Dewleta tirk bi daxwaz û destûra PDK’ê hêdî hêdî hêza xwe ya leşkerî li herêma Başûr bi cih dike û herêmê dagir dike. 184 malbatên gundên parêzgeha Dihokê ji ber êrîşên dewleta tirk û bombebaranê cih û warên xwe terk dikin û koç dikin. Di 15’ê Hezîranê de, artêşa tirk bi hezar leşker, 300 tank û wesayîtên zirxî li dijî sînorê parêzgeha Dihokê êrişek nû a berfireh ya dagirkeriyê da destpêkirin. Ev êrişên dagirkeriyê bû sedema gelek karesatên mirovî û jîngehî. Ajansa Rojnewsê di vê raporê de daneyên valakirina gund û malan, bombebarankirina cihên niştecihbûnê û avakirina baregehên leşkerî yên artêşa tirk a dagirker eşkere dike.
Tenê di vê êrişa dagirkeriyê ya dawî de 184 malbat li parêzgeha Dihokê neçar mane ku malên xwe biterikînin. Dewleta tirk tenê di vê êrişa xwe ya zêdetirî du mehin li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike 19 mal, 2 dibistan, kargehek ard, otomobîlek, dêrek û 2 projeyên ava vexwarinê jî bombebaran kirine.
Tenê di van êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk de, gundên Mijê, Kevne Mijê, Girgaşe, Spîndarê yên devera Ber Garê, gundê Dêmka yê girêdayî Batîfa, gundê Dergeke, Musabegî, Şêlazê, Bişîlê û Miska yên Kanî Masê yên herêma Berwarî Bala ya parêzgeha Dihokê bi darê zorê hatine valakirin. Bi giştî heta niha 170 gund ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst hatine valakirin û 602 gundên din jî di bin xeteriya valakirinê de ne.
Artêşa Tirk a dagirker 9 navendên leşkerî li herêma Behdînanê ava kirine. Bi giştî ji sala 2015’an ve dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê 74 baregehên dagirkeriyê ava kirine.
Ji aliyek din ve alavên ragihandinê û bircên telefonê yên xetên ragihandinê yên dewleta Tirk ji baregehên leşkerî yên dagirkeriyê bandor li xetên ragihandinê yên zêdetirî 110 gundan kiriye.
Derbarê rêjeya şewitîna giya, pûş û daristanan de, li gorî pêşbîniyên rêxistina Amerîkî CPT’yê ku ji anketên bi niştecihên deverên hatine dagirkirin re kirine, tenê di dema van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk qirker de nêzî 68 hezar donim erd hatiye şewitandin.
Derbarê daneyên êriş û bombebaranên dewleta Tirk de, her çendî ku daneyek rast li ber dest nîne jî, lê li gorî agahiyên ku ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê ketine destê ajansa me Rojnews’ê, dewleta Tirk a faşîst zêdetirî 300 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji destpêka îsal ve heta niha 14 welatiyên sivîl şehîd bûne û 11 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. Par jî di encama êrişên dewleta Tirk de 33 welatiyên sivîl şehîd bûn û 22 sivîl jî birîndar bûn.
Tevî êriş û bombebaranên dewleta Tirk a faşîst ya yên bi armanca dagirkirin û îlhaqkirina herêma Behdînan û piştre jî tevayî Başûrê Kurdistanê jî ku di encamê de heta niha gelek gund hatine valekirin, welatiyên sivîl hatine qetilkirin, jîngeha Kurdistanê hatiye wêrankirin, lê heta niha hikûmeta Iraqê û hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê bi tu awayî bertek nîşanî van êrişan nedan. Berovajiyê bendewariya ku ew bertekan nîşanî dewleta Tirk a qirker bidin, rojane bi rayedarên Tirk re hevdîtinan pêk tînin û li şehadeta welatiyên sivîl yên Kurd temaşe dikin.