Navenda Ragihandinê ya HSD’ê daxuyaniyek li ser malperên xwe yên medya dîjîtal weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî derengî şevê careke din êrişî gundên rojhilatê Dêrazorê kirin.
HSD’ê di daxuyaniyê de ragihandin ku şervanên wan bersiva jêderên êrişê da. Hêzên hikumeta Şamê şeva Sêşem-Çarşem saet 02.00’an ji nuqteyên xwe yên li gundewarên Meyadîn, Bû Kemal, Şera êrişî bajarokê Zîba, Şihêl, Teyana, Derenc, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, Letwa, Geranîc û Besîra yên rojhilatê kantona Dêrazorê kiribûn. Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dan û êriş têk birin.
Di encama êrişa de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Hêzên Şamê û çeteyên Dîfa El Ewetenî du stasyonên avê jî şewitandin û ji xizmetê derxistin.