19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Analîzek kurt li ser çîroka axê û keça wî

Beybûn Arîn

Çîroka ku em dê analîza wê bikin çîroka axê û keça wî ye. Di vê çîrokê de axa û çar zarokên wî hene. Keçek û sê kur in. Axa rojekê ji zarokên xwe dipirse bê ew çiqasî ji wî hez dikin. Her yek tiştekî xweş dibêje.

Çîrok, berhemên herî berbelav û kêrhatî yên edebiyata gelerî ne. Meriv di çîrokan de der barê gelên cuda de rastî raz û efsaneyên curbicur tê. Loma dema ku meriv çîrokekê dixwîne an guhdar dike meriv tê de kevneşopî û edetên wan gelan dibîne. Di çîrokan de ji hemû çînên civakê kes hene. Ev yek di çîrokê de rewşeke normal e. Ev çîrok carinan mijarên jiyana rasteqîn vedibêjin lê gelek caran jî bi efsûn û sêhran ve hatine honandin ku tişta wê dike çîrok û bala gel dikşîne ev xalên derasayî ne.

Vladîmîr Propp (1895- 1970) der barê semiyolojî, etnolojî û folklorê de xebitiye û di van qadan de wek kesekî pispor tê naskirin. Her wiha Propp der barê çîrokan de jî xebitiye û xebata wî ya herî navdar “ Morfolojiya Çîrokên Derasayî” ye. Propp di vê berhemê de binyada çîrokên derasayî zelal dike. Li gor serdema Propp tê de jiyaye serdema Rûsyayê ev berhem li gor berhemên wê demê ji hêla rê û rêbazên analîzê ve gelekî pêşketî ye. Ev berhem piştre ji bo gelek zimanên din jî tê wergerandin. Gelek zanyarên wê serdemê hem bi rexneyên li berhemê hem bi analîzên çîrokan ên li gor rêbazên vê berhemê ve rê li ber vekirine ku ev berhem zêdetir pêş bikeve. Di serî de Propp tenê li ser çîrokên derasayî xebitiye. Hewl dida ku mijarên çîrokên derasayî berawird bike. Bi vê armancê berê xwe daye rêbazên cuda û li gor Propp divê berî her tiştî beşên çîrokê yên sazker ji hev bên veqetandin û çîrok li gorî van beşan bên berawirdkirin lewra heke meriv nikaribe beşên çîrokan ji hevdu veqetîne meriv dê nikaribe berawirkirineke rast jî bike û heke berawirdkirinek rast neyê kirin meriv dê nikaribe çîrokan baş ronî jî bike. Divê di encama hemû analîz û berawirkirinan de teswîreke giştî pêk were. Ji bo tesnîfkirina çîrokan a rast Propp vê mînakê dide:

-Qral teyrekî dide leheng, teyr leheng dibe qraliyeteke din.

-Bapîr hespekî dide Suçenko. Hesp Suçenko ber bi qraliyeteke din ve dibe.

-Efsûnkerek qeyîqekê dide Ivan. Qeyîq Ivan dibe qraliyeteke din.

-Keybanû gustîlkekê dide Ivan. Kesên qirase ku ji gustîlkên derdikevin Ivan dibin qraliyeteke din.

Li gor vê mînakê jî em dibînin ku xalên guherbar hene di çîrokan de lê her tim rûdan bi heman şiklî diqewime û encam her dem eynî derketine. Kes û obje guherîne lê çalaki neguherîne.

Di encama vê rêbazê de xebatek morfolojîk ku di bingeha wê de xebateke li ser binyadê heye derkeve meydanê. Divê çîrok beş bi beş ji hev bên veqetandin û bi vî awayî bên berawirdkirin û analîzkirin.

Çar çavderiyên Propp ên ji bo analîzkirina çîrokan hene ku ew bingehên ji bo analîzkirina nêrîna Propp in. Çavderiyên Propp wiha ne:

-Kesên di çîrokê de kî bin û erka wan çi be û ev erk çawa bê bikaranîn ev ne muhîm e ji ber ku ev hemû ji bo çîrokan rewşên guherbar in. Lê di çîrokê de tiştên domdar fonksiyonên kesan in. Fonksiyonên bingehîn beşên pêkhêner ên çîrokê ne.

-Hejmara fonksiyonên çîrokên derasayî sînordar in. Honandin û vegotina çîrokê di nav qalibekî de ye û nayê guhertin. Di nav çîrokê de rêziknên taybet hene û rêzkirina rûdanên çîrokê eynî ne.

-Rêzkirina fonksiyonan her tim wek hev e. Ev yek tenê ji bo çîrokên gelerî derbasdar e. Çîrokên ku piştre hatine çêkirin nakevin bin vê kategoriyê. Dibe ku di hemû çîrokan de ev hemû fonksiyon peyda nebin lê di vir de tişta girîng ew e ku rêzkirina fonksiyonan tu carî naguhere. Piştî diyarkirina fonksiyonan çîrokên xwedî heman fonksiyonan dikarin bên senifandin û wek çîrokên yekcure bên nasîn.

-Hemû çîrokên derasayî ji aliyê binyada xwe ve yek tîp in û girêdayî heman cureyî ne.

Propp li ser bingeha van xalan fonksiyon û karakterên di çîrokên derasayî de ne diyar dike. Ev fonksiyonên ku dikarin wek çalakiyên karakteran jî bên naskirin tevahî 31 heb in. Divê xebatê de em ê li gor van agahî, zanîn û teoriya ku me daye bi kurtahî behsa çîroka ku ji herêma Dêrika Çiyayê Mazî ye ya bi navê Çîroka Axê û Keçka wî analîz bikin. Lê beriya ku em derbasî beşa analîzê bibin divê em derbarê çîrokê de xwedî hin zanînên bingehîn bin loma niha em ê hinekî behsa naverok û mijara vê çîrokê bikin. Ka bê meriv dikare çawa analîzeke li gor nêrîna Proppî ve bike.

Çîroka ku em dê analîza wê bikin çîroka axê û keçka wî ye. Di vê çîrokê de axa û çar zarokên wî hene keçek û sê kur. Axa rojekê ji zarokên xwe dipirse bê ew çiqasî ji wî hez dikin her yek ji kuran tiştekî dibêje ku ew tiştên xweş û bi dilê axa ne. Lê keçik jî dibêje ez bi qasî xwê ji te hez dikim. Axa gelekî ji vê yekê aciz dibe û xwe di çavê keça xwe de bêqîmet dibe. Loma ji xulamên xwe re dibêje ku wê bibin cihekî bikujin. Xulam keçikê dibin lê destê wan lê nagere wê nakujin wê ber didin serê çiyayekî û tên. Lê di dawiyê de axa li keça xwe rast tê û poşman dibe ji vê kirine. Çîrok bi vî şiklî dewam dike em zêde dirêj nekin jixwe ew ê di beşa analîza fonksiyonan de çîrok zêdetir zelal bibe. Niha em ê analîza li gor rêbazên Propp ya li ser vê çîrokê bikin li gor 31 fonksiyonên ku Propp rûdanên çîrokê pê ve girê dide.

-Destpêk: Axayek hebû, 3 kur û keçek wî hebû.

1-Dûrketin: Keçika axê bi sedema kuştinê dibin serê çiyayekî (lê nakujin) ji malê dûr dikeve keçik.

6- Xapandin: eta2: Dîno hewl dide ku simalka xwe bilind bike û destê xwe li hinarê bixîne. Ev yek rasterast ne xapandin û bidestxistina malê axê ye lê dîsa jî dibe mînak.

8- A13: Axe ji xulaman re dibêje keça min bibin bikujin.

10- Keçik Dîno dişîne pê bavê xwe û wî dawetî mala xwe dike.

14- Peydakirina tiştên bisêhr: Keçik Dîno dişîne dora bîrê û jê re dibêje dema ji te re bêjin şertê te çi ye tê bêje axiret, mirad û îman. Ew jî hinarek, sêniyek û dismalekê didin Dîno. Piştre ev dibin objeyên sêhrbaziyê.

16- H – Têkoşîn: Dema ku axa pelûla bi xwê tenê dixwe û çav li keça xwe dikeve.

17-Dema ku axa dibîne ku hemû xwarin bêxwê ne.

18: J- Serfirazî: Axe xwarinên bêxwê dixwe û dibîne ku bê çiqas bêtahm û nexweş in.

Li jor me di çarçoveya teori û rêbazên Propp de çend analîz li ser çîroka Axê û Keça wî kirin. Ji ber ku hemû fonksiyonên Propp tê de tune bûn me tenê çend heb tesbîtkirin.