Ev êrîşên li dijî ziman û çanda kurdan parçeyek ji êrişên tevahî yên li ser hemû nirxên neteweya kurd û têkoşîna wan a xwebûnparêz, rizgarîxwaz, azadîrêz in
Vê heyama dawiyê li bakurê Kurdistanê, ji aliyê hêzên serdest û desthilatdar ên zordar ve li ser zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên neteweya kurd ên xwebûnî û gerdûnî careke din bi rengekî aşkera li ber çavê hemû cîhanê gelek êrişên hovane hatin kirin.
Hêzên desthilatdariya zordar bi hincetên pûç û bêbingeh li gelek bajaran avêtin ser gelek mal, dîlan û govendên kurdan û gelek kes girtin û avêtin zindanê. Di heman demê de êrişî ser nivîsa ‘pêşî peya’ ya ku ji aliyê şaredariyên kurd ve li ser kolanan hatibûn nivîsandin kirin û bi hest û nêzîkatiyên neyartiyeke hov jê birin. Ligel ku şaredariyan careke din nivîsîn wan bi ‘rikdariyek’e mezin a hovane careke din jê birin. Careke din neyartî, xwîndarî û hovîtiya xwe û sedemên wê ya li dijî ziman, dîlan, govend û stranên kurdî bi rengekî zelal nîşan dan.
Em hemû baş dizanin ku ev êrişên hovane parçeyek ji êrişên tevahî yên li ser hemû nirxên neteweya kurd û têkoşîna wan a xwebûnparêz, rizgarîxwaz, azadîrês in.
Dagirkerî, mêtingerî û êrîşên ku sed sal in di encama tunehesibandina hebûn û xwebûna neteweya kurd tên meşandin bi awayekî nûjenkirî/rojanekirî bi gelek rê û rêbaz, alav û amûrên cuda tên zêdekirin, berfirehkirin û kûrkirin.
Gelek diyar e ku armanca bingehîn û jêneger a zordarên êrişkar hê zêdetir dorpêçkirin, dortengkirin, qefeskirin û di nava demê de pişaftin, helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî, çand, nasname, nirxên neteweya kurd û Kurdistanî û neteweya kurd bi xwe ye. Hişmendiya hov a tirkperest hewl dide ku gaveke nû ya hovane biavêje di riya pêkanîna xeyal û daxwaza xwe ya KURDKUJÎ, KURDÎKUJÎ û KURDISTANKUJIyê de. Ji ber vê ye ku bi çavsorî û bêbextiyeke mezin ewqas êriş dike. Lê gelê kurd û hemû hêzên azadîxwaz, têkoşer û şoreşger ên gelê her carê bi têkoşîna xwe ya ji her milî vê daxwaza hovane di qirika wan de dihêlin.
Ziman lal, govend betal nabe
Bîr, hiş, giyan, ziman û jiyana kurdî, çand û nirxên xwebûnî/neteweyî yên me kurdan ên ku di heman demê de nirxên gerdûnî yên mirovahiyê ne reh û gehên xwe berdane dîroka hezaran salan û li gelek war û welat û jîngehan şax vedane. Çawa ku ew nirxên kurdan ên xwebûnî û gerdûnî bûne çavkanî û çeperên bingehîn û jêneger ên parastin, berxwedan û têkoşîna kurdan a dîrokeke hezaran salan, kurd jî bi hezaran salan e bi reh û gehên xwe yên ku xwe berdane kûrahiya dîrokê bûne parêzvan, berxwedêr û têkoşerên xwebexş ên wan nirxên xwe yên xwebûnî û gerdûnî. Ji ber wê ye ku tu hêzên serwer û zordar li gel hind êriş û kiryarên hovane yên li ser kurdan û nirxên wan bi tu awayî nikarine zimanê wan lal, govenda wan betal bikin û dê tu caran jî nikarin. Heta ku kurdek bimîne govenda kurdan a azadiyê dê bê gerandin û tilîliyên zimanê kurdî dê bên bilindkirin.
Ligel vê rastiyê dive em kurd baş bizanin ku heke hêzên desthilatdariya faşîst hê jî bi awayekî herî hovane hinde êrişan tînin ser zimanê kurdî, çand, nasname û hemû nirxên me kurdan diyar e ku li gel hind berxwedan û têkoşîna me me kurdan hê jî hêviya wan a pişaftin û jiholêrakirina me tam neşikandiye û ew xeyala wan bi alav û pêtên agirê xwe yê azadiyê nekiriye xwelî û ew xwelî nedaye ber bayê xwebûna xwe ya azad û tune nekiriye.
Her der kurdî-geh her der kurdî-stan
Bêguman bersiva pirsa “Li dijî êrîşên hovane ên li ser zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiya azad divê çi bê kirin?” çend girîng be jî hind jî tê zanîn. Em bi salan e tînin bîra hev û ji nû ve dixin rojevê; em cê carê jî bi taybetî bi bîr bînin. Li dijî her cureyê êrişên li ser zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên neteweya kurd divê bi bîr, giyan, hişmendî, bawerî û biryardariyeke dîrokî li ser bingeha dirûşma ‘HER DEM TÊKOŞÎN, HER DER TÊKOŞÎN; HER DEM KURDÎ, HER DER KURDÎ’ em hemû kurd her dem û li her derê, bi hemû rê û rêbazên pêkanîner, afirîner û encamgir têkoşîna xwe ya parastina zimanê kurdî, çand, nasname û hemû nirxên kurdîtiya azad bilindtir, berfirehtir, xurtir û kûrtir bikin.
Helbet ji bo pêkanîna vê yekê ya bi rengekî serketî divê di serî de li bakûrê Kurdistanê û li Ewropayê, li her derê cîhanê hemû tevgerên giştî, tevgerên jinan, û tevgerên ciwanan ên kurdan, hemû partî, şaredarî, platform, sazî, sendîka, komele, ajans, rojnameger, siyasetmedar, parlementer, hevşaredar, hevserok, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, karsaz û hemû derdorên kurd ên xwebûnparêz, welatparêz, civakparêz û neteweparêz ên rizgarîxwaz û azadîxwaz ji serî heta binî li her qada têkoşînê xwe ji her milî ve saz bikin, bi rêxistin bikin;helbet a herî girîng stratejî, polîtîka, plansazî û karnameyên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên neteweya kurd ên xwebûnî û gerdûnî awayekî şênber diyar bikin, bi çapemenî û raya giştî re parve bikin û ji bo pêkanînê bi dil, hiş, giyan, zanebûn û biryardariyeke seferberiyeke neteweyî her dem, li her derê, di her şert û mercan de û ji her milî ve têkoşîna xwe bilindtir, berfirehtir, xurtir û kûrtir bikin. Bi taybetî divê daxwazên ku ji serdest û desthilatdarên hov dikin di serî de ji xwe bikin û bi xwe pêk bînin. Bi taybetî di mijara zimanê kurdî de.
Li ser vê bingehê, divê berî her tiştî zimanê kurdî li mezra, gund, tax, kolan, sûk, bazar, bajar, wargeh, kargeh, seyrangeh, şîngeh û li her bihosteke her ax û war û jîngeheke Kurdistanê û li her derê ku kurdek tenê jî lê dijî bikin xwedî statu, bikin zimanê fermî, bikin zimanê perwerdehiyê, bikin zimanê her qada jiyan û civakê; ji bo meşandina têkoşîn û xebatên ji bo kurdî bi bi hezaran kom, dîwan, civat, meclîs, sazî, dezgeh, enstîtu, platform. war û malên zimanê kurdî ava bikin, her derê bikin KURDÎGEH, bikin KURDÎ-STAN, ji bo meşandina têjoşîn û xebatên kurdî bi hezaran kadro, rêveber, mamoste, xebatkar û kedkarên kurdîparêz û budçeyê peyda bikin/veqetînin; di serî de zarok û jin yek kurdekê/î nehêlin ku bi kurdî perwerde nekirine. Tenê bi vî awayî em dikarin nehêlin ku tu hêz zimanê me lal, govenda me betal bikin.