Siyasetmedarê kurd û nivîskar Tarik Ziya Ekincî yê 99 salî ku li Stenbolê jiyana xwe ji dest da, li goristana Şehîtlîkê yaAmedê defin kirin. Di merasima cenaze de hevjîna Tarik Zîya Ekîncî Perihan Ekincî, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamenterê CHP’ê Sezgin Tanrikulu, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, parlamenterên DEM Partiye û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.