Gerdûn bi rêgezan pêk hatiye. Avabûna gerdûnê li ser esasê rêgezan pêk hatiye. Ji bo wê yekê zanist jî gihiştiye wê zanebûnê ku di gerdûnê de tu tişt tesaduf û belesebep nîne. Hertişt ji bo ku tiştek ava bike û temam bike heye. Ji ber vê yekê hertişt bi hev ve girêdayî ne.
Di nav gerdûnê de însan jî perçeyek ji gerdûnê ye. Ew pîvana rêgezî ji bo însanan jî derbasdar e. Însan bi civakbûnê dibe însan. Civakbûn jî li ser pîvanê rêgezên gerdûnî ava dibe. Rêgezên gerdûnî; gerdûn bi perçeyan pêk tê. Her perçeyek bi serê xwe hebûnek e. Her hebûnek jî heqîqeteke wan heye. Her perçe çiqas li gor hebûna xwe tev bigere heqîqeta xwe ava dike. Çiqas heqîqeta xwe ava bike ewqas di nav kombûna gerdûnê de rola xwe pêk tîne.
Di nav qewmê însanan de piştî ku civakbûn pêş dikeve ji bo ku di nav pergala gerdûnê de hebûna xwe berdewam bike li ser esasê heqîqeta xwe rêgezan pêş dixe. Jixwe dema mirov di nav hevsengiya gerdûnê mêze dike wan pîvanên rêgezî dibîne. Dema ku civakbûn di nav însanan de pêş dikeve, însan ferq dikin ku li ser esasê rêgezan tevnegere dê tune bibe. Ev bi xwe re rêgezên ku însan ji bo di nav pergala gerdûnê de bijî ava dike.
Rêgezên ku di gerdûnê de hene rêgezên gerdûnî ne.
Rêgezên gerdûnî hevsengiya di navbera parçe û giştî de ava dike. Em rêgezên civakê wekî ehlaq pênase dikin. Ehlaq û pîvanên wê gerdûnî ne. Ji bo wê nabe ku rêgezên însanî li gor kesan werin guhertin.
Qewmê însan jî li ser bingeha pîvanên ehlaqî têgeh ava kirine û naveroka wan têgehan li gor rêgeza gerdûnê dagirtiye. Însan demek dirêj di nav gerdûnê de bi hevsengiya gerdûnê jiyaye. Ji ber ku di ferqê de ye ku perçeyek ji gerdûnê ye hertim hebûna xwe li ser wê esasê dide avakirin û pêdiviyên jiyanê wisa pêk tîne. Hemî însan ji bo ku jiyana xwe berdewam bikin di nav hewldanê de ne. Ew hewldanên însan ên ku jiyana xwe berdewam bike jî li ser esasê rêgezên ehlaqî pêk tên. Têgehên ku hatine avakirin jî vê demê hemî di vê çerçovê de hatine avakirin. Ji ber ku jiyan bi civakbûnê pêk tê, ehlaq û têgeh jî li ser pîvanên civakbûnê hatine avakirin. Gava em dibêjin pîvanên civakbûnê; têkilî û nêzîkatiya însan bi însan re, têkîliya û nêzîkatiya jin û mêr û têkîliya û nêzîkatiya însan a bi xwezayê re.
Heya dema ku îktîdar-dewlet derdikeve holê pirsgirêkên ku gerdûnê de derdikevin hemî pirsgirêkên xwezayî ne. Ji bo wê jî ew pirsgirêkên xwezayî di nav hevsengiya û rêgezên gerdûnê de tên çareser kirin. Ji ber ku heya wê dema civakbûn jî di nav wê hevsengiya gerdûnê de ye pirsgirêkên ku di nav civakê de jî derdikevin dîsa bi pîvana hevsengiya gerdûnê rêgezên ehlaqî hatine çareserkirin.
Piştî ku feraseta îktîdar û dewletê ava dibe dijberiya rêgezên gerdûnî derdikeve holê. Înkariya heqîqetê derdikeve holê. Her tiştên ku li ser rêgezên gerdûnî hatine avakirin hemî tên berovajî kirin. Pirsgirêkên ku di nav civakê de derdikevin ji vê demê şûndetir pirsgirêkên ku bi destê însan derdikevin holê ne. Vê demê îxaneta însan ji însan re dîsa bi destê însan pêk tê.
Dîroka xiyaneta qewmê însan heya derketina îktîdar û dewletê diçe. Desthilatdarî ji bo ku emrê xwe dirêj bike hertim serî rêbaza hêzên ku dijber wan derketine ji bo ku wan tên dibe di nav wan de xeta xiyanetê ava dike. Roja îro de jî hê jî gelên ku bi nasnama xwe nayên qebûl kirin hene. Li hember vê înkarê hêzên ku xwe bi rêxistin kirine têkoşînê didin meşandin hene.
Têgehên civakî bêyî ku mirov bike nav dudiliyê pir zelal in. Desthilatdarî di dîrokê de heya niha hewldana wê ya manîpulê û berovajî kirinê hebûye jî dîsa rastî nehatiye veşartin. Îro jî dixwazin serê gel tevlihev bikin. Bi pênaseya giştî; kes an jî hêzên ku li cem desthilatdariyê cih bigire xiyanetkar e. Pênaseyeke din; ew kes an jî hêzên ku li hember qewmê te polîtîkayên tunekirinê pêk tîne cih girtin xiyanerkarî ye.
Kes an jî hêzên ku li hember vê têgeha ewqas zelal xwedî helwes û gotin nebin ew jî hevkarê wa sûca nin.