Îro gerîlayên Modernîteya Demokratîk di tûnelên jiyanê de di bin êrîşên çekên kîmyawî û qedexekirî de têdikoşin. Lê malbata Barzanî û leşkerên wî di qesrên xwe de dijîn
Li ser Kurdistanê di asta navdewletî de du hêzên sereke şer dikin. Di heman demê de di asta neteweyî de jî du hêzên sereke di nava şerekî dijwar de ne.
1- Di asta navdewletî de hêzên modernîteya kapîtalîst ku rasterast dewleta tirk çeka wan a herî li pêş e, li pişt Tirkiyeyê ji sala 1985’an bi sazkirina maseya PKK’ê li Almanya hêza NATO bi tevahî di şer de ye. Hêza din jî hêzên Modernîteya Demokratîk ku PKK pêşengtiya wê dike. Jixwe ne wisa ba, komploya navdewletî li ser Rêber APO pêş nedixistin û nediavêtin dojeha Îmraliyê. Şerê herî dijwar li Îmraliyê li dijî vîn, bawerî û heqîqeta Rêber APO tê meşandin.
2- Di asta neteweyî de jî hêza ku dûvikê dewleta tirk e malbata Barzanî û PDK ye. Ji hêlekê ve mirov nikare ji malbata Barzanî re bêje xiyanetê dike! Ji ber ku xiyanet ji kes an jî hêzeke ku rastiyek diparast û piştî demekê dev ji wê rastiyê berde û li dijî wê rastiyê şer bike re tê gotin. Lê rewşa wiha ya malbata Barzanî tune ye. Ji roja ku derketine ser dika siyaseta kurd û heta îro her li dijî tevgerên kurdistanî şer kirine. Her li cem neyarên gelê kurd cihê xwe girtine. Her tim di fermana serdeste xwe de ye. Li gorî vê dema mirov dîroka malbata Barzanî binirxîne, mirov dikare bêje ku, şebekeyeke çeteyan li ser xwîna gelê Kurd xwe dide jiyîn. Rêgez û welatparêzî tune ye.
Hêza din a di asta neteweyî de şer dike PKK ye. PKK, heta îro di xeta welatparêziyê de têkoşiye û tu caran li cem neyarekî Kurdistanê cih negirtî û nagire jî. Roja ku PKK li dijî hêzeke Kurdistanî li cem neyarekî cih bigire wê rojê tune dibe. Mixabin hêj jî hin kes dibêjin; “Bila şerê biratiyê nekin”, “Bila PKK û PDK bên cem hev”. Em ê çawa û bi çi rengî bêjin; “Bila her du rêxistin bên cem hev?” Ji vê gotinê wateya ‘PKK jî kêmasiyan dike’ derdikeve û tê xwestin PKK ji şaşitiyan vegere û li cem malbata Barzanî rûnê. Rewakirina malbata Barzanî ye. Di rastiya şerê ku îro li başûr; Metîna, Heftanîn, Zap, Xakûrkê, Avaşîn tê meşandin de heqîqeteke wiha tune ye. Malbata Barzanî ji bo temenê xwe dirêj bike û dewleta tirk çend hestiyan bavêje ber û di bankayên Ewropayê de pereyan bidin razandin, li dijî gerîlayên Modernîteya Demokratîk şer dikin.
Ji lewra her mirovkî/e Kurd divê heqîqeta heyî bilêv bike. Wekî din xistina PKK û malbata Barzanî ya heman kefê, ji şolîkirina heqîqeta şerê azadiyê pê ve ne tiştekî din e. Bi taybetî hin siyasetmedarên li bakur û li Ewropayê dijîn, wisa dibêjin. Wekî Lenîn jî dibêje; “kevirên rêya dojehê bi niyeteke baş hatin raxistin”. Ji lewra divê em bi niyeta baş rastiyên hene şolî nekin û ser dûvikbûn û şebekebûna malbata Barzanî jî negirin.
Îro gerîlayên Modernîteya Demokratîk di tûnelên jiyanê de di bin êrîşên çekên kîmyawî û qedexekirî de têdikoşin. Lê malbata Barzanî û leşkerên bi pere di qesrên xwe de dijîn. Nabêjim; “pêşmerge” ji ber ku di dîroka Kurdistanê de pêşmerge xwedî rûmetekê ne. Lê malbata Barzanî bi pereyan hêzeke leşkerî saz kiriye û bi wan karên xwe yên qirêj dike. Ji lewra divê pêşmergeyên welatparêz bi hemû hêza xwe li dijî vê siyaseta malbata Barzanî derkevin. Destûr nedin ku ji bo berjewendiyên xwe navê pêşmergetiyê reş bikin. Ku li diji vê yekê dernekevin dê dîrok wan nebexişîn e.
Belê, em wekî welatparêz, demokrat, jin-mêr û heta bi zarokan divê em tev bi hemû hêza xwe li dijî malbata Barzanî li cem gerîlayên Modernîteya Demokratîk cih bigirin û têbikoşin. Dem dema ku her kes dakeve qadan û bi ser neyar û dûvikbûna malbata Barzanî de biçe. îro pîvana welatparêziyê ev e! Dîrok kesên ku xwe dixapînin nabexişîn e!