12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsên Îranê jinek felç kir

Polîsên Îranê li bajarê Nur ê Îranê, gule berdan dayika 2 zarokan a 31 salî Arezoo Bedrî û ew felç kir.

Polîsan di 22’ê tîrmehê de gule berdabûn dayika 2 zarokan Arezoo Bedrî. Dayika 2 zarokan a 31 salî piştî bi guleya polîsan birîndar bû felç bû. Çapemeniya Îranê, weke hincet ragihand ku jin li gorî hişyariya polîsan a raweste tevnegeriya ye hatiye gulebarankirin. Çavkaniyek ji BBC’yê re axivî û anî ziman ku polîs ewil li lestîka wesayîtê û piştre jî lingê ajokara jin xistiye.

Hat diyar kirin ku gule li pişika Arezoo Bedrî ketiye û di encamê de xisareke mezin li mejîpişta wê pêk hatiye. Jina ciwan rakirin nexweşxaneyeke bajarê Nûrê û piştre ji bo emeliyatê birin bajarê Sari. Piştî hefteyekê jina ciwan sewqî Tehranê kirin û piştî 10 rojan gule ji laşê wê derxistin. Jina ciwan ji ber êrîşa polîsan ji pişt û jêr ve felç bû. Li nexweşxaneyê tenê ji bo demeke kurt destûr hat dayîn bi malbata re hevdîtin bike û telefona wê hate destserkirin.

Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de bi hinceta li gorî rêgezên hîcabê tevnegeriya, li Tehranê ji aliyê polîsê exlaqê ve hat binçavkirin û qetilkirin. Ev bûyer bû sedema serhildaneke ku bi mehan dirêj bike. Ev serhildan wekî serhildana “Jin Jiyan Azadî” di bîran de ma.