Di nuçeya ajansa ANP’ê de hat ragihandin ku bûyer li rojavayê herêma Tahouayê ku girêdayî bajarê Tîllîa pêk hatiye. Ajansê da zanîn ku du wesayîtên ku hejmareke zêde ya rêwiyan dibirin sûka bajarê Tlemcessê, li ber lehiyê çûne ku qurbanî piranî bazirganên Nîjer in. Ji ber baranê hejmara miriyan derket 94 kesan
Wezîra Alîkariya Mirovî û Rêveberiya Karesatê ya Nîjerê Aysa Lawan Wandarma, diyar kir ku ji ber baran û lehiya zêde ku ji 7’ê Tebaxê û vir ve didome herî kêm 94 kes mirin, zêdeyî 137 hezar kes bandor bûn û 93 kes jî birîndar bûne.
Di serî de Maradî, Zinder û Tahoua herî kêm 8 herêmên welêt ku paytext jî di nav de ye, ji ber lehiyê bi bandor bûn.
Li gorî Daîreya Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ya li Nîameyê, ragihan ku dibe heta demsala baranê ku heta meha Îlonê didome bi dawî bibe, zêdeyî 247 hezar kes bandor bibin.
Demsala baranê ji meha Hezîranê heta Îlonê dewam dike û li Nîjerê bi awayekî rêk û pêk mirov ji ber barana dijwar dimirin. Di sala 2022’yan de 195 kes mirin û 400 hezar kes jî bandor bibûn.