12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîzaynkirina dinyaya nû û rewşenbîrên kurd

Pêwist e ku rewşenbîr û entelektuelên kurd di pêvajoya dizaynkirina dinyayê de rola xwe ya rewşenbîriyê bilîzin. An naxwe ew ê jî bibin şirîkê travmayên mezintir.

Li dinyayê pergaleke nû tê avakirin. Bi taybetî bi şerê Îsraîl û Hamasê re pergala kapîtalîst lez dan vê pergala nû. Ev pergala nû li ser parvekirina Rojhilata Navîn tê avakirin. Ango hêzên li Rojhilata Navîn bi ser bikevin dê di sala pêşiya me de wê dinyayê li gorî dil û berjewendiyên xwe bi rê ve bibin û dizayn bikin. Dewletên dinyayê dizanin ku kesên di Rojhilata Navîn de bibe xwedî rol, ew dibin xwedî pergala nû ya dinyayê jî. Lewre polîtîkayên cuda li ser Rojhilata Navîn didin meşandin. Ango Rojhilata Navîn niha qada polîtîkayên pergala kapîtalîst e. Di navenda van polîtîkayan de jî Kurdistan heye. Lewre dewletên dagirker polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê mezintir dikin. Li ser tunekirina kurd û Kurdistanê polîtîkayên nû danîne pêşiya xwe. Yek ji van ev e ku di demên dizaynkirina dinyaya nû de berdewamiya parçekirina kurd û Kurdistanê ye. Bêguman dewletên dagirker vê yekê bi awayekî serkeftî pêk tînin. Nakokiyên di navbera xwe de datînin aliyekî din û nakokiyan di navbera hêzên Kurdistanê de gur dikin. Aliyekî hewldanên Erdogan ên bi Esad re, aliyê din jî lihevkirina li ser tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bi Iraq û Îranê re bi lez û bez didomin. Her wiha geşkirina nakokiyên di navbera hêzên kurd de jî wekî encama van polîtîkayên tunekirinê derdikeve pêşiya me. Parçebûna hêzên kurd tê wateya berdewamiya parçebûna Kurdistanê.

Bêguman kurd ji vê rewşa parçebûyî pir bi gazinc in û di her axaftin û nirxandinê de qala avakirina girîngiya yekitiya neteweyî dikin. Tevî hemû hewldanan jî ev yek heta niha pêk nehat û pêk nayê jî. Vê pêkneanînê bi xwe re hêvî şikestineke mezin di nav civaka kurd de ava kiriye. Ji ber vê yekê di nav civaka kurd de rewşeka melonkolîk ava bûye. Gotina “heke em nebin yek, em ê biçin yek bi yek” li ser devê her kurdê/î ye. Lê belê em dikarin nebin yek, lê em dikarin pêṣiyê li çûyina yek bi yek bigirin. Dem derbas dibe lê mixabin em hê jî behsa yekitiyê dikin. Tişta xuya dike wê yekitiyeke giṣtî ya kurdan di vê pêvajoya pergala nû de çênebe. Lê em kurd dikarin di çarçoveya nirxên neteweyî û Kurdistaneke hevbeş de li hev bikin û li ser xalên bingehîn ên berjewendiya civaka kurd û Kurdistanê projeyên taktîkî û stratejîk daynin pêşiya xwe da ku li ber trawmayên mezintir bê girtin.

Helweteke rast divê çi be?

Dagirkeriyê trawmayên mezin li ser civaka me ava kiriye. Ji ber van trawmayan avakirina yekitiyê ne hêsan e. Lê em dikarin bi helwesteke rast û veguherîneke civakî, zimanî li hemberî van trawmayan bisekinin. Helwesta rast bi sekna li hemberî dagirkeran pêkan e. Redkirina dagirkeriyê bi hezkirina welêt ve eleqedar e. Kurdên ji Kurdistanê hez dikin û ji dagirkerên Kurdistanê acis dibin, divê li ser bingeha hezkirina Kurdistanê li dijî dagirkeriyê têbikoşin. Her wiha divê her kurd di qada xwe de lê bi dengekî bilind têkoşîna li dijî dagirkeriyê bilind bike. Ango hewce nake ku hemû kurd di bin navê partiyeke siyasî de bên cem hevdu. Lê kurdên dilê wan ji bo Kurdistanê lê dide, dikarin di çarçoveya hezkirina Kurdistanê de xwedî helwest be û li dijî dagirkeran bisekine. Bêguman ji bo vê jî barê giran dikeve ser milê rewşenbîr û entelektuelên kurd. Beriya her tiştî û her kesî divê rewşenbîr û entelektuelên kurd li ser hezkirina Kurdistanê bên cem hev û li hev bikin. Di vê mijarê de li hemberî taktîk û stratejiyên şaş ên hêzên kurd xwedî helwest bin. Lê mixabin rewşenbîr û entelektuelên kurd wekî hêzên kurd tevdigerin ango ew jî di nav xwe de bûne çend parçe. Bi kurt û kurmancî ew jî li dijî dagirkeriyê ne xwedî helwest in. Bêguman hinek ji wan carinan li ser tora civakî bi çend gotinan dagirkeran rûreş dikin. Lê belê bi awayekî rêxistinî li hemberî dagirkerên axa xwe nasekinin. Her wiha li hemberî partiyên siyasî yên kurdan jî tevnagerin ku ev partî hevaltiyê bi dagirkeran re dikin.

Ji ber bêdengî û bêçalakîbûna rewşenbîr û entelektuelên kurd, pirsa gelo rewşenbîr an jî entelektuelên kurd hene, di serê mirov de çêdibe. Heke rewşenbîr an jî entelektuelên kurd hebin, çima evqasî bê deng û bê tevger in? An jî çima rewşenbîr û enteletuelên kurd li hemberî hewldanên birakujiyê nabin kevirê destê Edward Saîd? Her wiha çima rewşenbîr û entelektuelên kurd parçebûna xwe nadin aliyekî û rêya rizgariyê, têkoşînê nadinin pêşiya civaka xwe? Welhasil pirs jî bi qasî bêdengiya civak, rewşenbîr û rayedarên kurd zêde ne.

Dixwazin Tevgera Azadiyê tune bikin

Hêzên dagirker lez dane xebatên xwe. Tevî van jî rewşenbîr û entelektuelên kurd bê dengî û bê helwestbûna xwe didomînin. Li ser meselê di nava kolanên bajar û gundên baṣûrê Kurdistanê de leşkerên tirk digerin û nasnameyên gel dipirsin. Li ser axa başûrê Kurdistanê dewleta tirk qereqol û baregehên xwe ava dike û hêza xwe ya leşkerî dixe nav axa başûrê Kurdistanê. herêmên başûrê Kurdistanê wekî hinek bajarên Rojava dagir dike. Her wiha bermayiyên DAIŞ’ê li van deran bi cih dike. Li van deran wekî bakurê Kurdistanê gund û bajarokan vale dike, dar û berên Kurdistanê dişewitîne.Di heman demê de demografiya başûrê Kurdistanê diguherine. Lê belê ev ne xema rayedarên Başûr û dewleta Iraqê ye. Ji van dîmenan jî diyar dibe ku van hêzan li ser tunekirina Tevgera Azadiyê û li ser berdewamiya parçebûna Kurdistanê li hev kirine û piştgiriya projeyên xwe yên hevpar dikin. Hemû projeyên wan li ser tunekirina Tevgera Azadiyê ye. Ji ber ku li tevahiya Kurdistanê hêza herî rêxistinî û çalak Tevgera Azadiyê ye. Lê belê ev rewşa kambax ne xema rewşenbîr û entelektuelên kurd e jî. Ew jî wekî rayedarên başûrê Kurdistanê vê rewşê ji nedîtî ve tên. Gelo ma rewşenbîr û entelektuelên kurd nikarin bên cem hev û li ser axa Başûrê Kurdistanê kevirekî biavêjin dagirkeran?

Helbet civaka me jî ji vê mijara parçebûna mejiyê kurdistanî bandor bûye. Ji ber ku civak li gorî rewṣa heyî teşe digire, li hemberî vê rewşê bê deng dimîne. Ango bertekên bi bandor li dijî hewldanên dagirkeriyê nadin nîşan. Di vê mijarê de rola girîng dikeve ser milê rewşenbîr û entelektuelan, heke rewşebîr û entelektuel vê rewşê bibînin û rê nîşanî civakê bikin û di heman demê de pêşengtiyê ji civaka xwe re bikin, em ê bikaribin ku hemû plan û projeyên dagirkeran pûç bikin. Pêwist e ku rewşenbîr û entelektuelên kurd di pêvajoya dizaynkirina dinyayê de rola xwe ya rewşenbîriyê bilîzin. An naxwe ew ê jî bibin şirîkê travmayên mezintir.