13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Ekolojiyê komxebata ekolojiyê li dar xist

Komeleya Ekolojiyê bi nûnerên sazî û rêxistinên civakî yên Amerê de komxebata ekolojiyê pêk anî. Di civînê de Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç anî ziman ku li bajarên wan qirkirina ekolojiyê tê kirin û pêwiste bi hevre li dijî vê yekê çareseriyê pêş bixin.

Komeleya Ekolojiyê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Komxebata Bajarê Ekolojîk” li dar xist. Li gel ekolojîstan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a li dijî civaka êzidî, deqeyek rêz hate girtin.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç di komxebatê de axivî û got ku li Kurdistanê qirkirina ekolojîk tê kirin. Genç, wiha domand: “Meseleya ekolojiyê meseleyeke seranserî cîhanê ye. Derdê me ew e ku bi mirovan re, bi xak, mêş û mor, bi hewa û her tiştekî bi hev re bifikirin û jinûve ava bikin. Bi taybet jî di nava 10 salên dawî de li bajarên me qirkirineke ekolojiyê ya mezin tê kirin.”

Genç anî ziman ku wan paradîgmaya azadîxwaziya jinê û ekolojîk tenê di çareserkirina pirsgirêka kurd de dernexistine holê û wiha pê de çû: “Em dibêjin ku bi vê paradîgmayê dkare cîhaneke nû were avakirin. Xebatên me dê ji bo cîhanê bibin mîna.”

Di rûniştinên din de  astengî û qeteriyên li ser ekolojiya bajar û çareseriya wan hat niqaşkirin. Qisegeran anîn ziman ku di aliyê mîmarî, trafik, parastina ax û avê de divê plansaziyên li gorî ruhê ekolojî û civakîya sincî polîtîk bên amadekirin. Qisegeran da zanîn ku divê rêxistinên ekolojiyê û rêveberiyên herêmî bi hevre projeyan amade bikin û her tim bi gel re li ser rexne, pêşniyar û parastina ekolojiyê civînan çekin û bi gel re li çareseriyê bigerin. Dîsa qisegeran bibîr xistin ku pêwistî bi pêşxistina çandinî û sewalkariya herêmê û avakirina kooperatifan heye. Dîsa xwestin ku ji bo parastina ekolojiyê civak di aliyê fikr û pratîkê de xwe bi rêxistin bikin û pêşeroja xwe zarokên xwe li ser vê mijarê rast perwerde bikin.

Komxebatê piştî niqaşan bi avakirina yekîneyên berdewam kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê