19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dr. Tarik Ziya Ekîncî jiyana xwe ji dest da

Dîrokzan û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî di 99 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Dîrokzan û siyasetmedarê kurd Tarik Ziya Ekîncî di 99 saliya xwe de koça dawî kir. Odeya Tabîban a Stenbolê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku Ekîncî jiyana xwe ji dest daye.

Odeya Tabîban di parvekirina xwe de wiha got: “Me bi xemgîniyek mezin bihîst ku endamê me yê hêja siyasetmedar, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Dr. Tarik Ziya Ekîncî wekfat kiriye. Em êşa malbata hevpîşeyê xwe parve dikin û sersaxiyê ji civata hekîman û hezkiriyên wî re dixwazin.”

 Tarik Ziya Ekîncî kî ye

Di sala 1925’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Di sala 1949’an de Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Pisporê nexweşiya hundirîn, siyasetmedar, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan e. Ew di hilbijartina 1965’an de ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) wekî parlementer hatibû hilbijartin. Ekîncî di heman demê de hevalekî nêz ê nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) e ku di sala 1992’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve li Amedê hatibû qetilkirin. Wî serokatiya Odeya Tabîban a Amed-Mêrdîn-Sêrtê kiriye. Ew endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a Yekitiya Tabîban a Tirkiyeyê bû.