12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em bi Huseyîn Denîz serbilind in

Malbat û rojnamegerên hevalên Huseyîn Denîz in, di 32’yemîn salvegera qetilkirina wî de li ser gora wî civîyan û ew bibîr anîn. Xwişka Huseyîn Newroz Denîz anî ziman ku ew bi Huseyîn serbilind in.

Komên girêdayî JÎTEM û kontra di nava rojê de li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi çekan êrîşî nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskar Huseyîn Denîz kirin û qetil kirin. Malbata Huseyîn û hevalên Huseyîn ên rojnameger, di 32’emîn salvegera qetilkirina wî de ew li ser gora wî ya li Goristana Serêkaniyê bi bîr anîn.

Di bîranînê de hevjîna Denîz, Adîle Denîz, xwişka wî Newroz Denîz, rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Nûnerê DÎSK-Basin-Îş’ê û rojnamevan Hakki Boltan, Hevşaredarê Serêkaniyê Ugur Kahraman, rêveberên DEM Partiyê beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Beşdaran kulîlk danîn ser gora Denîz.

Rojnamevan û Nûnerê Basin Îş’ê Hakki Boltan di bîranînê de anî ziman ku 32 sal di ser qetilkirina Huseyîn re derbas bûn û wiha got: “Divê em têkoşîna heval Huseyîn mezin bikin. 32 sal berê hat qetilkirin, diyar bû kujer kî ne. Kiryar nehat zanîn, lê em qatilan nas nakin, li şûna ku qatil bê cezakirin lê hat xelatkirin. Nîşan dide ku destê dewletê di vê qetilkirinê de heye. Hevalên me ji aliyê pergalê ve hatin kuştin. Divê li dijî vê helwestek me hebe. Divê helwesta me bibe helwesta Huseyîn Denîz, Apê Mûsa, Hafîz Akdemîr û hemû şehîdên çapemeniyê. Apê Mûsa gotibû, ‘ez ji bo Huseyîn Denîz jî binivîsinim’. Divê em jî ji bo hemû şehîdên xwe binivisînin. Divê em ji xwe bipirsin ka me ji bo hevalên xwe çi kiriye, divê em layiqî wan bin. Em carek din soz didin hevalê xwe ku em ê têkoşîna wan mezin bikin.”

Birayê Denîz, Hasan Denîz ê li sirgûnê dijî ji bi telefonê beşdarî bîranînê bû û behsa têkoşîna Denîz kir. Xwişka Denîz, Newroz Denîz jî da zanîn ku ew bi bîranîna Huseyîn her sal serbilind dibin û spasiya beşdaran kir.

Bîranîn bi belavkirina kulince (klorik) ku Huseyîn Denîz jê hez dikir bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê