Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî stratejiya nû ya şer a Îsraîlê nûçeyek bi sernavê “Kê gotiye Îsraîl naxwaze şer berfirehtir bibe?” weşand. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Îsraîl biryar daye ku her kesî bikişîne nav şerekî giştî, lewma fermandarên “berxwedanê” dike hedef. Li gorî rojnameyê, aliyê din neçar in bersiva êrişan bidin û ev jî rewşê xeternaktir dike.
Rojnameyê bi nûçeyeke din bi sernavê “Kuştina Heniye: Hesabên Tehranê û parçebûna Hemasê” weşand û anî ziman ku helwesta endamên Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê pirsekê derdixe pêş; gelo Yehya El Sinwar ê dixwaze bibe serokê Nivîsgeha Siyasî ya tevgerê, dê kesên şûna Heniye bigirin, qebûl bike yan na?
Li aliyekî din di rojnameyê de anî ziman ku Îran dê qebûl bike Tirkiye yan jî Erdogan Hemasê bixe bin destê xwe, bêyî bandora wê ya li ser qada Filistînê.
Di ronameyê de hate destnîşankirin ku vegera Xalid Meşel û hêviyên Yehya El Sinwar îsbat dikin ku parçebûna Hemasê teqez bûye û rojên bê dê diyar bikin ku Îsraîlê bi kuştina Heniye xwestiye Hemasê parçe bike.
Rojnameya El Erebî El Cedîd jî der barê heman mijarê de nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Washington dixwaze Îranê û hevalbendên wê rihet bike ku ne pêkan e şerekî giştî pêk were.
Rojnameya El Xelîc di nûçeya xwe de da zanîn ku rewşa li Deryaya Başûr a Çînê di navbera Çîn û Filipînan de aloztir dibe, nemaze Washington bi zanabûn dixwaze rewşê bi kar bîne da ku hevalbendên leşkerî bi dewletên li derdorê re çêke.
Deryaya Başûr A Çînê aloziyeke din a cîhanê ye ku dike biteqe û bi aloziya Teywanê ve girêdayî ye.
Çavkanî: ANHA