12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hertim bi pêngavên xurtir bersiv dane

Rêveberê Navenda Çanda Dicleyê Celal Ekîn diyar kir ku li her cihê ku kurdek lê hebe rojeva wan welatê wan e, zimanê wan e, çanda wan e û got, “Her ku êrîş zêde dibin gel ewqasî bi pêngavên nû xurtir û çalaktir dibe.”

Dîroka Mezopotamyayê ku war û hêlîna pir zimanî, pir çandî û pir baweriyê ye di dîroka xwe ya kevnar de rolekî mezin lîstiye lê piştî avakirina netew dewletan gelek çand, ziman, nasname û baweriyên heyî yên civakê hatin qirkirin. Gelek dîrok, ziman û nasname tenê navê wan di nava rûpelên dîrokê de mane.

Gelê kurd jî wekî gelekî qedîm ê axa Mezopotamyayê ji bo parastina nasname û çanda xwe gelek bedelên giran dane. Tevî hemû hewldanên asîmilasyon û êrîşên qirkirinê yên li dijî çand û zimanê kurdî lê bi saya berxwedana tevgera azadiyê û bi saya dengbêj û hunermendên gel, kurdan heta niha ziman û çanda xwe heta radeyekê parastiye.

Ne ji îro de lê ji dema avakirina komara Tirkiyeyê û heta îro çawa ku ziman û çandên din ên li ser vê axê bi polîtîkayên qirker û asîmlasyonê ji holê hatin rakirin, hê jî hewldanên tunekirina ziman û çanda kurdî jî tê kirin.

Di van rojên dawî de êrîşên li ser ziman û çanda kurdan zêde bûne. Wekî mînak li Mêrsînê 6 ciwan ji ber gerandina govendê û stranên kurdî gotine hatin girtin. Paşê jî li hin bajarên din ên wekî Agirî, Sêrt, Êlih û Stenbolê gelek kes ji ber govendên kurdî hatibûn binçavkirin, gelek ji wan hatin girtin. Her wiha gotinên kurdî yên wekî “Hêdî” û “Pêşî peya” ên li ser kolanan ji bo trafîkê hatibûn nivisandin tên jêbirin.

Ji bo nirxandina vê rojevê me bi rêveberê Navenda Çanda Dicleyê Celal Ekîn re hevpeyvîn kir.

Di van rojên dawî de êrîşên nijadperestî yên li ser çand û zimanê kurdî dijwar bûne. Gelek kes ji ber gerandina govendê û stranên kurdî gotin hatin binçavkirin û girtin. Hûn vê nêzîkatiyê çawa dinirxînin?

Ev ne tiştekî nû ye û bi salane mijara hatina kurdan a ba hev ji bo desthilatdarên vî welatî wekî taluke tê dîtin. Desthilatî ji gelek aliyan ve ketiye tengasiyeke mezin, êdî ne tenê muxalefeta kurdan li Tirkiyeyê bi giştî li dijî vê sîstemê, li dijî xizaniyê û li dijî bêedaletiyê muxalefetek bipêş ketiye. Ne tenê gelê kurd li dijî vê rewşê derdikevin, êdî tirk jî nerazîbûna xwe nîşan didin. Desthilatdarî jî ji bo ku vê rojevê biguherîne û berê gel bide hin rojên din, dîsa bi riya geşkirina pêla nijadperestiyê dixwaze rojevê biguherîne.

Dibêjin ku ew ne ji bo govend û strana kurdî lê ji ber dirûşman hatine girtin, lê di heman rojan de nivîsên bi kurdî ên li ser cadeyê jî jêbirin, ma gotinên ‘Hêdî û pêşî peya’ yên ji bo trafîkê hatine nivisandin jî dirûşm û propoganda ne?

Dema ku stranek tê afirandin bêguman di bin bandora jiyana wê civakê de tê afirandin, jiyana wê civakê çi be mijara stranan jî bi wê rojevê ve girêdayî ye. Ne tenê stran di hemû beşên hunerê de çi şano be, çi helbest be, çi çîrok û roman be ew tev beşek ji jiyana vê civakê ne. Heke jiyana vê civakê di nava xweşî û edaletê debûye dê stranên wê jî tev behsa kêfxweşî, gul û kulîlk û evînê kiribûna. Di nava jiyana gel de tengasî, xizanî û bêedaletiyê de dijî û ji her alî ve hatiye dorpêçkirin. Lewre hunermend jî wekî mirovekî di nava vê civakê de dê di bin bandora vê rewşa heyî de stran û hunera xwe biafirîne. Yanî rastiya jiyana wan çi be dê afirandina wan jî pêve girêdayî be. Gel jî hêza xwe û rojeva xwe ji wan stranan ku rastiya vê jiyanê tînin ziman, digire. Lewre gel jî ji bo ku nerazîbûna xwe li dijî vê rewşê bîne ziman wan stranan dibêje û rewşa xwe tîne ziman.

Berê digotin kurd tune ye, zimanê kurdî tune ye, navê wan ji ber dengê meşa li ser berfê derketiye holê, ji qar kurtê hatiye. Digotin zimanê kurdî tune ye, strana kurdî tune ye, muzîka kurdî tune ye lê niha partiyên wan ên herî nijadperest jî dema ku li hesabê wan tê dibêjin ‘Birayên me yên kurd’.

Gelê me tucaran li hemberî zext û zordariyan serê xwe netewandiye û li hemberî van zordestiyan jî serî natewînin û dê netewînin û xwedî li hebûna xwe, zimanê xwe û hunera xwe derdikevin.

Lê wekî min di serî de jî got ew dixwazin rojevên heyî biguherînin. Di rojeva gel de nerazîbûna li dijî tecrîdê heye. Gelek kes hene ku zêdeyî 30 sal in di zindanê de ne û tevî ku cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Ev yek ji rojevên sereke ên gelê me ye. Gel li hemberî vê rewşa aborî û xizanî û buhabûna ku heye ne razî ye û nerazîbûna xwe tîne ziman. Ev jî rojeveke din a sereke ya gel e. Lewre jî desthilatî dixwaze van rojevan biguherîne û hin rojevên din ên ku ew dixwaze bixe rojevê.

Çima çand, ziman û govendên kurdan qedexe dikin. Dixwazin çi bikin, armanc çi ye?

Govenda kurdî gelekî berfireh û zengîn e. Govenda delîlo bi tenê nêzî 50 cureyên wê hene, her herêm delîloya xwe dilîze lê rîtma tevan nêzî hev e. Di jiyana kurdan de her dem şer hebûye, dema şervanên wan jî dimeşiyan pêçiyên xwe didan hev û vê yekê têkliyeke fizîkî çêdikir. Kesê ku sergovendiyê dike wekî qomutanê wê komê ye, car carna dest ji serê govendê berdide û diçe li nava govendgêran digere, wan dişopîne û heke tiştekî çewt hebe rast dike û paşê dîsa vedigere sergovendiyê dike. Têkiliya fîzîkî ya bi riya govendê çêdibe, têkiliya di nava mirovan de xurtir dike û sînerjiyekê dide mirovan. Govend coşa bi sedan û carnan bi hezaran mirovan digihîne hev û bi hev re wê coşê parve dikin.

Taybetmendiyên govend û dîlanên kurdan li gorî neteweyên din çi ne?

Cudahiya govenda kurdî ji hemû cîhanê ew e ku gelek kêm hene ku komeke ewqasî mezin bi hev re bi destê hev bigirin, bi pêçiyê hev bigirin û bi hev re govendê bigerînin. Di govend û dansên cîhanê de 2 kes an 3-4 kes bi hev re dans dikin an jî herî zêde hin komên balqanan hene, komên govendê yên folklorê ew jî hejmara wan nagihê 10 kesan. Berê dawetên me li kolanan bûn, li gundan li meydanan bûn. Dawetekê 3 roj 4 roj û carnan hefteyekê didomand. Her kes tev li wê dawet û dîlanê dibû. Lewre wê demê heke ne nasê te bûna jî tu diçû dawetê û tev li wê dîlanê dibû. Bi vê yekê têkliyên germ di nava civakê de çêdibûn. Lê niha piştî ku dawetê kolanê qedexe bûn û dawet xistin nav çar dîwarê salonan. Tenê kesên dawetkirî, vexwendî dikarin biçin wê dawetê. Bi vê yekê têkiliya di nava civakê de bêtir bi sînor bû.

Tê bîra min berê hevalekî min mamosteyê govendê hebû, navê wî mamoste Selîm bû. Li kîjan aliyê Amedê dengê def û zirnê bihata digot wa li wî alî dawetek heye ka em biçin dawetê. Lewre ji bo ku girseyên gel neyên ba hev û têkliya di navbera wan de germtir nebe dawetên me veguhestin salonan. Niha ji hefeyekê daketiye nava çend saatan li şûna der û cînar, hogir û heval û hemû beşên civakê bigihên ser hev niha di nava malbatê de û çend kesên vexwendî de bisînor dimîne.

Her wiha ev şêwe bandoreke neyênî li ser çand û govenda kurdî jî dike. Berê di wan dawetên ku bi rojan berdewam dikir û gelek cureyên govendan dihatin lîstin niha bi çend saatan û 2-3 cureyên govendê hatine bisînorkirin.

Lê tevî hemû zext û zordariyan gel li çand û stranên xwe xwedî derdikeve û bi gelek şêweyan nerazîbûna xwe tîne ziman. Bêguman dê hunermendên kurd jî gav bi paş de navêjin û herdem tiştên nû biafirînin û xizmeta çand û hunera xwe bikin.

Wê bersiva saziyên me yê çand û hunerê ji bo van qedexe û astengiyan çi be?

Em ê girêdayî rojeva xwe ya sereke bimînin û nekevin dahfika rojeva ku sîstem dixwaze biafirîne. Rojeva sereke ya hemû gelên Tirkiyeyê rewşa bêedaletî, aborî, xizanî û zehmetiyên jiyanê ye. Li kêleka van rojevan li ba kurdan jî di ser wan re jî tecrîd, zext û zordariyên li ser kurdan hene. Em wekî saziyên çand û hunerê em ê bêtir li ser rastiya çand û hunera xwe bixebitin û nebin alavên rojevên sexte yên dûrî jiyana gelê xwe. Li Tirkiyeyê ne îro lê ji roja ku ev komar hatiye avakirin edalet miriye. Li Îngilistanê demekê li dêrê dema ku mirovek dimir carekê li zingilê dêra dihat xistin, dema mirovek ji malbata qiral bûya 2 caran li zingilê dêrê dihat xistin û dema ku 3 caran li zingil bidin wê gavê tê fêmkirin ku qiral bi xwe miriye. Dibêjin rojekê gel 4 caran dengê zingilê dêrê bihîst. Qiral jî bang li wezîr û keşîşan kir û got ev kî miriye ku ji min girîngtire ku 4 caran li zingilê dêra dane. Keşîşek ji qiral re dibêje; qiralê min edalet miriye. Zêdeyî sedsal e li Tirkiyeyê jî edalet miriye. Lewre jî em dikarin bêjin ku zingil li vir jî çar caran lêdaye.

Lê zordestî nikare pêşiya vî gelî bigire, ez mînakekê ji salên 90 bidim. Wê gavê mirov nikaribû 4 pirtûkên kurdî bidest bixe, heke hebûna jî çend pirtûkên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanê ew jî bi tîpên erebî bûn. Lê niha em binerin tevî wan zext û zordestiyan em niha bi hezarên pirtûkên kurdî di pirtûkxaneyan de dibînin.

Bi van qedexe û astengiyên govendê mirov dikare bibêje ziman û çanda kurdan jî tecrîd dikin. Bandora tecrîda li Îmraliyê li ser tecrîda ziman, çand, nasnameya kurdan çi ye?

Her tişt bi hev re girêdayî ye. Heke tevgera azadiya gelê kurd tunebûya pirsgirêka kurd jî ewqasî nedihat rojevê. Konsepteke giştî li dijî hemû destkeftiyên kurdan heye. Ji bo destkeftiyên li başûrê Kurdistanê bi salan gotin ‘qaşo dewleta kurdan’, her roj êrîşî destkeftiyên gelê Rojava û Rêveberiya Xweser dikin. Kurd li ku destkeftiyekê bidest bixin ew yek wan dîn û har dike. Tevgera azadiya gelê kurd di nava şert û mercên herî giran de her dem gaveke din bi pêş de avêtiye. Îşkenceya herî giran li zindanan dest pê kir û berxwedana herî mezin jî li zindanan dest pê kir.

Dixwazin rojevê biguherînin ku kes behsa tecrîdê neke, kes behsa siyasetmedarên girtî neke, kes behsa girtiyên siyasî yên ku 30 salên wan qediyane û hîna di zindanan de ne neke. Tevgera azadiyê li her deverê li her welatî li her cihê ku kurdek lê hebe rojeva wan welatê wan e, zimanê wan e, çanda wan e û herî dawî jî rastiya jiyanê û mijara aborî ye. Lewre jî her ku êrîş zêde dibin ewqasî tevgera gelê kurd jî bi pêngavên nû xurtir û çalaktir dibe û gavên mezintir davêje.

Celal Ekîn kî ye?

Celal Ekîn di sala 1962’yan de li navçeya Surê ya Amedê hatiye dinyayê. Di ciwaniya xwe de gelek kar û barên cuda kirin. Di sala 1988’an de hatiye girtin û di zindanê de hunermend Alî Temel nas kiriye. Piştî hatin berdan ew û Alî Temel ji bo avakirina komeke muzîkê çûn Stenbolê. Berê li Navenda Çandê ya Dicle Firatê ku bi KHK’ê re hat girtin dixebitî, niha jî wekî mamoste li Navenda Çandê ya Dicleyê.