Gelê ermen cêwiyên gelê kurd in, her du gel û bi dehan gelên din di sedsalên borî û şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de, di qirkirinan re derbas bûn. Qirkirinek wiha bû ku di serî de zana, rewşenbîr û hoste bi awayên pir hov hatin kuştin. Gelê ermenî yek ji wan gelan bûn ku jinên wan yên ducanî bi saxî zikê wan ji hêla osmaniyan ve hatin qetandin û zarok jê derxistin û kuştin, mêrên wan jî bi biviran serê wan jêkirin û avêtin deryayê. Ermeniyên ku ji qirkirinê dikarîbûn xwe xilas bikin hin çûn ser dilovaniya xwe û hinek jî hîn zarok bûn, ku li cem malbatên kurd û ereb mezin bûn, hatin zewicandin û bûn xwedî zarok û nevî û hwd. Lê belê Ii vir de ne wekî ermenî jiyan kirin, ne xwedî ziman, ne nasname û ne jî dîrok û çandeke ermenî bûn, wekî kurd û ereban mezin bûn. Gelê kurd û ereb ji ermeniyên ku li Tirkiyeyê rûbirûyî qirkirinê hatibûn penageh mal û hembêza destpêkê.
19’ê Tîrmehê mizgînî bû!
19’ê Tîrmeha 2012’an êdî dihat ku ji gelê ermeniyên diaspor ango berbelav, dibû mizgînî. Êdî dem hatibû ku careke din ermen wekî kesên ermenî xwedî çand, dîrok û hûner û ziman in xwe nas bikin. Êdî dem hatibû ku jinên ermen qurbaniyên qirkirina ku pêre rû bi rû mabûn bibîr bînin û bi sozeke nû dest bi rêxistinbûyîna xwe li dijî her cure êrîş û qirkirinên muhtemel bidin. Dem hatibû ku keça bi navê Xufran bi eslê xwe yê ermenî, bêje ez ermenî me, here zimanê xwe fêr bibe û dîroka xwe binase û navê xwe biguhere û bêje; ez Êma me, êdî ne Xufran im. Dapîrên ermenî yên ku li rojavayê Kurdistanê dijîn, girîngiyê gelekî didin vê xalê ku bûyerên bi wan re qawimîne, ango yên ji devê dayik û bav û dapîrên xwe girtine ji nifşên nû re bi baldarî û bi hûrgulî vebêjin. Her ciwaneke ermen îro parçeyekî ji çîroka qirkirinê ya ku bi xizm û dapîr û bapîrên wan re rû bi rû mane nas dikin û li gorî wê berpirsiyartiyê tevdigerin.
Hêjayî gotinê ye ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re êdî ermeniyên li Rojava dest bi rêxistinbûyîna xwe kirin. Destpêkê hêza xwe ya parastinê avakirin, ciwanan di 24’ê nîsana sala 2019’an de, ango di salvegera 104’an a qirkirina ermeniyan de Tabûra Şehîd Nubar Ozanyan ku xwe di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) birêxistin dike, avakirin. Herwiha Meclisa Civaka Ermenî û Yekîtiya Jinên Ermen di sala 2020’an de jî avakirin.
Ermenên Rojava dibêjin ku bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê wan dikarîbû nasnameya xwe careke din bi dest bixin, bi reng û deng û îradeya xwe bijîn û beşdarî saziyan bibin û di cihê biryaran de bin. Ji bo ku ermeên îro careke din ji hêla dewleta tirk a dagirker ve ango neviyên osmaniyan, neyên kuştin, di vê kêliyê de jinên ermen wekî şervan di çeperan de cih digrin û nobedariyê dikin. Neviyên îro xwe bi çek kirin e, çeka dest û çeka mejî, baş dizanin dapîr û bapîrên wan çi êş, zilm û hovîtî jiyan kirin, ji bo ku careke din heman qirkirin û senaryo dûbare nebe, ligel şervanên kurd, ereb, suryan di çeperekê de li ber xwe didin. Ji bo wekî duh nebe îro nevî dapîr û bapîrên xwe diparêzin!
Hinar temam dibe!
Di Yekîtiya Jinên Ermen de jî mafê jinan tên parastin, dozên wan tên çareserkirin û di projeya Netewa Demokratîk de bi hişmendiya ku gelek dest dikarin destekftiyan biafirînin û biparêzin, ligel jinên netewên din yekîtiya xwe avakirine. ermeniyên îro êdî ji zimanê xwe jî ne xerîb in, ji kesên biçûk heta mezin îro tên perwerdeya zimanê ermenî distînin û hewl didin dûrketina ewqas sal ji ziman û dîroka xwe, bi derfeta ku şoreşê ji wan re peyda kiriye qezenç bikin. Di warê çandê de jî êdî şanoger û derhênerin ermenî li Rojava tên peydakirin, şanogerên ku qet şanogerî nekirine û nezanîn şano çi ye, îro li ser dikên Rojava gurzan ji şanoyên çêkirine, nîşanî civakê didin û wiha rolên ji wan re hatine diyarkirin û perwerdeya wê dîtine, dilîzin wekî ku rastî jî ew di nav bûyerê de jiyankirin e heman hest, tevger deng, qêrîn û hewar e. Ermen bi awayekê rihet bêastengî salan e roja qirkirina ermeniyan di 24’ê nîsanê de bibîrtînin. Ne tenê ev, êdî kurtefilm û filmên sînemayê jî li ser roja qirkirinê, dozên jin û doza ermenî tên çêdikin û pêşandin. Ev ligel zindîkirina çand û folklora ermenî bi stran û gerandina govendê.
Wate; ew libinê hinarê yên ku ji ber qirkirinê belav bûn, îro careke din tên komkirin û di bin sîwana Şoreşa Rojava de xwe birêxistin dikin. Ermenî hinar ji xwe re sembol dibînin û xwe wekî libên hinarê pênase dikin.
Ermen ji hêla osmaniyan ve hatin qirkirin, rejîma Baas jî ew di serdema xwe de înkar kirin lê Şoreşa Rojava ew hembêz kirin, kirin xwedî îrade hêzeke parastinê û rêxistin. Li vê hevkêşeyê binêrin çiqas cûdabûna wê heye. Ji zik şoreşê mamosteyên zimanê ermenî hatin derçûn, hûnermend, şanoger, derhêner, rêveber û nûnerên wan di Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk de îro biryar didin. Ne wekî tê gotin, ermen îro li ser destan nayên jimartin û ne jî belav in, libên hinarê yek bi yek tên komkirin û careke din li Rojava ew hinar temam dibe.
Bihêzkirina têkiliyan
Serpêhatiyên ermenan ne tenê yên qirkirinê hene, li Rojava dikarin serpêhatiyên serkeftinên wan jî bibînin, binivîsin û ji raya giştî re raghînin. Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin, tevger û saziyan re têkilî dan avakirin û xurtkirin, îro jî dest bi danîn û bihêzkirina têkiliyan li ser asta Ermenistan û welatên derve kirin e. Ji bo careke din diasporaya xwe kom bikin, têkiliyan bihêz dikin û bala Ermenistan û welatên derve dikşînin ser ermenên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku çawa xwe birêxistin kirine, armanc û hedefên wan çi ne, da ku bi hev re bikaribin hêza xwe kom bikin, xwe ji êrîşên muhtemul biparêzin û bikaribin di dadgehên cîhanê de doza mafê xwe û piştgiriyê bikin.