10 sal berê bi peymana di navbera PDK, DAIŞ û Iraqê de Şengal radestî DAIŞ’ê kirin. Lê 12 şervanên azadiyê wekî 12 siwarênDerwêşê Evdî bi hawara civaka şengalê hatin. Rê li komkujiyek mezintir girtin. Civaka êzdî bi hevsariya 12 hawariyan xweparastin pêş xist û îro YBŞ Şengalê diparêze.
Digel hemû komkujî karesat wehşet, xiyanetan tevan jî Şengal neket gihêşt hêza xwe ya xwerû YBŞ’ê. Salvegera te ya dehemîn Pîroz be YBŞ. Şengal emanetê te. Encax tu dikarî Şengal û Êzdiyatiyê biparêzî. Yê ji jan û feraseta êzdiyê bêpar be ne gengaz e ew bibe xwediyê Şengal û êzdiyatiyê biparêze. Divê ji Cewherê êzdiyatiyê biveje-derkeve encax ew hêz bikaribe êzdiyatî biparêze. Ew jî ji xwe di nava şerê herî germ dijwar de hatiye avakirin tenê YBŞ ye. Dehsaliya te pîroz be YBŞ. Bi hêviya sed dehsalên din yê hê xurtirîn û hêzdartir dubare pîroz be.
“Dibe ku me pêşî li êrîşa DAIŞ’a hov li ser Şengalê negirtibe. Lê em ji bo pêkanîna komkujiyeke hê dijwartir ku ev dihat wateya gelê êzdî ji dîrokê wenda bibe re bûn asteng. Me pêşî li wê ji holêrakirina gelê êzdî girt. Nehîşt ev armanca DAŞ’ê pêk be û digel hemû hêzên dirinde û bi hezaran ‘Pêşmerge’ ku gelê êzdî li ser piştê li erdê xistin, bi DAIŞ’ê re rû bi rû hîştin û revîn; ew bê çek û bê parastin hîştibûn jî bi 12 siwariyên Derwêşê Evdî û Edûleyên Hemdem hat asteng kirin!”
Ev gotinê Fermandarê nemir ê 12 Siwarên Derwêşê Evdî Dilşêr HEREKOL bi xwe ye. Fermandar Dilşêr û Rêhevalên xwe dîroka heta vê sedsalê ku sirf xiyanet biser diketin berovajî kirin. Bi berovajîkirinê tenê jî nema; rûyê xiyanetê li ber çav û neynika cîhanê raxist, eşkere kir. Divê êdî gel bi xwe birîna xwe nas bike.
Berî 3’yê Tebaxê 2014’an hê ku DAIŞ nehatibû ser Şengalê; Şengal xwedêgravî bajarek û herêmeke gur û geş, civakiya xwe jiyana xwe didomand. Di bin pergaleke ku bi taybetî herêma Federe ya Kurdistanê û Hukumeta Navendî ya dewleta Îraqê de bû. Pergaleke ku her sazî û dezgehên xwe tê de bi cih kirîbûn. Di serî de jî aliyê parastinê, qaşo hêzên çekdar û bi hemû çekên giran, bi artêşeke ji sedhezaran pêk ve dihat, dihatin parastin. Hê ligel wê jî bi dehezaran pêşmerge ku Kurd in parastina Şengalê dikirin. Bi sazî û pergalî di Şengalê de bûn. Çawa ku dengê zengila şerê DAIŞ’ê dest pê kir di serî de ketin Mûsilê. Mûsil wek tê zanîn; yek ji bajarê herî mezin ê dewleta Îraqê ye. Bi sazî dezgeyên xwe bi erdnîgariya xwe ve jiyeke dewlemend û stratejîk de cih digre.
Wek serçaviya Neftê jî tê zanîn. Mûsil bi dewlemendiya xwe ve jî di dîrokê de bûye wek kelem di çavên gelek aliyan re çûye û hê jî bala aliyan dikşîne ser xwe. Nemaze jî Mûsil di xewn û xeyalê Komara Tirk de jî cih digre. Çawa ku DAIŞ berê xwe dide Mûsilê; bêyî ku yek fişek biteqe, bertekek neyînî bê nîşandan, Mûsilê teslîm dikin. Wê demê hêzên leşkerî yê li Mûsilê artêşek bi rêk û pêk bû. Bi sedan bi qasî tabûrekî hêzên taybet yê Tirkiyê jî li wir bûn. Hemû bi hevre paşve vekişiyan. Hinek jî weke ku hatibe teslîmgirtin, lê ew bi xwe li gor peymanê radestî DAIŞ’ê bûne. Tenê artêş hêzên çekdarî na, hemû sazî û dezgeyên Mûsilê destedewr dibe. Ango rêveberiya Mûsilê di her warî de dest diguherîne. Di şûna Îraqiyan de DAIŞî tê ser kar. Lewra DAIŞ di wir de şer nake, kesekî nakuje û diçe li ser textê Mûsilê rûdine. Ji ber ku ew der di navbera Îraq-Barzaniyan-Tirkiyê û DAIŞ’ê de peyman tê çêkirin û bi vê hawî ew der teslîm digirin. Ya rastî teslîmgirtinê wêdetir li ser hinek xalên veşartî lihevdu dikin. Hema bêje tenê merasimekî çênebû ji bo destguhertina Mûsilê. Lê armanca wan a sereke (ku ev di nava aliyên peymanê de jî wisa hatibû diyarkirin) ne Mûsil e. Mûsil ji xwe bi heman ferasetê re tevdigeriyan û ji heman nijad û felsefeyê ve dihat birêvebirin. Bes Şengal, Mexmûr Kobanê, Rojava û bi giştî Kurdistan û nemaze jî Eniya Kurdistanê ya Pêşverû û Demokrat ne li gor dilê wan bû. Ku ew jî dibe sedemê armancgirtina DAIŞ’ê. Ji bo vê di rêzê de berê xwe didin Şengalê.
DAIŞ li bendê bû ku dê bi heman peymana lihevdûkirinê bi hêsanî bikevin Şengalê û her derê zevf bike. Li bendê bû ku pê re pê re li gor plansaziya xwe hovîtiya xwe bimeşînin û dê bigîjim mirad û mexsedên xwe! Ya rastî di peymana Mûsilê de Şengal jî heye. Ji xwe DAIŞ ne li bendê bû û ne jî hatibû bîra wê ku; dê Şervanên Azadiyê, Fedaiyên Serok Apo, Derwêş û Edûleyên Serdemê li pêşiya wan bibin ASTENG. Ji xwe hê DAIŞ neketibû Mûsilê, Tevgera Azadiyê ji rayagiştî û bi taybetî jî ji PDK’ê re daxwaza xwe radigihîne. Ji bo balê dikşîne ser êrîşê DAIŞ’ê, xeteriya Şengalê gotibû “Ji bo vê jî divê em bihevdu re Şengal biparêzin. Em weke Tevger ji bo parastina Şengalê Amade ne!” Lê ji ber ku hêzên xiyanetkar li ser masê di ciyê germ li Qeterê lihevdu kirine, têra xwe bêrîkên xwe tije kirine û êdî gel, welat mirovahî şeref rûmet nakeve bîra wan. Lewra ji xwe ev mijar di dil û mejiyê xiyanetkaran de nîne. Em vê yekê di rêxistinkirina 12 Siwariyên Derwêşê Evdî yên Serdemê de dibînin ku bi zor û zehmetiyan xwe digihînin çiyayê Şengalê. Naxwe ku wisa nîne ji bo çi Şervanê Azadiyê bi nepenî bikevin xaka xwe? Yanê ev derbasbûna 12 Siwarên Derwêşane bi qasî ku di eniyeke şerekî bêhempa de bin bi wê hesasiyet û bi wê bîr û baweriyê li ber xwe didin xwe digihînin Çiyayê Şengalê. Li Şengalê bi hezaran Pêşmergeyan her derê girtine. Deriyê navbera Rojava û Şengalê girtine da ku bêyî peymana navbera PDK û DAIŞ’ê tu kes nikaribe bikeve Şengalê. Ji Şengalê jî çi kes nefilite! Ev tam Komkujî jî nîne. Dê bi carekê koka Êzdiyan ji ser rûyê dinyayê rabikin. Ma ji xwe berî vê fermanê çend fermanên din ji xwe ji aliyê PDK û hevalbendên wî pêk hatibû. Bi tevî Kurdên “Bisilman” Şêx û Begên Kurdan jî têra xwe ji çermê Êzdiyan ji xwe kurk çêkirin. Lê dîsa neqeliyan. Ji ser erdê kêm be jî jiyana xwe domandin gelê Êzdî.
Wisa hatibû plankirin ku dê bi vê 74’emîn fermanê re tu kes qala qewmeke Êzdiyên Kurd neke! Lê plana wan vala derket û dijberî wê pêşket.
Tenê bi 12 hevalên canfeda; di nava Êzdiyan de di serî de li Çoltera Şengalê dor û bêrên gund û navçeyên qûntarên çiyê de bi awayeke Derwêşane dixebitin. Bêyî fikar kefenê wan di bin çengê wan de digerin. Mal bi mal, gund bi gund kes bi kes heta ku ew qanî dikin êdî eniya wan diterike. Welê bi hêsanî vê feraseta sedan salan ku ji aliyê xiyanetê ve hatine xafilkirin. Ew bi pereyan stendine zû bi zû qanî nabin ku ew hêza qaşo wan diparêzin li wan xiyanet bikin. Heta du ciwanan gundekî bi rêxistin dikin kedeke bêhempa didin. Bi caran bi girtin û avêtina zindanê re rû bi rû dimînin jî dîsa ji Ahda xwe nayên xwarê di rêya xwe de berdewam dikin. Hema bêje hemû muxtarê heremê bi tevê Pîr û Şêxên wan ve tev ji aliyê PDK ve bi pereyan hatine stendin. Ji devê muxtar bi xwe ku heval dixwazin wî birêxistin bikin, qanî bikin dibêjin “DAIŞ nêzîk e dê were ji bo vê jî divê em xwe bi xwe li ber xwe bidin. Pêşmerge we naparêze” jî Muxtar dibêje;“Em ji wan bawer in. Lewra ew muçe didin me. Her meh pereyan didin me ma çi yê we heye! Yê PDK pereyê wan pir e lê yê PKK qe tu quruşekî wan jî nîne ser de jî tu dibêjî ez ê we biparêzim! Ma tu yê çawa min biparêzî?”. Heta ku êdî dengê lingê DAIŞ’ê diçe guhê wan hê li xwe vardiqilin lê êdî pir dereng e! Axirî digel hemû bertek, astengiyên Pêşmergeyan, ji ber astengiyên kesaniyetî û hê bi dehan sedemên cûr bi cûr jî Lehengên Tevgera Azadiyê Fedaiyên Apogeran li çend deverên çiyan kom bi kom ciwanên Êzdî bi rêxistin dikin, ew dişînin Rojava perwerdeya leşkerî dibînin û dizivirin gundên xwe di nava du sê heyvan de heval çend ciyan Êzdiyan bi cih dikin. Bi çek û perwerde dikin. Pêşî bi gotina “bila her kes gundê xwe biparêze” qanî dikin û welê wan bi rêxistin dikin. Digel wî awayî jî dîsa dixwazin îla yek ji şervanê Apogeran ligel wan be. Dibêjin “Hema wisa di nava me de be û tenê ferman bide me her tişt em dikin. Bes bila yek ji we bi me re be” Lewra baweriya wan ji hevdu re nîne. PDK wisa ew fêr kirine û welê ew qanî kirine, kesaniyeta wan bi vê hawî ava bûye. Hela ew Qasim Şeşo û çend pêgirtiyên wî hene ku ji DAIŞ’ê xeternaktir in. Gel bi awayeke eşkereyî ditevizînin, ew dixin xewa xefletê û êdî sedî sed teslîmiyet li wan ferz dike ew çend ku bi rih, vîn û çanda Êzdiyatiyê re dilîzin.
Nexwe di kevneşopiya êzdiyatiyê de berxwedan karekî pîroz e. Serê xwe dane lê axa xwe bernedan e. Hela Jin malbat ji bo wan jêneger bû. Dibêjin ‘Bû’ lewra berê wisa bû. Berî fermana 74’an. Piştî wê pêvajoyê diguhere. Ji xwe hemû dinya li ber çavên xwe dîtin ku bi hezaran jin bêxwedî hîştin û mêrê qerase, ew pêşmergeyên zirzope ku bi hemû çek û teknîkên şer peçayî bû jî hîştin û revîn. Hela ew Şêxê ku digotin “Jin Namûs e” ew netê de hemû mal bi qurbana we be digotin! Ka wê rojê, 3 yê Tebaxê hat ew şêx bi piyê xwas di pêşî de xwe gihand hemêza pêşmergeyan û tenê wê canê xwe yê gemarî xelas kir. ew Jin a ku digot “Namûs” ne di bîra wî de bû jî.
Birastî ev fermana divê pir alî were nirxandin. Ji xwe Cangoriyên vê Tevgerê Qehremanê Şengalê kêlî bi kêlî ew nivisî ne. Divê her mirov wê berhemê bixwînê da ku birastî jî Şoreş çi ye şoreşgerî çawa ye û hwd.
Li hêlekê pirsgirêka şiyarkirina gel, qanîkirina mirovan ku ew çend xeternakî heye, li hêla din dengê lingê DAIŞ’a hov, li aliyê din ew reva wê artêşa bi sedhezaran ku qaşo Şengal diparast!
Navenda Şengalê ji ber ku astengiyê hêza xiyanetkar a PDK hebû, nedihîşt Heval bikevin Şengalê. Digotin; “Tenê em bes in û ji bilî me hewce nîne tu hêzekê bikeve Şengalê” Heta ku êdî wexta wê hat, qewlê wan temam bû hevkarê wan DAIŞ serê xwe derxistin wan jî êdî patika xwe xurandin û bi awayeke bêrûmet û şerpeze-rezîl ku birastî êdî mirov ji mirovbûna xwe şerm dikir wan dîmenan didît! Mixabin ew dîmenên siwarê erebeyan, konvoya wan a ji Şengalê derdiketin hevala rojnamevan ji pêşmergeyan re digot “Hûn bi kuve diçin kû ve? Hûn çima Şengalê naparêzin vaye çekên we yên giran jî hene…!” Qe ji ber çavê min naçe. Û tu bersiveke wê jî nîne ji bo wê dîmenê şirove bike. Bi peyveke xwerû XIYANET bû ew.
Tiştek jî heye derê ku hevalan ew der parastine, nehîştine DAIŞ bikeve wir. Ji xwe heval li aliyê çolterê çiyê gundên derdora çiyayê Şengalê gihiştin hew û ew der parastin. Vegotina wan sedeman tenê mijareke bi serê xwe ye. Li gundekî bi navê Kersê ku bi hezaran nifûsa xwe heye ew der weke bajargund tê binavkirin. Piştî pêşmergeyên navendê direvin yên derdorê jî pê re nagîjin biçin li gundeki çend pêşmerge asê dimînin. Hewl didin ji gund bi tevî seyarê xwe yê leşkerî birevin. Gundî pêşiya wan digrin û dibêjin “Hûn nikarin biçin! Ka we em diparastin? Ka sozê we û hwd.” Lê pêşmerge bi biryar in ku birevin, gundî pêşî li wan digrin zor didin wan û dibêjin: “Hûn direvin. Bi cehenema we be. Herin lê nexwe wan çekên xwe daynin em namûsa xwe biparêzin.” Lê eyba eyb!!! Qe pêşmerge didin! Bi ser de jî gule li ser gundiyan direşînin ku pêşiya wan vebikin. Di wir de du gundî şehîd dikevin. Pêşmergeyek jî bi destê gundiyan tê kuştin. H xwîna ku Pêşmergeyan li Şengal rijandiye ev xwîna du welatperwerên Êzdî bi xwe ye. Ji wê pêştir tenê ew dîmenê rezîliya xwe hîştin ji dîrokê re.
Li aliyê din yê wê dîmena xiyanetê; ku gel bi komkujiyê re rû bi rû hîştin û revîn, ew dîmenên pêşmergeyên fermî bi çek û cebilxane; li hêla din jî li qûntarê çiyê Şengalê bi hezaran gel; jin zarok kal pîr ciwan sax nesax ji ber zilma DAIŞ’ê û ji ber xiyaneta pêşmergeyên PDK ku ew li ser dev û rû xistin xwe rizgar bikin berê xwe dabû çiya! Hela ew reşa dayîkên ku nikarin hemû zarokên xwe rizgar bike neçar dimîne ji nava zarokên xwe çend liban bibijêre û hinek zarên xwe ku heman cerg û dilê wê ne bi cih dihêle diçe! Ka dê ev xiyanet çawa ji hestên vê dayîkê re bibe bersiv çi bibêje! Heta ku heval bi zora keleşa xwe bi fedaîtî bedelên granbuha didin û xeta Rojava vedikin berê gel didin Rojava. Û ji aliyê Rojava ve jî hê Bazên Azadiyê yên YPG/YPJ yê bi hewariyê re tên. Êdî Hêza Rojava û ew 12 Siwarên Derwêşê Evdî yê Serdemê mil didin milên hevdu û dikevin cenga Man û Nemanê.
Ew gotina pêşî di serî de ku min diyar kiribû, gotinê Şehîd Dilşêr Herekol divê dîsa bi wê peyvê ez bidawî bikim. Dibêje “Dibe ku me pêşî li fermana 74’an negirtibe, bila ew rexnedana me be. (di vir de gotina hevalê nemir M. Xeyrî DURMUŞ ku dirhem dirhem, kêlî bi kêlî canê xwe dide jî; dibêje ‘Bila ser Kêlika Gora min Deyndarê Gelê xwe ye binivîsin’) hevalê Dilşêr jî ji xwe hemû jiyana xwe hema bêj li her çar aliyê welêt kêlî bi kêlî ked û xweydaneke bêhempa dide ta nefesa xwe ya dawî jî hê wisa bi awayeke Derwêşane-dilnizim dibêje: “Bila ev rexnedana min be!” Ji ber ku pêşî li ketina navenda bajarê Şengalê negirtiye. Lê dereng mabe jî dîsa yê DAIŞ ji Şengal derdixe diavêje dîsa Fermandar Dilşêr û Rêhevalên wek wî ne. Di pêşengiya 12 Siwariyan de; bi xebateke bêhempa hem di nava şerê germ li dijî DAIŞ’ê têdikoşin hem Rêxistina Hêza Cewherî ya Êzdî YBŞ ava dikin. Di nava wê şerê germ de bi zora xwe vînek ji nava Êzdiyan derdixe dikarim bibêjim. Belê, bi zora Şoreşgerî ew hêza cewherî ya Êzdî YBŞ ava dibe.
Jixwe êdî bi avabûn û îlanbûna YBŞ re êzidî hê nû tên ser hemdê xwe. Jixwe hê nû DAIŞ ji Şengal diqewtînin hê şop reva pêşmergeyan winda nebûye li aliyê Çolterekê ku navê wê niha nayê bîra min navçeyeke ku baragehê hevalan tê de ye; bi helîkopterê pêşmerge datînin wir! Ango dixwazin bi şûn ve bizivirin Şengalê. Bêguman Şengalî ew gunde êzidî dor li wan dipêçin nahêlin xwe tev bidin, dikin teva bikujin; lê dîsa dibêjin “Fermandarê me Dilşêr heye divê em bi wî re bişêwirin hê tevbigerin. Li ser vê agahiya heval Dilşêr pêdixin. Heval jî bi navenda HPG’ê re dikeve têkiliyê û bi vî hawî ew hêza YBŞ gelê êzidî û pêşmergeyan çareser dikin. Bi fermana Partiyê dest nadin wan pêşmergeyan, ew nakujin. Lê ji wê rojê û vir de jî hêdî hêdî dîsa bibûrin ez bibêjim qaşo pêşmerge li Şengal bi cih dibin. Tenê bi cihbûnê jî namînin xwedêgiravî dibin ‘xwediyê’ Şengalê!Roviyên revoke dibe xwediyê war û ocaxa Şengal û êzidiyan êr û şepalên cangoriyên xwedî ked û kesp jî ji axa Şengalê re dibin ‘biyanî’ ! Xwedêgravî dîsa qe bêyî ku bêvil bişewite, li pişt xwe wê şopa xiyanetê binere hîç weke tiştekî nebûye doza axatiya xwe li Şengalê didomîne! Sed mixabin.
Lê belê xiyanet her xiyanet e. Dîroka rabirdû diteyîse roja me ya îro. Sed mixabin xwe dubare dike. Lê dê vê carê teqeze ku bi ser nekeve.