12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan: PDK’ê  rê li dagirkirinê vekir

Sekreterê Partî Demoqratî Kurdistan a Sûriye,  Ciwan Siko anî ziman ku armanca dewleta tirk qirkirina gelê Kurd û dagirkirina xaka wî ye û got: “PDK’ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta tirk a dagirker re, rê li dagirkirina Başûrê Kurdistanê û koçberkiriyê vekir.

Ji meha hezîranê ve artêşa tirk êrişên hewayî û bejayî li dijî deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê êrîş dike û herêmê dagir dike. Girêdayî vê mijarê, sekreterê Partî Demoqratî Kurdistan – Sûriya Ciwan Siko ji Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Rênas Remo û Silava Ebdurehman re axivî. Ciwan Siko anî ziman ku dewleta tirk a dagirker ji destpêka avabûna xwe de siyasetên qirkirin û dagirkirinê dide meşandin. Li Başûrê Kurdistanê jî van siyasetan dide meşandin û serweriya Iraqê jî binpê dike.

Ciwan Siko diyar kir ku piştî peymana di navbera Tirkiye, hikumeta Bexdayê û PDK’ê ev êriş zêde bûn. Wan aliyan jî hişt ku herêm were dagirkirin û şêniyên wê jî werin koçberkirin.

Siko berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişan silav kir û diyar kir ku şandina çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku li Başûrê Kurdistanê şerê gerîlayan bikin, nîşan dide ku planên dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan têk çûne.

Siko diyar kir ku aliyê ku herî zêde zirar ê bigihîjê PDK ye û got: “Siyasetên PDK’ê şaş in. Dewleta Tirk a dagirker PDK’ê wek partiyeke eşîrî ku planên wê pêk tîne, dibîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Siko hevkariya di navbera dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê de şermezar kir û destnîşan kir ku devberdana ji destekdayîna dagirkeran û vegera li yekitiya kurdî, çareseriya tekane ya parastina destkeftiyên gelê Kurd e.