12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwebûna barana şevê  

Ji me re qala çi dike? Vê barana ku xwe li reşahiya şevê veşartiye bi pistepist behsa kîjan heyamên borî û rojên hatî dike? Xuya ye ku li vê dûrahiyê û li wê nêzîkatiyê li hin tiştan digere, bi destên xwe yên nebûyî her tiştê dipelîne. Li vê rêwîngiya me ya bê serûber temaşe dike, bûyîn û nebûyîna me ya bi hev re li hin deran dinivîsîne. Tu dostek bo me bi qasî baranê kevn û bi qasî baranê nû nîn e. Her car hesteke din çêdike, bi me re huznek din, çîrokek din lê niha di vê paşnîva şevê de ya dibare ronakbûyîn e, dizanim… Ew çiraya ronak a di hinavê me de dibêje; xwebûn, xwebûn û dîsa xwebûn! Xwebûna ku navê xwe (Xoybûn) daye Serhildana Agiriyê û rojnameya me bi me dide zanîn ku ger em timî eynî tiştî dubare bikin, em nabin ‘xwe’ û nagihîjin xwebûnê!

Di lênûskên min ên esîrgirtî de risteyek wiha hebû: “Kux-kux-kux! Welato em bi werema tekrarê ketine/kuxte-kuxta me ji ber vê ye.” Helbest dirêj e lê tenê ev riste li bîra min mane ku lênûskên xwe rizgar bikim dê ev helbest jî karibe bigihîje ber destên cenabê we. Lê niha tirsek wiha di ber min re şirifî (çirifî di wateya tuydu ya tirkî de ye “tuymek” jî şirifîn e dibêjim ku gere ev gotina kevnar jî winda nebe.) Heft meseleyên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne.

Dapîra min a zana wiha digot. Heft mesele lê heman naverok. Çîroka hirmiyê! Ecêb e ne? Îja ev tirsa ku xwe şirifand û çû digot qey hûn ê ji bo min vê tiştê bêjin: “Te jî wek hirçê kir lê! Heft meseleyên te jî li ser lênûskan e…” We gotibe jî negotibe jî mala we ava lê jixwe way min got. Niha baranê xuşînî zêde kir ka em guhên xwe bidin wê û xwebûn an jî xwenebûna xwe di ber çavan re derbas bikin. Hozanek dibêje “ne dema ku zarok e hemsal e/ne dema ku mezin e hemta ye.”

Ez wekî şexs vê risteyê jiyam, dijîm. Lew dema ku zarok bûm, hevalên pîra min, pîrejinên derdorê hevalên min bûn û pir sebra me bi hev dihat lê niha jî ez hemtayê zarokan im, ne yên hemsalên xwe. Mînak niha ez; jiyan û demê bi dil û hişê Elenda me ya heftsalî dibînim! Xeyalên wê dibin ên min, kelecan, zanîn û keşifheziyên wê… Her ku xwe diqefêlim jî dibînim bi xeyal û rastiyên wê yên lîstokane re dimeşim. Belkî vê rewşê hinek ji bêdemiyê jî tê. Wekî ku tu caran di nav dema xwe ya rastîn de nebûm, timî geroktiya li derdorê yan jî firyariya ji hin tiştan.

Ger hûn bêjin; “mijar cidî ye, xwebûn e; tu çûy di ku re derketî jî…” Nebêjin. Da ku ez jî cewaba xwe ya hazir pêşkêşî we nekim. Ma jixwe xwebûn ne wekî rozetên polîsan wetar (sabît) hişk û rût e, ne jî wekî avahiyek temambûyî ye. Xwebûn; bûyînek bêdawî ye ku wiha nebe dê nasnameyên kesanî, civakî, neteweyî, polîtîk û dozdar; bi herikîna robarê demê re û ji ber robarê demê kevin bibin biqetin, wate û nirxên xwe winda bikin, dikin jî.

Gelek şoreş hene ku nasnameya xwe xwarine û bi wan nasnameyan bûne gur û çeqel li hemberî azadî û xwebûnê (mînak Çîn) jixwe ferqa xwebûna azad û azadîxwazan a ji zordest û zordestîxwazan jî di vir de xwe nîşan dide. Li gorî wan, her tişt xwedî buhayek firotin û tapûyek e û ev yek bi mekanîzmayên pêşkêşkirin û dewletan jî tê morkirin lê ya me newisa ye! Bêqeyd û bend bê tapû, mohrkirin bi cewhera xwezayî ya netebat diherike her tişt. Her wiha wekî gotina hozan, bi awayek makro wekî gel jî ji bo me rast e! Lew kurd jî tu car wekî hemta û cîranên xwe wekî dinyayiyên din nebûne; bi wan re di heman dem û çarçoveyê de nejiyane, carna dereng mane, carna jî zû kirine ji her tiştî re. Belkî ev yek jî ji bo xwebûnê bibe bingehek baş; ango binyatek serbixwe û neçarçovekirî ku baş were honandin. Çima nebe xwebûnek azad û dilşad?

Belê barana şevetarî dibêje; bila heft çîrokên we hebin û her heft jî li ser xwebûnê bin. Bê kulîlkên xwebûnê nemînin!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê