Piştî kuştina lîderê siyasî yê Hamasê Israîl Heniye li Îranê û kuştina fermandarê leşkerî yê Hizbulahê li Lubnanê, Îranê û hevkarên wê gefa bersivdayînên tund li Israîlê kirin. Di encamê de niha li başûrê Lubnanê Israîlê û Hizbulah êrîşî hev dikin.
Rayedarên Îranê piştî kuştina Heniyê gefên dijwar li Israîlê kiribûn û der barê bersivdayîna Îranê de behsa gelek senaryoyên cuda tê kirin. tê gotin ku dibe Îranê bi riya başlafirên bêmirov û fûzeyan êrîşên dijwar bibe ser Israîlê. Lê piranî dibêjin ku dê bersivên Îranê bi riya alîgir û milîsên wê yên li Lubnan û Sûriyeyê werin kirin.
Lewre jî ev demeke ji xwe Israîlê êrîşî navend û baregehên Hızbulaha Lubnanê dikirin lê di dema dawî de anku piştî kuştina Heniye ev êrîşên di navbera herdu aliyan de zêdetir bûne.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ya li dijî Gundê El Cebel ê li ser sînorê Îsraîlê du kesan jiyana xwe ji dest daye.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fermî (ANI) ragihand ku yek ji kesê hatin kuştin endamekî Komeleya El Rîsala ya girêdayî Tevgera Amal a hevkarê Hizbullahê ye.
Gundê El Cebel ê du kîlometreyan nêzîkî sînorê Îsralê ji destpêka şerê beriya deh mehan û heya niha bi bombebaranên dijwar re rû bi rû maye û gund ji aliyê niştecihên wê ve hatibû terikandin.
Wezaretê ragihandibû ku li Hûla ya li başûrê welêt di encama ‘êrîşa Îsraîlê de du kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hizbullahê ragihand ku wan bi balafirên bêmirov yên tije teqemenî herêmên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kirine hedef.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser Celîleya Jor a Lubnanê de du leşker birîndar bûne.
Ji meha Cotmehê heya niha li Lubnanê 549 kesan di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan ji endamên Hizbullahê pêk tên.
Li gorî rayedarên Îsraîlê jî li Îsraîl û Girên Golan ên dagirkirî 22 leşkerên Îsraîlê û 25 sivîl hatine kuştin.
Israîlê êrîşî başûrê Lubnanê kir
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku îro li başûrê Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de ya çend saetan piştî bombebarandinên Hizbullahê, du kesan jiyana xwe ji dest daye