Dewleta Tirk di 23’ê tebaxê de wesayîta rojnamevanan li Silêmaniyê bombebarankir. Di encama êrişa SÎHA’yê de Gulistan Tara û Hêro Bahatîn şehîd bûn. Di êrîşa SÎHA’yê de 6 rojnameger jî birîndar bûn. Piştî bûyerê gelek komemeyên rojnamegeran ên li çar parçeyên Kurdistanê û saziyên mafên mirovan, Rêxistinên civakî û partiyên siyasî li ser hev daxuyanî dan û êrîşa li dijî rojnamegeran şermezarkirin.
Gulistan 24 sal temenê xwe da çapemeniya azad
Têkildarî bûyerê û xebata rojnamegeran Rojnamevan Hêlîn Asmîn nirxandin kir. Asmîn, ewil rojnamevan Rosîda Mêrdîn, Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi bîr anî û wiha got: “Li Kurdistanê ji bo rojnamevaniya kurd têkoşîneke di asta herî jor de dixwaze. Mînaka vê yekê berbiçav e. Dema em li dîroka çapemeniya kurd dinerin, mînakê wê berbiçav in. Şehîdên çapemeniya azad e. Bi taybet Gurbetelî Ersoz, Xelîl Dag, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Nagîhan Akarsel û gelek hevalên mîna wan em dikarin mînak bidin. Wekî wan bi sedan hevalên me yên şehîd hene. Li ser xeta çapemeniya azad têkoşiya ne û li ber xwe dane. Bi fikr, pênûs û ramanên xwe çapemeniya azad heta îro anîne. Gulistan Tara jî yek ji van hevalan e. Nêzî 24 salên temenê xwe di xeta çapemeniya azad de xerç kiriye. Ji bo çapemeniya azad li ber xwe dide. Biryar û ideaya wê ew bû ku li ser rêya Gurbetelî Ersoz û Nûjiyan Erhan heta îro têbikoşe. Bi rastî ji bo vê yekê kedek mezin jî da.”
Kedkara çapelmeniya azad bû
Hêlîn Asmîn, anî ziman ku Gulistan Tara bi kedek pir mezin û temenekî pir dirêj di çapemeniya azad de kar kir û wiha pêde çû: “Kedkara çapemeniya azad bû. Demek û emrekî pir dirêj bû. Dîrokek li pey xwe hişt. Di gelek qadên rojnamevaniyê de cih girt. Ji parastina medya heta başûrê Kurdistanê, heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her qada çapeeniyê peyvir girt. Kengî li ku hat xwestin li wir kar û xebat kir. Ji bo dengê heqîqetê bide ragihandin têkoşiya.”
Hikûmeta PDK’ê berpirsiyar e
Hêlîn Asmîn, êrîşa li dijî Gulistan Tara û Hêro Behadîn pêk hatiye şermezar kir û wiha dirêj kir: “Di serî de hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûr a PDK’ê berpirsiyarê vê êrîşê ne. Ev demek pir dirêj e bi taybetî li Silêmaniyê bûye cihê komkujiya jinan. Jinên aktîvîst, jinên siyasetmedar, jinên rojnameger, demeke dirêj e li Silêmaniyê, li herêmeke wekî erdnîgariya Kurdistanê, ew qas jin, welatparêz û siyasetmedar têne qetilkirin. Berpirsiyarê wê di serî de hikûmeta herêmê yanî Malbata Barzanî ye. Ji ber ku ev herêm di bin serweriya wan deye. Ev êrîşa ku duh pêk hat jî ji êrîşên din ne qut e.”
Êrîş encama hevkariyên PDK, Bexda û Enqereyê ne
Asmîn, bibîr xist ku dinya alem tev dizane ev êrîş û komkujî ku îro li herêmê pêk tên, encama hevpeyvînên di navber hikûmeta Başûr û hikûmeta Iraqê de ye. Heta niha hikûmeta başûr û Iraqê tu daxuyanî nedane. Ev êrîşên ku li Silêmaniyê pêk tên, ne erîşên yekemîn in. Ne ji rêzê ne. Ji Nagîhan Akarsel bigire heta Zelal Zagros û îro jî Gulistana Tara ne êrîş û buyerên tesadufî ne. Ev êriş hemû bi plan têne kirin. Dixwazin ax û erdhîgariya Kurdistanê dagir bikin û ev heqîqet neyê dîtin. Dixwazin ev êrîş û komkujî neye dîtin. Ev komkujî parçeyekî van êrîşan e.”
Asmîn, li ser armanca êrîşan ji rawestiya û got: “Bi van êrîş û komkujiyan, dixwazin milekî ragihandina azadbêdeng bikin. Ji milekî dixwazin têkoşîna jinan bitepisînin. Ji milê din ji dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Lê bila baş bizanibin, nikarin bi tunekirina fizîkî ya jinên kurd û jinên azadîxwaz nikarin tune bikin. nikarin têkoşînawan tune bikin. Her ku li dijî jinan komkujiyan pêk tînin, hêrsa jinên azad a têkoşînê mezintir dibe. Ev berxwedan her ku diçe mezin dibe û dê bidome Dîroka çapemeniya azad dîrokek e kevnar e. Xwedî mîratekeyek xurt e. Ji Gurbetelî Ersoz û hevalên ser wê kevneşopiyê meşiyane heta îro Gulistan Tara mîrateyek hiştine. Em li ser vê mîrateyê têkoşînê dimeşînin. Îro li çar parçeyên Kurdistanê mîrateyên ji şehîdan hatine heta îro mezin dibe. Roj bi roj rojnameger zêde dibe. Çapemeniya Kurdistanê bêtir xwe bi rêxistin dike û mezintir dibe. Rolekî diyarker dilize.”
‘Em ê xeyalên wan ên nîvco pêk bînin’
Asmîn herî dawî anî ziman ku wekî Şagirta Nûjian Erhan, Denîz Firat, Şaristan Asmîn û herî dawî Gulistan Tara soz didin di her şert û mercan de li ser rêya wan bimeşin û got: “Bikaribin xeyal û daxwazên wan pêk bînin. Ji bo em karibin xeyalên wan pêk bînin, em e têbikoşin. Herî dawî Şehid Seyît Evren di nivîsa xwe de gotibû, baweriya min heye ku hevalên li pişt min dê xeyalen min pêk bînin. Ez jî soz didim ku xeyalên hemû hevalên şehîd ketine pêk bînim û bidim jiyandin. Hemû xeyalên wan ên nivco mane pêk bînim. Li ser vî esasî dubare li ser rêya Rosîda û Gulistan sozê didim û em ê reça wan berdewam bikin.”