Komîteya Netewên Yekbûyî bo pêşîgirtina li cudahiyên nijadî di raporekê de ku di 23’ê Tebaxê hat weşandin de, dilgiraniya xwe ji binpêkirinên mezin ên mafên mirovan ji aliyê hêzên ewlekarî û polîsên Îranê li dijî kêmarên etnîkî û olî. Di parorê de bal hat kişandin ser kuştinên neqanûnî, îşkence, destavêtin û destdirêjiyên li dijî kêmarên etnîkî û olî di xwepêşandanên 5 salên dawî de.
Li gorî malpera Îran înternasional Komîteyê ji desthilata Tehranê xwest ku tavilê lêkolîneke serbixwe û bêalî li ser binpêkirinên mafên mirovan ên ji alî ajanên rejîmê ve di demêa xwepêşandanên 2019- 2020 de hatine kirin lêkolîn bike.
Her wiha komîteyê bal kişandiye ser zêdebûna raporên der barê dozên dadwerî û tawanan ên li dijî kêmarên olî û etnîkî hatine vekirin.
Komîta Netewên Yekbûyî ya jinavbirina Cudakariyên Nijadî daxwaz ji Îranê kir ku yasayên xwe yên tawanan ji holê rake û “pêvajoyeke dadwerî ya kêmnetewan” misoger bike û “cezayê îdamê rake”.
Malpera “Hrana” ya saziya mafên mirovan di rapora xwe ya mehane ya dawî de li ser rewşa binpêkirina mafên mirovan li Îranê, ragihand ku di heyama mehekê de, ji 22 Tîrmehê heta 22 Tebaxê, herî kêm 106 kes li girtîgehên curbicur ên Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.
“Hrana” her wiha ragehandiye ku di meha Tebaxê de, ji bilî cîbicîkirina hukmên bidarvekirinê, herî kêm 10 haletên mehkûmkirin û 10 piştrastkirina hukmê îdamê ji bo girtiyan tomar kirine.