13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hedefa Iraq û Tirkiyeyê de Kurd û Kurdistan heye

Tayip Temel

Rojhilata Navîn û dinya li ber guherînek nû ye. Navenda vê guherînê Kurdistan e. Têkoşîna azadiyê ya Kurdan ne tenê li Kurdistanê wekî ku dirûşmeya Jin Jiyan Azadî daye nîşan li hemû cihanê bûye sedema mezînbûna hêviya jiyanek hevpar, azad û gûherînek demokratîk.

Qada navneteweyî û Rojhilata Navîn li ber guherîn û veguherînên nû ne. Di sala 2024’an li gelek deverên cîhanê dê hilbijartin bên li darxistin. Zêdeyî 4 milyar kes îsal diçin ser sindoqan. Ev yek dê bi xwe re “hikûmetên nû”, tekiliyên nû konjokturek cûda bîne. Yanî di salên pêşiya me de em ê polîtîkayên nû, veguhertinên nû, aktor û hevsengiyên nû bibînin.

Navenda nakokî, qeyran û hemû hevsengiyan, Rojhilata Navîn e. Û herêmên herî germ jî Sûriye, Filistîn, Îsraîl û herêma Kendavê ye. Tirkiye yek ji wan welatan e ku raste raste mudaxeleyî van yekan dike. Him bi siyaseta nepen û hem jî bi ya vekirî kartê dike. Armanca Tirkiyeyê çareserî nin e, kurkirina aloziyan e, têkbirina statuyên nû ye. Yanî Tirkiye dixwaze bi hemû hêza xwe pêşiya guherînên heremî bigire û pergala ku dibe sedema pirsgirêkan li heremî bidomîne. Hemû însiyatîfa siyasî ya Tirkiyeyê bi piranî bi îstîxbarat û îşgalê pêş dikeve.

Di vî warê de qada ku nakokiyên herî girîng lê rû didin Iraq e. Siyaseta Tirkiyê ya Iraqê dem demê biguhere jî armanca wê naguhire. Tirkiye di vî warî de ji du aliyan ve têkiliyan dimeşîne; bi Hikûmeta navendî û li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi PDK’ê re. Dema Tirkiye ji Korîdora Enerjiyê ya Hind-Ewropî ya ku di sala 2023’an de li Hindistanê hatibû îmzekirin hat derxistin, polîtîkaya Iraqê ji nûkir û têkiliyên wê berovajî bûn. Sedem jî hebûna projeya ku Tirkiye jê re dibêje ‘Projeya Rêya Pêşketinê’ ye. Ev projeya ku dewleta Tirk di van demên dawî de behsa wê dike, bi rastî jî projeyek e ku ji bo Iraq bibe koloniyeke nû hatiye pêşxistin û li ser Iraqê hatiye ferzkirin. Rêya hesinî an jî trenê ji Besrayê dest pê dike û di ser Bexdayê re derbasî Tirkiyê dibe. Tirkiye hêviyên mezin û wateyek mezin dide vê projeyê. Ji bo wê yekê jî danûstandinên nû ligel Iraqê hatin kirin, bi siyaseteke nerm hevkarî hat kirin û sozên nû yên hevkariyê hatin dayîn. Ji ber vê yekê Iraqê li ser vê projeyê peyman îmze kir.

Di nakokiyên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de Tirkiye li cem hikûmeta Iraqê cîh girt. Heta ku Tirkiye û Iraq di mijara referanduma serxwebûnê ya 2017’an de helwest û reftarên hevpar pêk bînin dirêj bû. Bi vê geşedanê, di têkiliyên Enqere û Bexdayê de serdemeke nû dest pê kir û her du welatan ragihandin ku giraniyê didin mijarên wekî ‘têkoşîna li dijî terorê’, zêdekirina bazirganiyê û misogerkirina yekparçeyiya axa Iraqê! Heta wê demê Tirkiye; li herêma Kurdistanê deriyê sînor girt û gefa birçîbûnê li Kurdên Başur kir.

Têkiliyên di navbera Tirkiye, hikûmeta Iraq û PDK’ê de balkêş in. Di 15’ê Tebaxê de di navbera wezîrên derve yên Tirkiye û Iraqê de “Peymana (Memoranduma) Têkoşîna Dijî Terorê” hat îmzekirin. Bi vê peymanê, baregeha Tirkiyê ya li Başîqayê dê radestî Hêzên Çekdar ên Iraqê were kirin û Navenda Hevbeş a Perwerde û Hevkariya Tirkiye û Iraqê li vir kar bike. Dîsa li gorî daxuyaniyên Wezareta Parastina Tirkiyeyê Yaşar Guler ên di heman hefteyê de, hejmara Tûgayên Hêzên Çekdar ên Tirk ên li herêmê ji 3’yan derket 20’an. Her wiha di Nîsana 2024’an de Navenda Operasyonên Hevbeş bi Iraqê re hat avakirin. Di meha Tebaxê de Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê biryara qedexekirina 3 partiyên siyasî li welat û desteserkirina mal û milkên wan bi hinceta ku ser bi PKK’ê ve ne, da. Ji bo girtina Partiya Demokratîk û Azadiyê ya Êzidiyan, Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk û Tevgera Azadî (Tevgera Azadî) spasiyên taybet ên Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, wekî nûçe hat belavkirin. Bi vê peymana hevbeş a dawîn, hikûmeta Iraqê gihiştiye wê astê ku dibêje ew dê piştgiriyê bide operasyonan. Li aliyê din PDK’ê bi tevahî qebûl kiriye ku li dijî herêmên xwe, bibe parçeyek şerê ku Tirkiyeyê îlan kiriye.

Iraq bi van têkiliyan dixwaze cardin xwe bi hêz bike, hêza Kurdan bi destê Tirkiyeyê bişkîne û Kurdan neçar bihêle. Armanca Tirkiyeyê jî ew e ku li heremê Kurdistanê mayîn de bibe. Ji xwe di warê dîrokî de jî li ser Misûl û Kerkukê îddiaya maf dike. Ji aliyê din Tirkiye, ne tenê li Bakur an jî Rojava, dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê statuya Kurdan ji holê rake û bi taybetî ji Şengalê û Mexmurê heya Rojava xetekî bi qasê 30 km bi dest bixe. Vê yekê jî venaşêre. Motivasyona hemû peymanan, biryarname û navendên çalakiyên hevpar li ser esasê destkeftî û dijminatiya Kurdan e. Her wiha bi têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê jî Tirkiye dixwaze vê yekê rewa bike, ji bo dagirkeriya xwe şirîkan peyda bike. Tirkiye hesabên xwe li ser deh salên pêşiya me dike, dema ku hêzên navneteweyî ji heremê derkevin dixwaze valahiya wan tijî bike. Hemû razemeniyên xwe li ser îhtimalan ku dê hêzen navneteweyî rê bidinê dike û dixwaze xeta Mîsakî Mîllî temam bike. Ji bo vê yekê di di şexsê PKK’ê de, li hemberî hemû Kurdan şer dimeşine. Di vê warê de PDK wekî hevkarek û şirikekî vê dagirkeriyê tevdigere û hemû stratejiya xwe li ser serkeftina Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan ava kiriye.

Rojhilata Navîn û dinya li ber guherînek nû ye. Navenda vê guherînê Kurdistan e. Têkoşîna azadiyê ya Kurdan ne tenê li Kurdistanê wekî ku dirûşmeya Jin Jiyan Azadî daye nîşan li hemû cihanê bûye sedema mezînbûna hêviya jiyanek hevpar, azad û gûherînek demokratîk. Yanî Kurd di sedsala 21’emîn de dînamîka herî mezin ya şoreşa Rojhilata Navîn in. Hêzen navneteweyî, hezên heremî ên wekî Tirkiye, Iraq, Iran ku dixwazin serdestiya xwe bidomîn mudaxeleyê van guherîna dikin. Lewma di hedefa hemûyan de Kurd û Kurdistan heye. Lewma welatekî wekî Iraqê ji bo ku têkoşîna Kurd bide sekinandin bi dildarê axa xwe radestê Tirkiyeyê dike, lewma PDK şirîkatiya dagirkirina Herêma Kurdistanê dike. Belê talûke mezin in, êriş pir in lê êdî ne pêkane ku tu hêz dîrokê ji reya wî veguhirîne.

Tayip Temel: Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê