Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de didome. Artêşa Îsraîlê dirojên dawî de dibistanan bombe dike. 2 roj berê dîsa dibistanek bombe kir û 15 kes mirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistinê (WAFA) dîsa artêşa Îsraîlê dibistan bombe kir û herî kêm 100 kes kuştin. Li gorî nûçeya WAFA’yê artêşa Îsraîlê dibistana Et-Tabiin ku şêniyên taxa Ed-Deracê lê bi cih bûne bombe kir. Di êrîşê de herî kêm 100 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di şerê ku di 7’ê cotmeha 2023’an de dest pê kir de, heta niha herî kêm 36 hezar û 699 mirov hatine qetilkirin. Di şer de herî kêm 91 hezar û 722 kes jî birindar bûne.