Malbata Barzanî û Tirkiye bi hev re gundên herêmê vala dikin û li dijî PKK’ê şer dikin. PDK rê li pêşiya artêşa tirk vedike û artêşa tirk li başûrê Kurdistanê dide bicihkirin. Dewleta tirk li aliyekî artêşa xwe li herêmê bi cih dike, li aliye din bi hevkariya PDK’ê gundên herêmê vala dike. Li gundan hêzên çete û leşkerên bi pere bi cih dike. Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Demokrasiyê û Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî têkildarî geşedanên dawî yên li herêma Behdînanê çavdêriyên xwe bi rojnameya me re parve kir. Akademîsyen û siyasetmedar Dr. Kamûran Berwarî li ser rewşa şerê Başûr fikarên xwe anî ziman û got: “Bêhna Enfalê tê.”
Behna Enfala 1988’an jê tê
Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku rewşa Başûr rewşek ne aram e û wiha got: “Rewşa herêma Behdînanê rewşa girtin, kuştin, dagirkirin û sotinê ye. Bêhna Enfala sala 1988’an jê tê. Balafirên şer her derê bombebaran dikin. Di bombebaranê de darên ku emrê wan ji hezar salî zêdetir in tên şewitandin. Wekî darên kizwan û guwîzan hemûyan dibirin. Li herêmê baragehên xwe çêdikin. Her roj artêşa tirk cihê xwe yên leşkerî zêde dikin. Nasnameya welatiyan kontrol dikin. Başûrê Kurdistanê di qonaxa yekemîn a dagirkirinê de ye. Di vê astê de ye ku nasnameya wê ya kurdatî û kurdistaniyê jê bê stendin.”
Ne PDK be Tirkiye nikare şer bike
Dr. Kamûran Berwarî li ser rol û rista dagirkirina başûrê Kurdistanê jî rawestiya û ev agahî dan: “Eger Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) hevkariya leşkerên tirk neke, leşkerê tirk bi tu awayî nikare têkeve başûrê Kurdistanê. Nikare hebûna xwe li Başûr berdewam bike. Hevkariya PDK’ê ya Tirkiyeyê didome. Hêzên PDK’ê dikeve pêşiya leşkerên tirk û diçe ser çeperên gêrîla. Hevbendiyek stratejîk di navbera Tirkiye û PDK’ê de heye.”
Dr. Berwarî li ser berjewendiyên PDK’ê, malbata Barzanî û gel jî rawestiya û wiha got: “Di vê têkilî û hevkariyê de berjewendiya tu kesan tune ye. Ne PDK, ne malbata Barzanî û ne jî gelê kurd, tu kes ji vê yekê sûdê nagirin. Hebûn û nebûna malbata Barzanî û PDK’ê bi anîna leşkere tirk û mayîna leşkerên tirk ve girêdayî ye.”
Darên hezar salî dibirin
Dr. Kamûran Berwarî li ser valakirina gundan û bertekên gel jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Li vir wêrankirina xwezayê heye. Darên temenê wan hezar sal hene têne birîn. Baragehên leşkerî bi awayekî daîmî ava dikin. Dîsa çekên qedexekirî li herêmê bikar tînin. Gel bi giştî li dijî dagirkeriyê nerazî ye. Heta katip, berpirs, rêveberên PDK’ê bi xwe jî li hemberî vê rewşê nerazî ne. Hêzên leşkerî, polîs û îstîxbaratî jî li dijî vê dagirkeriyê nerazî ne. Lê millet heta niha derfet nedîtine ku li dijî vê yekê serê xwe rakin. Ji ber ku dema li her cihê ku millet li dijî talankirin û wêrankirina cih û gundê xwe nerazibûna xwe nîşan dide, leşker û hêzên Tirkiyeyê li pêş xwe dibîne. Xelkê digirin û dikujin. Ev jî diyar û xuya ye.”
Dagirkerên hevkan in
Dr. Berwarî li ser zextên li ser çapemeniyê û astengiyên li pêş rojnamegeran jî rawestiya û ev agahî dan: “Siyaseta ku niha pêş dikeve, dixwazin Tirkiyeyê herêmê dagir bike. Cihê dagir dike di aliyê siyasî, îstîxbaratî, leşkerî, ewlehî û aborî de ji herêma Behdînanê heta Hewlerê tevi dixe kontrola xwe. Di vê dagirkirinê de lihevhatinek heye. Ji ber vê lihevkirina dagirkirinê hikûmeta Başûr nikare destûrê bide rojnamevanan. PDK’ê ji kesên li herêmê dijîn xwest ku agahiyê nedin dezgehên ragihandinê. PDK xwestiye ku qet agahiyan, wênayan û dîmenan li çapemeniyê parve nekin û belav nekin. Destûr nade ku partî û komeleyek li dijî dagirkeriyê bertek û nerazibûnên xwe bînin ziman. Naxwazin rastiya vir bê dîtin.”
PDK daxwaza KNK’ê red dike
Dr. Berwarî li ser hatina heyeta KNK’ê jî rawestiya û ev agahî dan: “PDK hez nake ku saziyek wekî KNK’ê mezin li ser wê hebe. Naxwaze daxwaza meseleya azadiya Kurdistanê bike û naxwaze ji bo vê yekê siyasetê bike. KNK’ê her dem xwestiye beşdarî kongre û konferansan bibe. Lê her dem PDK’ê ev daxwaza me red kiriye. Naxwaze karekî niştîmanî bê kirin. Ji ber ku Tirkiye naxwaze tifaqa kurdan pêk bê û karê niştimanî bê kirin. Tirkiye naxwaze yekîtiya kurdan û yekîtiyek fikrî u siyasî pêş bikeve.”
Kamûran herî dawî ji bo metirsî û şerê li Başûr bi dawî bibe jî fikrên xwe parve kir û got: “Yekem car ji dewleta Iraqê tê xwestin ku li dijî vê dagirkeriyê xwedî helwestek be. Divê dadgeha navdewletî û dadgeha Laheyê dozê li Tirkiyeyê veke. Divê Iraq helwesta leşkerî li dijî vê dagirkeriyê de aşkere bike. Milletê başûrê Kurdistanê bi tu awayî dagirkeriyê qebûl nake. Ev 100 sal in em li vir ji bo azadî û rizgariya kurd û Kurdistanê têdikoşin. Ne pêkan e ji vê saetê û şûnde em dagirkeriya tu welatî qebûl bikin.”