Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ragihand ku ji bo şehîdên komkujiyên Dehle û Cidêdet Begara ku hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî pêk anîbû, çalakiyeke tolhildanê lidar xistiye. Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê anî ziman ku ji bo tolhildana şehîdên komkujiyên Dehle û Cidêdet Begara ku hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên Dîfa El Wetenî pêk anîbû, çalakî pêk anîne. Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê da zanîn ku leşkerên wan 3 nuqteyên hêzên rejîmê û çeteyên wê yên li rojavayê çemê Firatê kirin hedef û 18 endamên rejîmê kuştin. Meclîsê anî ziman ku di çalakiyeke suîqastê de 2 endamên din jî hatin kuştin. Hêzên çalakiyê 11 çekên kalaşnîkov û miqdareke alavên leşkerî desteser kirin.