12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan a PYD’ê 3’yemîn kongreya xwe pêk anî

Meclisa Jinan a PYD’ê 3’emîn kongreya xwe li Hesekê bi tevlêbûna 400 delegeyan pêk anî.

Kongreya 3’yemîn a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Feslefeya Jin, Jiyan, Azadî mîsogeriya civaka exlaqî, siyasî, demokratîk e” dest pê kir. Di kongreyê de ku li Hola Serdem a li bajarê Hesekê pêk hat, nêzî 400 delegeyên meclisê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat, nûnerên YPJ, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Kongra Star beşdar bûne.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah axaftina vekirinê kir û got: “Duh salvegera şehîdxistina fermandar Sewsen Bîrhat bû. Di vê kongreyê de em fermandar û têkoşerên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Wekî jin ji bo em bibin xwedî nasname û dîroka xwe biparêzin, divê em li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bimeşin.”

Asya Ebdullah berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û tecrdî şermezar kir û got: “Em di Partiya Yekitiya Demokratîk bi taybetî wek Meclisa Jinan divê em têkoşîna şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin.”

Asya Ebdullah bang li jinan kir ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hemberî siyasetên li dijî jinan, pergalên desthilatdaran û kapîtalîzmê têkoşînê xurt bikin.

Asya Ebdullah bal kişand ser destkeftiyên ku jinên kurdistanî bi dest xistine û wiha domand: “Jinan bi destkeftiyên ku bi dest xistine, bingehekî xurt ava kirin, ketin dîrokî. Em bi PYJ’ê dikarin xwe biparêzin. Jina azad li hemberî dijminê xwe sekiye û ji bo bi nasnameya xwe, ji bo li gorî projeya neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bijîn, li ber xwe didin.”

Hevseroka PYD’ê di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em jin divê em ji bo parastina xwe û gelê xwe bibin yek. Divê em li hemberî dagirkerî û guhertina demgorafîk bisekinin. Divê em şoreşa xwe biparêzin.”

Piştî axaftina Asya Ebdullah, Meclisa Jinan a PYD’ê, endamên Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan xelat kir.

Piştre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, sînevîzyonek li ser xebatên du salên borî yên Meclisa Jinan a PYD’ê hat nîşandan.

Kongre bi nirxandinên xebatên meclisê dewam dike.