Komara tirk ji dema hatiye damezrandin û vir ve weke aşekî netewe û etnîteyan, bîr û bawerî hêraye. Ev çîrokeke bi êş e û gelê kurd bi rastiya vê çîrokê heta hestiyên xwe hesiyaye. Serokê partiya faşîst Alparslan Turkeş di bernameyeke televîzyona dewetê de li hemberî gotina; Tirkiye mozaîk e derdiket. Wî digot; Na, Tirkiye weke mermerê ye yekpare ye. Ev zîhniyeta tekperest ku îro roj jî li ser postê desthilatê rûniştiye, hîn jî li ser wê amentûya derew dixwaze netewe-dewleta homojen dayne.
Heke ku rabûna Rêber Apo nebûna, heke Tevgera Azadiya Kurdistan nebûna wê ne ev îqtîdara AKP-MHP’ê lê hîn di salên 1970-80’yî de qirkirina neteweya kurd temam bikirana. Kurdan dê xwe înkar bikirana û wê gotina; “Em tirkên çiyayî ne, dema zivistanan em li ser berfê meşiyan û dengên qert û qurt ji bin nigê me derketiye ji lewma ji me re dibêjin kurd. Û wê çîrok biqediya. Lê bi rabûna Rêber Apo. Bi fehm û feraseta wî hem li zindana Amedê hem li çiyayên Kurdistanê li dijî vê meşa dîroka serdest a bêbext kurdan li rastî û heqîqeta xwe vegeriya.
Gelê kurd hişyar kir
Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê li dijî siyaseta qirker a dewleta tirk a mêtinger û qirker şerê çekdarî ya domdirêj da destpêkirin. “Fîşeka Yekem” di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê û Şemzînanê hat teqandin. Ew fîşek bi xwe re gelê kurd hişyar kir. Ew gelê ku li ber çerxa qirkirina her cureyî bû, ji bo rizgariya xwe şerê hebûnê da destpêkirin. Şerê PKK’ê bi xwe re hiqûqa ji bo kurdan anî. Navê kurd û Kurdistanê bû kirdeya siyasayê. Vê siyasetê daw û doza xwe, nav û nasnama xwe, çand û zimanê xwe û welatê xwe yê azad kir û hej dike.
Fîşeka Yekem bi referansa ku ez ê ji Frantz Fanon bigirim û li ser qewlê Jean Paul Sartre; bi fîşekekê hem serdest û hem jî bindest ji hole rakir. Gotineke di nav gelê kurd de heye, dibêje; mirî bi xwe nizane ku miriye. Lê dema millet ji ser gora wî belav dibe, ew jî dike bide dû wan û rabe biçe. Lê sere wî li kevirê qebrê dikeve. Hingê dizane û dibêje; wey li min ê mirî ez bûm. Bindest bi saya Fîşeka Yekem bi xwe hesiya, sere wî li kevirê hedê/qebrê ket. Qonaxa jiyanê jî wisa weke rewşeke paradoks ji vê derê derket û geş bû. Şer li Kurdistanê bû nave jiyanê, bû nave azadiyê.
Felsefeya nû pêşkêşî cîhanê kirin
Kurd ev 40 sal in bê rawestan ku di dîroka nêz a Kurdistanê de rabûneke wisa û domdar tine, di oxira azadiyê de şer dikin. Bedêlan didin lê meşa xwe ya ber bi azadiyê ve nasekinînin. Ev bi xwe re hemû hevsengiyên li ser tinebûn, înkar, pişaftin, qirkirinê guhert. Di encama têkoşîna 40 salan de kurdan fikr û felsefeyeke nû pêşkêşî cîhan û mirovahiyê kir. Felsefeya Jin Jiyan Azadî êdî bûye pusulaya jiyana nû. Çawa ku dirûşma Azadî, xwişk/biratî û Wekhevî 250 salan, bû pusulayan têkoşîna ji do azadî û demokrasiyê, ji bo edaletê îro roj Jin Jiyan Azadî heyecaneke wisa çêkiriye û bûye pusula ji mirovahiyê re.
Hêviyê dide hemû mirovahiyê
Ev bi saya îlm, fehm û ferseta Rêber Apo bi pêş ket. Bi saya Fîşeka Yekem a fermandarê nemir Egîd bû hîm û bingeha vê avadaniya jiyana nû. Şoreşa Kurdistanê îro roj heyecan û hêviyê dide hemû mirovahiyê. Heke ku em jî hinek din di vê oxirê de bi xîret bin, kar û xebatê bikin, em ê hem bibin layiqê şehîdên doze hem jî em ê bi Rêberiya Azad li Kurdistana Azad bi hev re bijîn.