41 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê nayê girtin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha bi tena serê xwe di yek hucreyê detê girtin. Dostên kurdan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 10’ê Cotmeha 2023’an de hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd” dan destpêkirin. Li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê ji 10’ê Cotmehê û vir çalakiyên cuda yên têkildarî tecrîdê didomin, çalakvan bertekê nîşanî hikûmeta AKP-MHP’ê didin û bang li saziyên navneteweyî tê kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê Ayten Kiran li ser mijarê ji JINNWES’ê re axivî.
‘Tecrîd bi tevahî sûcê mirovahiyê ye’
Ayten, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê 41 meh in tê meşandin û bênavber didome weke sûcê mirovahiyê dibînin û destnîşan kir ku tecrîd bi giştî sûcê mirovahiyê ye. Ayten bal kişand ser hesasiyetên gelê Kurd û diyar kir ku wan şahidî kirine ku tecrîda li ser Îmraliyê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser tevahiya gelê Kurd belav bûye û wiha got: “Tecrîd îşkenceya hemû rêxistinan e, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de ye. CPT di vê mijarê de bêdeng maye. Diçe Girava Îmraliyê, ji wir derdikeve û ti daxuyaniyê nade. Ev rewş li ser gelê Kurd dibe sedema tecrîdeke giran. Niha gelê Kurd di derbarê Abdullah Ocalan de bi fikar in.”
‘Li hemû girtîgehan pirsgirêk her tim yek in’
Ayten, diyar kir ku dema ew li serlêdanên girtiyên siyasî yên li girtîgehan dinêrin, ji îşkenceya derûnî heta îşkenceya fizîkî rewşek heye û got, ji bo ku girtî malbatên xwe nebînin gelek cezayên dîsîplînê tên dayîn û got, “Ceza her tim li Abdullah Ocalan tê birîn. Ev ceza li ser çi bingehê hat dayîn? Destûr nayê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike, bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, yanî kesî nabîne. Wê demê ceza çawa û li ser çi bingehê hat dayîn? Ti îzaha vî cezayê dîsîplînê nîne. Îro cezayên dîsîplînê li ser hemû girtiyên siyasî heye. Weke ÎHD em ji sê mehan carekê diçin girtîgehan kontrol dikin. Li hemû girtîgehên ku em çûne pirsgirêk her tim weke hev in.”
‘Bi tecrîdkirina giravê re hewl didin tevahiya gelê Kurd tecrîd bikin’
Ayten, anî ziman ku tecrîdeke sîstematîk li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye û ev tecrîd li qadên siyasî jî belav bûye, Ayten destnîşan kir ku li ser gel jî tecrîd heye. Ayten got, “Li ser malbatên girtiyan jî tecrîd heye. Ger malbat zarokê xwe nebîne ev tecrîd e, ger ji ber pereyê ku ji zarokê xwe re dişîne were cezakirin ev tecrîd e, îşkence ye. Yanî yên van hemûyan îfade dikin vê carê dibin hedef. Lê em ê vê yekê îfade bikin û bi her awayî mafê girtiyan biparêzin. Bi sedan parêzer ji bo biçin Girtîgeha Îmraliyê bi dildarî serlêdan kirin. Îcar çima destûr nadin van parêzeran li ser girtîgehê çi vedişêrin? Belê, tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye, lê li wê girtîgehê 3 girtiyên din hene, çima nahêlin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin? Wê demê ya ku divê bê gotin ev e: ‘Me Girava Îmraliyê bi temamî tecrîd kir’ ji ber ku niha tevahiya giravê di bin tecrîdê de ye. Bi tecrîdkirina giravê re hewl didin tevahiya gelê Kurd tecrîd bikin, lê em ji geşedanên siyasî yên dawî fêm dikin ku heta tecrîd bê meşandin gelê Kurd wê serî hilde.”
‘Girtîgeh bi hemû tîpan hatin avakirin’
Ayten, da zanîn li Tirkiyeyê hema hema li gorî hemû tîpan girtîgeh tên çêkirin û got, “Hinek rojê nabîne, hin di dema girtina hewayê de hevdu nabînin, hin jî neçar dimînin ku tenê bimînin. Ev hemû sûcên li dijî mirovahiyê ne. Îşkence ne tenê lêdana hovane ye. Îşkenceya herî mezin îşkenceya ramanê ye. Jixwe îşkenceya fizîkî jî didome. Di serlêdanên herî dawî de li Girtîgeha Samsûnê şopa lêdanê li ser bedena du girtiyan heye. Ev tiştên nayên qebûlkirin in. Pêwîst e Wezareta Karên Navxweyî û Dadê ji bo vê yekê çareseriyeke lezgîn bibîne. Divê bi gotina ku her tişt bi rêkûpêk e, neyê redkirin. Girtîgeh birîna Tirkiyeyê ya bi xwîn e, ev îşkence û tecrîd rewşeke nayê qebûlkirinê ye.”
‘Gelo mirov ji ber stran û govendê dikarin bên binçavkirin?’
Herî dawî Ayten got, “Eger îro serdegirtina dawetên Kurdan tê kirin û ji ber govenda ku kirine ceza tên dayîn, ev jî dîsa berdewamiya tecrîda li Îmraliyê ye. Ev bi sedsalan di kevneşopiya kurdan de hene. Em bi kilam, def û zurna govendê digerînin. Govend serhildana Kurdan e. Dema mirov lê dinêre tecrîdek heye ku li Îmraliyê dest pê kir û li hemû girtîgehên din xwe nîşan da û weke pêngava dawî li ser tevahiya gelê Kurd hate meşandin. Ma mirov dikare ji ber stran û govendê bêne binçavkirin? Ev di kîja qanûnê de heye? Ev rewşek nayê qebûlkirin e. Demekê rengên kesk, sor û zer hatin qedexekirin û her kesê ku van rengan li wesayitên xwe daliqandin dihatin sekinandin. Îro jî hewl didin vegerin wan deman, lê gelê Kurd destûrê nade serî natewîne. Ev kevneşopiya me ye û kevneşopiya me nayê tecrîdkirin. Ew dixwazin her tiştî îzole bikin, lê em vêya qebûl nakin.”