger Omid Berîn da zanîn ku yên tecawiz li wî kirine beşek ji hikûmetê ne û wiha berdewam kir: “Ew mirov nêzîkî desthilatdariyê ne. Ji ber vê yekê, ji xwe bawer in ku sûc û destavêtinê bikin. Gelek kesên van sûcan dikin nayên darizandin. Niha jî malbata Ferîd xwe bi qanûnê girtiye. Têkildarî mijarê kesên 50 û 36 salî hatin girtin. Ev kesana endamên xwecihî yên Pasdarên Şoreşê ne.”
Zêdeyî salekê ye destdirêjiyê dikin
Rojnameger Omid Berîn, anî ziman ku Ferîd zêdeyî salekê rastî destdirêjiya zayendî tê û wiha pêde çû: “Gef li Ferîd xwarin. Diyar kirin ku eger ew bêdeng nemîne û guh nede wan, ewê fîlman belav bikin. Zarokên din jî mexdûrên van pedofîlan hene. Xala balkêş mijara dozger e. Ji gundiyan yekî ji min re got ku wî par li ser van kesan gilî li Serdozgeriyê kiriye. Serdozgerê giştî got ku ev kes tecawizê zarokan dikin. Lê dozger got heta kes an jî kes giliyê xwe nekin ew nikarin gavan bavêjin. Gelek malbat ji ber mijarên wek navûdeng û paşeroja zarokên xwe li hember vê yekê bêdeng in û amade ne li dadgehê gilî bikin. Di doza dadgehê de, dibe ku cezayên cûda bêne derxistin. Di dehsalên borî de li Îranê kesên bi tawana “hevzayendî” yan “destavêtin”ê hatine îdamkirin. Lê kesên navdar jî hebûn ku ji her ceza xilas bûn.”
Barewî bi qanûnê nayê
Rojnameger Berîn bilêv kir ku niha midûriyeta tenduristiyê rapora tenduristiyê amade dike û ev agahî dan: “Lê garantiya cezakirina van kesan nîne. Mirov di şokê de ne. Lê di heman demê de baweriya wan bi qanûnê jî nayê. Ji ber ku di rastî de bi sîstema dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê nayê bawer kirin. Lê gelek aktîvîst di wê baweriyê de ne ku divê di vî warî de zêdetir xebat bên kirin. Mixabin ev mijar ne di pergala perwerdehiya Komara Îslamî û ne jî di medyayê de tên nîqaşkirin. Her weha, pergalên qanûnî xelet in û piştgirîya têr ji mexdûran re nadin.”
Rojnameger Omid herî dawî wiha got: “Çalakger dibêjin divê di vî warî de agahî bê dayîn. Wî fêrî malbat, zarok û mexdûran kir ku çawa li xwe xwedî derkevin. Mînak ez bi malbateke ku zarokê wê jî mexdûr bû re axivîm. Lê wan nizanibû ku çawa bi vê pirsgirêkê re mijûl bibin. Li aliyê din mijara “îtîbarê” nehişt ku di vê mijarê de agahî bidin.”