Efrîn bihuşta vê dunyayê û bûka Kurdistanê ye. Erdnîgariyeke ku xweda ji dil ve xêz kiriye ye. Efrîn mereqa neyaran bû. Xêr û bêrên wê; hem sererd hem binerd bi dest bixin. Çavên timakeran li herêmê bû. Her cure polîtîka li ser herêmê û xelkê wê pêk anîn ku herêmê dagir bikin. Di 20ˊê Çileya 2018ˊan de hemû dovik û movikên nandoz anîn ber sînorê herêmê û dest bi hovîtiya xwe kirin. Herêma ku di çavên xelkê wê de dibiriqî kirin dojeh. Hiştin xelkê wê terka malzaroka xwe bikin. Efrîn di çav û dilên xelkê wê de bûka Kurdistan û cîhanê bû. Ji hêla hovan ve di 18ˊê Adara 2018ˊan de hat dagirkirin. Di bûyerên wê êşê de tevî hemû welatparêzên axê, xortekî zewicî terka hevjîn û zarokê xwe, bav û dayika xwe kir. Li hember dijminê pîr û kalan û nandozên wê tev li şerê hebûnê bû. Xortê xwendevan bi navê Berxwedan li eniya Raco tevî hevrêyên xwe bi hêviya ku li pêşiya nandoz û dewleta tirk a qirkir bigirin rext û çekê xwe hilda û li hember nandozên ku di bin sîwana balafirên şer, helîkopterên şer û balafirên Bayraktar de şer dikin xaka xwe diparêze.
Rojekê di bin kavileke avahiyê de Berxwedan tevî hevrêyên xwe ku li benda balafirên keşfê bûn ku bi dûr bikevin û dûre biçin eniya şer; dîtin ku kûçik, pez û hespan xwediyên xwe li şûna xwe hiştine û ji ber hovîtiya qirkeran berê xwe daye bajarê Efrînê. Rast e kûçik, pez û hesp kedî ne. Lê ger ne xwedî bin, nêzî kesên din nabin. Lê ew lawir dikarin mirovan hîs bikin ku xwe li wan biqelibînin lê na. Heta bi lawiran jî gazî Berxwedan û hevrêyên wî dikin ku wan ji vê hovîtiyê biparêzin. Lê dema balafira keşfê dûr ketin, Berxwedan û koma pê re ji cihê xwe derketin da ku biçin eniya şer. Lê di rê de dîtin termên lawiran li nava kolanan in. Hovan lawir dane ber topan.
Rojên Berxwedan derbas dibin û hevrêyên xwe şehîd dibin, li ser lênûskeke biçûk nav û gotinên wan şehîdan dinivîse, hem jî hestên xwe yên bêrîkirina hevjîn, zarok, bav û dayika xwe li aliyekî lênûskê dinivîse. Bi xwe re dibêje, ger şehîd bim, wê hevjîna min van gotinan bixwîne û xwe hîs bike ku di şer de bi min re bû. Berxwedan dibêje; rast e tu yê bi ser min de bigirî, ger te laşê min dît, ger te nedît jî tu yê çavên xwe damirînî û bi min re bipeyivî. Lê bila girî û xemgîniya te, dema zarokê me (Hozan) mezin bû, jê re nebe şikestinek, berovajî bila bibe ronahiyek û rêya wî şewq bide.
Carnan Berxwedan her 4-5 rojan ji hevalên xwe vediqete û xwe dide aliyekî bi hevjîna xwe Zeryayê re bi telefonê diaxive. Hîna deng bi telefona Zerya ketî yan neketî, Zerya telefonê vedike û stêrên bêrîkirinê û xemxuriyê dibarîne. Berxwedan, ji bo hinekî moralê hevjîna xwe bilind bike ku rewş ne ewqas e dijwar e, dibêje ka tu û Hozan jî werin. Em bi hev re bin. Zerya dibêje ez ê werim, mayîna me li vir û tu jî li wir ne mayîn e. Lê Berxwedan dibêje tenê bila Hozanê me xweş be, wê her tişt çareser be. Lê Zerya hinekî di ber gotina bêje ˊAmînˊ de dimîne. Berxwedan dibêje tişt bi Hozan bûye. Lê Zerya dixwaze veşêre, nikare. Ne tenê dilê dayikê bi zarokên xwe hîs dike, bav jî kezeba xwe hîs dike. Zerya dibêje ‘Hozan hinekî nexweş e, ez ê sibe bibim nexweşxaneyê’. Berxwedan dibêje li Hozan miqate be, ji bo Hozan û yên wekî wî em li vir, li dijî hovan in.
Di nîvê şevê de, tevî dengê top û bombebarana balafiran, xew neket çavên Berxwedan. Mejî û dilê Berxwedan li cem Hozan e. Roja din, Berxwedan berêvarê li motorsiklêtê siwar dibe û berê xwe dide gundê xwe, lê ji hevrêyên xwe re dibêje; ez ê çavekî li malê bixim û zû werim.
Berxwedan diçe malê, bav û dayika xwe maç dike, li wan dinêre hêstirên xemgînî û bêrîkirinê dibarînin. Li derdora xwe dinêre ne Zerya ne jî Hozan hene. Ji bav û dayika xwe dipirse, Zerya û Hozan li ku ne?. Bav û dayik dibêjin, hinekî Hozan nexweş bû, Zeryayê bir nexweşxaneyê. Nexweşxane jî li Efrînê ye.
Berxwedan li motorsiklêtê siwar dibe û berê xwe dide Efrînê. Dema bi cilên leşkerî dikeve nexweşxaneyê hemû lê dinêrin, weke ku jê re bibêjin nehêlin ev hov Efrînê bibin. Berxwedan li odeya zarokê xwe tê de dipirse û bi cih dike. Dema dikeve deriyê odeyê dibîne Hozan li ser texte û bi çavên melûlî berkenî dibe û destên xwe dirêj Berxwedan dike. Dema Zerya dibîne Hozan destê xwe dirêj dike, dizîvire, dibîne Berxwedan li pişt wê ye, hema xwe diavêje bedena Berxwedan û weke guleke ku av di çileya havînê de li ser qut e û were avdan vedibe. Hema Berxwedan li ser rewşa zarok û hevjîna xwe dipirse û xatir dixwaze û berê xwe dide Raco. Dema digihîne nêzî Raco balafireke keşfê û ya şer li Racoyê didin. Berxwedan berê xwe dide gundê bi ser Racoyê ve, komeke din dibîne. Bi wê komê re çend rojan li ber xwe didin. Di rojekê de Berxwedan dengê balafirekê dibihîze û ji hevrêyên xwe re dibêje belav bin. Balafirê cihê me deşîfre kiriye û lênûska xwe dide hevrêyên xwe û dibêje ev amanet bila li cem we be. Dema ku me careke din hevdu dît, ez ê bigirim. Ger me hevdu nedît teslîmî hevjîna min bikin. Balafira keşfê piştî 50 rojî ji berxwedanê li wî gundê ku Berxwedan û hevrêyên wî tê de ne, dide. Berxwedan şehîd dikeve. Dûre ew hevrê li Berxwedan digerin. Piştre dibînin Berxwedan şehîd bûye û dibêjin; “Em ê bi çi rûyî lênûskê bidin hevjîna Berxwedan.” Roj diçin û gund tên dagirkirin heta giştî Efrîn tê dagirkirin. Dûre weke hemû malbatên Efrînî malbata Berxwedan jî koçberî Şehbayê dibe. Piştî 2 mehan ji koçberiyê malbata Berxwedan serî li her cihî dide ku rewşa Berxwedan hîn bibin. Lê bêyî ku rewşê bizane, mîna ku hemû malbatên efrînî rewşa zarok, hevjîn û kurên xwe nizanin, vedigere mala kavilkirî ku lê bi cih bûne. Rojekê dengek ji derve tê, tirkinî bi dilê Zeryayê dikeve. Weke ku xebera Berxwedan bihîstibe. 2 kes bi cilên sivîl, li ser rûyê wan xemgîniyê xwe daye der; dipirsin ‘Tu hevjîna Berxwedan, Zerya yî?’. Zerya dibêje kerem bikin, xwedê mizgîniya xêrê bişîne û bêje me Berxwedan bi cih kiriye. Ew her du xort hinekî bê deng dimînin û piştre ji berîka xwe lênûska Berxwedan derdixin û dibêjin ev mizgîniya Berxwedan e.