Di herêmeke me de ku em cih û navnîşana wî nabêjin, Kamo mirovek di nava civakê de xwedan taybetiyên cuda bûye. Kamo bi tiliyan nîşanî hev didin. Hertim di nava şîn û şahiyan de dihate naskirin û heskirin. Di dîwan û civakê de gotina xwe digot anku xwedî gotin û biryar bû û ji alî ciwanan ve jî dihat hezkirin.
Ger hinekan gotinên kevneperestî gotibana tevlê nedibû. Hin kes û mirovan jî jê hez nedikirin. Haya wî zêde ji sofîtî û tevlêbûna cemaatan re nedihat û zêde tev li wan nedibû.
Di serê Kamo de govend, mîzah û ciwan hebûn. Rojekê cînar li hev kom dibin û dibêjin em ê Kamo bi xwe re bibin mizgeftê, da ku li seydayê me guhdarî bike û hinekî li xwe vegere.
Ëvara şeva leyletil qedirê ye cemaeta bawermendên misilman wê herin mizgeftê diayan bikin û ji Xweda daxwazan bikin. Tên bal Kamo jê re dibêjin; Were em herin nimêjê tu dizanî li ser milên mirovan du Ferişte (Melayiket ) hene yek li ser aliyê rastê û yek jî li ser yê çepê ye. Ferîşteyê rastê xêran û qenciyê dixwaze û dinivîse, yê aliyê çepê jî xirabî û kêmasiyên mirov dinvîse û dide melayiketên ezab û cezayê.
Kamo dibêje ez ê ji bo xwe werim ka seyda çi dibêje guhdarî bikim. Kamo û hevalên xwe diçin mizgeftê rûdinên, seyda jî qala xêr û gunehan dike û dibêje melayiketê çepê kêmasî û gunehan dinivîse. Kamo guhdariya seyda kir û fikirî û di dilê xwe de got ; Bi Xwedê kêmasî û gunahek min hebe hemû ji rûyê melayiketê milê min ê çepê ye. Seyda dibêje ka rabine limêja xwe bikin, cemaet niyeta xwe ya nimêjê anîn . Dema silava nimêjê Seyda got eselamû we rehmetulah (silava Xweda li ser we be) li ser milê rastê silav bidin, Kamo fikiri silava ewil aliyê rastê ez ê bidim . Pirsgirikek min û wî melayiketî tevî hev tune. Lê melayiketê aliyê çepê ez silav bidim an na? Silav bidim ewqas gilî û dosyayên me daye milayiketan. Kamo dibêje ji xwe tu yê aliyê rastê camêrî û silavê heq dikî. Paşê berê xwe dide milê xwe yê çepê û dibêje; Heyran îro şeva xêran e û pîroze ji min û ji vî Melayiketê Xweda, dîsa jî bila camêrî û mêrxasî para min be. Ez ê silavê bidim te jî lê bi şertê ku ji îro şûnde tu dest ji vê gelaciya xwe berdî û xirabiyên tu kesî nenivîsî. Bi wan gotinan û bi wî şertê silava xwe temam dike û dibêje; Eselamû Eleykum we rehmettulah.
Seyda û hevalên wî pê dihesin û di nava cemaetê de dibe qal û behsa şert û gotinên Kamo.