12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civak bi çand û hunera xwe tê nasîn

Ahmet Tamîr

Deh hezar sal berî zayînê pergala dayîksalarî hate sazkirin ku pêşengên wê dayîk bûn. Bi vê pergalê re, çand, huner û wêje pêş ketin û bû nasnameyeke girîng a vê pergalê.

Civakek xwedî van sê zagonên sereke ye ku hebûn û nebûna wan nayê nîqaşkirin. Ger yek ji van zagonan kêm be, ew civak dê di xwerêxistin û pêşketinê de kêmasî hebe. Hest, nîqaş, hiş, mêjî û tevgerên wê civakê dê qels û lawaz bibin. Ev rewş dê rê veke ku ew civak bê bişaftin, ji ber ku ev tişt bingeha vîn, biryar û nasnameya wê civakê ne.

Bandora vê kêmasiyê, hêza dijberiya civakê lawaz dike. Mînak, xwedayê Enkî, ji bo çanda xwe serwer bike, êrîşî pergala xwedawenda Înanna kir. Ji ber vê yekê, pergala dayiksalarî guherî bû pergala baviksalarî û civak û xweza ji hev hatin veqetandin.

Dagirker heta dawiya hêza xwe hewl dide ku tu tîp, bêje an remza dijberî xwe di pergala xwe de nehêle bijî. Di vê rewşê de, yek ji nimûneyên girîng dîlan e. Gelê kurd li qada dîlanê bi zimanê dayika xwe çanda xwe dide nasîn, ku ev nîşan dide ku kurd û çanda wan hîna jî nehatiye bişaftin.

Ev êrîşa bîrdozî li dijî şoreşa azadiya gelê kurd e. Têkoşîna azadiyê, bi awazên hozan Mizgîn Serhed û Delîl Ayan ve hate berdewamkirin.

Serokatî dibêje, civaka ku çanda wê ji holê bê rakirin, divê bahsa wê civakê jî nema bê kirin. Lê belê, giyandayîn û afirandina çandê, hestekî nûjen, peroşek bi coş û nasnameyek bi binyat di giyanê de da ajotin.

Civakek bi pêşengê xwe re, bi vîna nasnameya xwe ya azad di rêka pêşeroja xwe de dimeşe. Dijminê dagirker jî tim êrîşî rêber dike û çanda civakê dixe bin zextê.

Banga min ji hemû gelên bindest re, bi taybetî ji kurdan re ev e: bi zimanê dayika xwe li her qadê biaxivin, dîlan, stran û kilamên xwe bi li gorî çanda xwe bijîn û wan bidin jiyandin.