Li Îranê serhildana Jin Jiyan Azadî wekî felsefeyekê li hemû cîhanê belav bû. Rejîma Îranê ev serhildan û şoreş li dijî hebûna xwe dît û zextên li ser jinan zêde kir. Zagon mêrên ku jinan qetil dike diparêze û dixwaze di şexsê jina azad de civaka azad tune bike.
Rojnameger, parazvan û aktîvîsta mafê mirovan û jinan Medya Welat li ser rewşa mafê jinan agahî da. Welat anî ziman ku li Îranê maf bi qanûnan tê parastin. Dema ku mirov qala maf bike, divê zagonek hebe ku wî mafî biparêze got: “Li gorî qanûnên Îranê yên ji bo jinan, 2 jin wekî zilamekî tên dîtin. Li gorî vê qanûnê em dibînin ku li Îranê mafê jinan tune ye. Jinek wekî mirovek nayê hesapkirin. Jinek nîv mirov tê hesapkirin. Pirsgirêka herî mezin ew e ku jinek nîv mirov tê qebûlkirin. Qanûn li dijî jinê ye. Qanûn girêdayî îslamê ye. Di îslamê de jî mafê jinê tune ye. Jin wekî kole, tê dîtin. Li gorî qanûnên wê zarok aydî bav e. Gelek jin hene ji ber zarokên xwe nikarin ji hev cuda bibin. Ji ber ku mafê jinê tune, zilamek dikare bi hêsanî hevjîna xwe berde û bikuje. Lê jin nikare zilam berde. Li Îranê jin bi zagonan nayên parastin. Dema zilam (bav, bira û hevjin) jinê bikuje, qanûn wê wekî pirsgirêka malbatî dibîne. Ji ber vê yekê em dibînin her roj jin tên qetilkirin. Qanûnên Îranê zilam diparêze û kuştina jinan zêde dibe. Ji ber qanûn kujer diparêze, tirsa zilam tune û rêjeya kuştina jinan di demên dawî de pir zêde ye.”
Ol jinê milkê zilam dibîne
Medya Welat da zanîn ku aliyê aborî jî piranî jin girêdayî bav û hevjîn in û wiha axivî: “Di ola îslamê de jin wekî milkê zilam tê dîtin. Ji ber vê yekê gelek caran zilam nahêle jin li derve bixebite. Wekî milkê xwe dibînin. Dema jin dixwazin ji hevjînê xwe qut dibe, piştgiriya wê ya aborî tune ye. Dema zorê li vê yekê bikin civak û malbat wan qebûl nakin. Ji ber vê yekê jin pir zor û zahmetiyan dijîn. Pirsa mafê jinan bi xwe pirsgirêk e. Gelek caran mijar ne namûs be jî dema tê pêşberî zagonan, mijarê wekî namûsê derdixin peş. Gelek caran jin rastî tacizê hatiye û xwe parastiye. Ji ber ku xwe parastiye rastî cezayê darvekirinê hatiye. Ev bûyer li bajaran pir diqewimin. Mînak Şilêr Rasûlî li ber çavan e. Dema jin xweparastinê dike û bersiv dide, jin tê cezakirin. Di civaka Îranê de dema mirov jin û kurd be, duqat mafê wê tê binpêkirin. Dema mirov tarifa maf bike, tu maf tune ye. Dema em hemû komî ser hev bikin; tevî zextên civak, dewlet û zagonan dîsa şoreşa “Jin Jiyan Azadî” pêş ket û pêş dikeve.”
Jin ji bo mafê xwe canê xwe didin
Medya Welat anî ziman ku dema jin mafê xwe dixwazin canê xwe feda dikin û wiha pêde çû: “Canê xwe feda dikin û mafê xwe dixwazin. Ji bo xwe bi rêxistin bike kuştinê dide ber çavan. Di şoreşê de, me dît ku li dijî hişmendiya mêr gelek tişt derketin holê. Laçika ku jin didin serê xwe di bin wê de gelek tiştên veşarî ne. Bi laçikê dixwazin vîna jina azad tune bikin.”
Welat bal kişand ser felsefeya ‘Jin jiyan azadî û got: “Ev, felsefeya Rêber Apo ye. Ev dirûşm bi xwe re çareseriyê tîne. Ev gotina Rêber Apo ya ji bo azadiyê; diyar dike ku azadiya jinê azadiya civakê ye. Ev yek di şoreşê de hat dîtin û hîskirin. Civak gihîşt astekê ku heta jin azad nebe civak azad nebe. Jin jiyan azadî hemû civak û mirov di nokteyekê de kom kir û hemû anî cem hev. Destnîşan kir ku heta jin azad nebe zilam jî azad nabe. Jin û zilam li kolanan anî cem hev. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Jin jiyan azadî ne tenê gotinek e. Bi salan e li ser vê dirûşmê perwerde dibe. Bi salan e li ser dixebitin ku heta jin jiyan azad nebe hebûn pêş nakeve.”
Perwerdehiya dewletê li dijî jinê ye
Medya Welat anî ziman ku 40 sal in dewleta îslamê her tim ji bo mafê jinê neyê dîtin, civakê perwerde dike û wiha axivî: “Lê dijberî vê yekê tevgera azadiyê ji bo vîna jinê derkeve pêş û jin hebûna xwe nîşan bide, xwe perwerde dike. Şoreşa Jin JiyanAzadî jî encama vê têkoşînê azadiyê ye. Di vê serhildanê de hat dîtin ku çareserî jin e. Jin dikare civakê biguhere. Ev dirûşm ne tenê ji bo jinên kurd, ji bo hemû jinên Îranê û cîhanê diparêze. Di vê komelgeya Îranê de heta mijara jin çareser nebe, tu carî pirsgirêkên din jî çareser nabe. Çareseriya pirsgirêka Îranê çareseriya pirsgirêka jin e. Komeleya mafê jinê tune be, mafê kesî çareser nabe. Ji ber vê yekê mêr û jinê mil dan hev. Beriya şoreşê îşkence li pişt berdê dikir, niha îşkenceyê li pêş perdeyê li kolanan dike. Ji bo ku di şexsê jinê de civakê teslîm bike, li kolanan êrîşî jinê dike. Em li vir dibînin ku jin û komara îslamê li dijî hev in. Dewleta Îranê dibîne ku bi tepisandina jinê dikare şoreşa îslamê pêş bixe. Dirûşma Jin jiyan azadî alternatifa dewleta îslamê ye. Dewleta îslamê vê dirûşmê ji bo xwe talûke û dawiya hebûna xwe dibîne.40 sal in piştî komara îslamê cara yekem ev dirûşm û rêxistina jinan nîşan da şoşerek mezin pêk tê û ev şoreş komara îslamê dixe nava tirsê. Ji ber vê yekê hewl dide di nava civakê de tirsê belav bike.”