Neil Armstrong di 21’ê tîrmeha 1969’an de dema ku gava xwe ya yekemîn li ser hîvê avêt got ‘Ji bo min gaveke biçûk e lê ji bo mirovahiyê gaveke mezin e’ (That’s one small step for man, one giant leap for mankind). Dema mirov vê hevokê bi awayeke berfireh difikire wateya wî baştir fêm dike.
Di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê guleyek teqiya. Erê ew tenê guleyek bû. Lê dema mirov wek gava yekemîn a Armstrong bifikire ew tenê wek guleyek nikare bê dîtin. Wê guleyê ji bo hemû mirovahiyê dibe destpêkek nû. Di nav vê cîhana ku bi milyaran kes lê dijîn de li welatê Kurdistanê di nav Kurdistanê de li bajarak li nav wî bajarê li navçeyek ji bo mirovahiyê gaveke çawa hat avêtin? Werin em li ser çend mînakan şênber bikin.
Bi sedan sal in ku êzidî di nav erdnîgariya xwe de rastî êrîşên netew û baweriyên cuda tên. Civaka êzidî ji bo xwe ji tunebûnê biparêzin xwe ji civakên derve re girtine. Lê kî kengî bûbe mêvanê wan bi dilgermiyeke mezin wan pêşwazî kirine. Lê ne rêbazên parastinê yên ku dane pêşiya xwe ne jî mêvanperweriya wan, wan ji 74 fermanan xilas nekiriye.
Êzidiyan di nav vê civaka girtî de tu maf nedane jinan. Erka jinan a ku li wan hatiye barkirin tenê xizmetkariya mêran bû. Ji bilî vê tu mafeke jinan tunebû. Herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser civaka êzidî êrîşa DAIŞ’iyên hov pêk hat. Di van êrîşan de herî zêde jin hedef hatin girtin. Lê ji ber ku jin erdnîgariya xwe nasnedikirin û rêyên ku karibin tê de birevin jî nizanibûn ji aliyê DAIŞ’iyan ve hatin revandin û li kolanan wek ku ajal an jî amûr bin hatin firotin.
Wek tê zanîn Îran û Kurdistana ku dagirkirî ye ji 1979’an ve ji aliyê rejîma îslamî ve tê birêvebirin. Di nav vê rêveberiyê de jin bi taybet jî jinên kurd, beluc, azerî ango kesên ku ji aliyê desthilatdaran ve wek ‘kêmnetew’ tên dîtin rastî tunehesibandineke berfireh tên. Tu mafên jinan yên ku karibin li ser hebûna xwe bijîn tune ye.
Jin ji cil û bergên xwe bigirin heta rêgezên jiyana xwe nikarin derbarê xwe de tu tiştek diyar bikin. Hemû jiyana wan ji aliyê hişmendiya mêrperest ve tê dîzanykirin.
Ev du mînak ên min da, lê wek hûn jî dizanin îro li hemû cihanê bi taybet jî li Rojhilata Navîn rewşa hemû jinan yek e. Tu mafên wan tune ye.
Di vir de dixwazim werim ser mijara guleya yekemîn a PKK’ê. Belê me got di 15’ê Tebaxê de guleyek hat teqandin. Vê gulê di destpêkê de li ku an jî li kê ket? Dema em li nav civakê binêrin û guherîna ku pêk hatiye fêm bikin wê demê em ê bibêjin ew gule di destpêkê de li kurdê mirî ketiye. Çima kurdê mirî? Ji ber ku ew kurdên ku heta 84’an hatibû hemû taybetmediyên xwe ji dest dabû. Heke di nav jiyanê de tu ne xwediyê xwebûna xwe bî tu mirî yî. Em jî hatibûn wê astê ku me tenê nefes digirt lê mirîbûn. Miriyên zindî!
Piştî ku guleya yekemîn hat teqandin di destpêkê de ew jinên ku nedihatin dîtin, di nav jiyanê de tunebûn serê xwe rakirin û rê dan wê guleyê ku destpêkê li ew zincîrên ku li ser mêjiyên wan hatibûn girêdan, bikeve.
Her çiqas di destpêkê de ew hewldana jinên kurd a ku dixwestin bibin hem parçeyek vê jiyanê hem jî avakarên wê jiyana ku Rêber Apo rê û rêbazên wê diyar kiribû jî rastê êrîşên gelek aliyan hatin û hê jî tên.
Me di destpêkê de mînaka civaka êzidî dabû. Çima? Ji ber ku yek guherîna bingehîn di nav civaka êzidî de pêk hatiye. Ji ber vê yekê ji bo fêmkirina wateya guleya yekemîn yek ji mînaka herî baş civaka êzidî bixwe ye.
Wek ku me got di nav civaka êzidiyan de tu mafê jinan tunebû lê niha ji bo parastina civaka xwe fermandariyê dikin. Heke di 84’an de ew gule nehatana teqandin û wê têkoşînê nehatana dayîn civaka êzidî bi vî awayê nediguherî. Di pêvajoya fermana 3’yê Tebaxê de gerîlayên PKK’ê ji bo komkujî li ser civakê pêk neyê bi hêza ku ji Rêber Apo digirtin berê xwe dan Şengalê û di nav civakê de fikra xweparastina cewherî belav kirin. Civaka ku bi hêza xwe ya cewherî hisiya li ser rêya ku şervanên PKK’ê nîşanê wan dabûn xwe bi rêxistin kirin.
Elbet dema PKK civakê rêxistin bike jinan tune nahesibîne. Çawa ku PKK’yiyên jin li çiyayan şer dikin divê jinên êzidî jî karibin wiha şer bikin. Ji bo ev pêk were dikevin nav hewldanan û wek her karên ku dane pêşiya xwe çawa bi serkeftinê bi encam dikin bi heman awayî li Şengalê jî bi ser dikevin. Di encama şerê ku bi civakê re didin, êzidiyan qanih dikin ku êzidiyên jin jî bibin şervan.
Îro dema mirov li civaka êzidî dinêre dibîne ku çawa jin hem ji nav çar diwarên fizîkî yên ku li dora wan hatine lêkirin û hem jî ji ew diwarên ku di mêjiyê wan de hatibûn avakirin rizgar bûne. Êdî di siyaset, aborî, tendirûstî, civakî û qadên çandî de û ji van xalan hemûyan wêdetir di qada leşkerî de bûne xwedî gotin.
Em ji civaka êzidiyan werin ser rojhilatê Kurdistanê, jin bi dehan sal in ku di bin zilma rejîma îslamî de tên perçiqandin.Di bin vê rejîmê de bi hezaran jin hatin kuştin. Lê dîsa bi salane jin bi rêbazên cuda li dijî vê rejîma qirker li ber xwe didin.
Herî dawî dîsa ji bo jinên wek Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî biryara darvekirinê hat dayîn. Rejîma îslamî di serê tebaxê de xwest endama KJAR’ê Werîşe Mûradî darizîne lê Werîşe bi sekna xwe ku dadgeha rejîmê boykot kir û nameya ku ji gel re şand pergala heyî darizand. Werîşe vê hêzê ji ku dît û di nameya xwe de ji me re çi digot?
Werîşe tevê xetereya biryara darvekirinê jî di nav çar diwarên ku lê dima bi wêrekiyeke mezin bi van gotinan behsa têkoşîna xwe dike. “Min tercîh nekir ku ez li zozanên Zagrosê biterîkînim û li rojava jiyanek bijîm. Min gelek êş dît û ji gelek êşan re bûm derman. Ya min ê jiyanek di bin zextê de qebûl bikira ya jî rastiya xwe ya hebûnê bijiya. Ji ber vê yekê min li şûna “Lanetê ji tarîtiyê bînim, min mûmek vêxist!”
Werîşe di nameya xwe de dibêje; “Piştî demekê min fikir û felsefeya avakerê ‘çawa were jiyîn’ ku ev 25 sal in li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî dîl tê girtin nas kir. Min modela jiyana ku yekperestiyê hildibijêre red kir û berovajî vê min jiyana ku hemû cudahiyan di nav xwe de dihewand hilbijart…
Ez hê jî têkoşîna xwe ya li Kobanê ya li dijî hêzên terorîst ên DAIŞ’ê diparêzim û heta bi dawîbûna hemû zilm û zordariya li ser jinan, ji Kurdistanê heta Belûçistanê, ji Îranê heta Efganistanê heta daxwazên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk werin ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”
Dema mirov li van rastiyan dinêre wê demê dibîne ku ew gava yekemîn ya Neil Armstrong çawa destpêkek nû ye di heman demê de guleya yekemîn a PKK’ê jî ji bo hemû mirovahiyê dibe destpêkek. Bi taybet ji bo jinên ku hebûna wan tune hatiye hesibandin guleya ku di 15’ê Tebaxê de hatiye berdan ne guleya mirinê ya jiyanê ye.