Neteweyên Yekbûyî (NY) di Roja Alîkariya Mirovî ya Cîhanê 19’ê Tebaxê de raporek belav kir. Di raporê de Serokwekîlê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya NY’ê (OCHA) Joyce Msuya destnîşan kir ku tundiya li hemberî xebatkarên alîkariya mirovî tên normalkirin û faîl hesab nadin, ev yek ji bo operasyonên alîkariya mirovî gefeke cidî diafirîne. Li gorî daneyên OCHA’yê, di sala 2023’yan de li seranserî cîhanê 280 xebatkarên alîkariya mirovî hatin kuştin. Ev li gorî sala berê, nîşan dide ku ji sedî 137’ê zêde bûye û ji bo civata alîkariya mirovî ya navneteweyî, weke sala herî kujer li dîrokê hate qeydkirin.
Başûrê Sudan û Sudan jî di nava herêmên herî xeter ên ji bo xebatkarên alîkariya mirovî dene.